Dilopek ji derya xani dilopek ji derya xani li kocka ehmede xane cira gotin eze pexim li dîwarê Mem û Zînê hilawêsim, sevê ez pê bikim rehnî. Sepolên reng û awazan, li ser dêma ciwanî tev, nizanim ka çi awayî bihîvêzim!? Ji reng û rûçikê îro, dilê min ku, dirêjê xwîn, birîndarim. Nesim bêjim li vê derya pesindarî, ne soba û ne hisyarim. Çikû zanim ku robarek neqisbazî, ji bejna Ehmedê Xanî li bejna min , ne ew borê ku ez lêdim. Nesim bêjim ji goranî , li vê bestê ne serbestim. Çilo karim li fincana xwe ez deynim, bi hêsanî bidim hevdû, bi hejmêrim hemî peskên di baranê!? Çilo karim dilê derya bi mista xwe biçirkênim!? Erê Xanî ! Biçûkim ez, li awêna te ez dêmê xwe nabînim. Li rû heyvan, çiraya ber gelawêjan çilo pêxim, çirîsoke li destê min!? Bi mûmek dê çi rehnîkim rûyê rojan!? Li Botan û li ser Cûdî, te rehnî da bilindahî rûyê tarî. Erê Xanî ! Te xanî bo me avakir, bi kurmancî , te dîwarê ziman lêkir. Li hevrîÞmê zimanzanî, gelêrî bo me nîsankir. Zevî hiska biharek nû te kêlabû. Li dîrokê berî her kes, gula pêsî li vîna gel, (Berevkir : Natalîa ) |