Kîme ez? Kîme ez ? Kîme ez? Kurdê Kurdistan Tev þoreþ û volqan Tev dînamêt im Agir û pet im Sor im wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqim Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîme ez? Ez im rojhilat Tev birc û ketat Tev bajar û gund Tev zmar û lat Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji rom, ji fireng Di rojên pir teng Bi kuþtin û ceng Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîme ez? Rojhilatê nêzik Rojhilatê navî Ev bajar û gund Ev bej û avî Ket bin destê min Pî da ser dijmin Min bi ceng û þer Zanîn û hiner Piþta wî þikand Serî lê gerand Ez bûm padîþah Xurt û serbilînd Ketm destê min ta sînorê Hind Kîme ez? Kîme ez? Kurdê serf iraz Dijminê dijmin Dostê haþtîxwaz Ez xweþ mirov im Ne hirç û hov im Lê çibkim bê þer Dijmm naçî der Bav û kalê mm Dijîn tev serbest Naxwazim. bijîm Te ebed bindest Kîme ez? Divê ez derxim Dijminê xwînxar Þahê efyûnkêþ Jontirkê dijwar Serbest bijîm ez Wek hevçaxê xwe Dilxweþ bîxum ez Rez û baxê xwe Çekan hilgirim derkevim meydan Rêçek nû çêkim ji boyî însan Kîme ez? Ez im ê þikand leþkerê Rêþar Min bi xwîna xwe parastî ev war Di sînga dijmin ez bûme kelem Xwe dan ber siya min Turk û Ecem Li ser serê min Sinbil û kulah Serê hespê min Digirt Padîþah Ez im ew gernas Ew Selahidîn Bipirs ji dimyat Bipirs ji Hetîn Kîme ez? Ez im Erdeþîr Ew Noþîrewan Kesrayê mezin Bi tac û eywan Dostê kevnare Ko bûne dijmin Ser ditewandin Ber agirê min Ez im ew qelaþ xurt û pehlewan Xerac min distan ji Hind û Yewnan Kîme ez? Ez im gernas ez im ev mêrxas Belê ez im Kurd Yro ez mame Bindest û zigurd Ew tac û eywan Tev çûn û rizîn Dijmin nav û deng Tev ji min dizîn Xistin laþê min mîkrobên teres Ta bûm perîþan bê nav û nekes Kîme ez? Ez im ew kurdê serhiþk û hesin Yro jî dijmin ji min ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek mêra Bikevin çîya Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim Kurdistana xwe Axa mîdîya Kîme ez? Kawey hesinker bav û kalê min Perçiqand serê Zehakê dijmin Ji gerdana kurd Wî þikand zencîr Serê me parast Ji birîn û þûr Roja hat kuþtin xwînmijê dilsoz Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz Zivistan diçî Ew rojên ne xweþ Parêz dibî kurd Ji dêwê zergeþ Wesan dibêjî Zerdeþtê rêzan Ehreman diþkê Hirmiz tê meydan Kîme ez? Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz Divê bistênim Wilo nemênim Bigrim tol û doz Fermandar bim ez Li ser Kurdistan Bo min bimênin Ev bax û bustan Ev þax û ev deþt Rez û þînahî Bigrim destê xwe Dil xoþ û þahî Zana û xwenda Dezgevanên xurt Vî warî bigrin Bikin ronahî Kîme ez? . Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar Ez im ew Lolo Kardok - û Kudî Ez im Mad û Goþ Horî û Gudî Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor Çend hezar sal in Kurdistana min Perçe perçe ma Bindestê dijmin Kîme ez? Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Bûne Olperest Bi tizbî û xiþt Ta dijmin þikand Li me ser û piþt Me dan bin lingan dewlet û hebûn Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn Ta ko Kurdistan Ta ko Kurdistan Jar û perîþan Kete bin destan Kîme ez? Ez im ev milet ez im ejdeha Ji xewa dîlî þîyar bûm niha Dixwazim wek mêr Dixwazim wek þêr Serê xve hildim Çi ser bilind im Bi cîhan carek Ez bidim zanîn Rêçika Markîs Rêçika Lenîn Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem Bejin bilind im Wek Dêw bilind im Ez dest dirêj im Serbest dibêjim Dixwazým bi lez Gavan bavêjim Kîme ez? Ne xwînxwar im ez haþtî xwaz im ez Serdarê me ye gernas û nebez Em þer naxvvazin Divên wekhevî Em paþve naçin Dijmin direvî Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan bimrî koledar Kîme ez? Cîgerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |