Mela banga sibê didî Mela banga sibê didî Mela banga sibê didî Dibê: ji xew rabin bese Ev bû hezar sal kolene Ta key di xewde bin, bese: Li ser we tim zor û setem Pingav û gol û ça û çem Bahoz û serme û seqem Ma win þiyar nabin, bese: Malê me her bixwî neyar Tim bêne me qamçî û dar Bindest û birçî û hejar Parsek jî wa nabin, bese: Bindestê dijmin pir nexwe? Li ser çiyan em bûn kele? Qirdê me kor, bextê me re? Ma hê jî ranabin, bese: Welat xweþe tev xêr û bêr Petrol û hasin, zîv û zêr Bindestê dijmin tim li jêr Ta kengî kolebin, bese: Hetta nebin xwenda û jîr Bê rêber û bê destegîr Bê dewlet û rist û wezîr Bindestê tirka bin, bese: Dijmin Relek zana û xurt Xwînxwar û devlok, har û sirt Ta key bi xap û fort û zirt Li ser me axa bin, bese: Tev yên mene ev bax û dar Deþt û çiya, lat û zinar Em derketîne, bendewar Lê ew di baxa bin, bese : Ev xan û eywan û sera Dijmin bixun mal û pera Xweþ têde rûnin, lê çira Em tim li çola bin, bese: Em tim ji derve dûrîdest Birçî û tazî, jar û mest Tim têne kuþtin dest bi dest Bin boks û dara bin, bese: Dijmin ketin xanên bilind Girtin ji ber me þar û gund Lê em bikûrin rengê kund Yan rengê zaxa bin, bese: Daxwaz çiye ji serxebûn Da em bixun mal û hebûn Pê xweþ bikin derdê derûn Lê xurt û zana bin, bese: Li ser çiyan nal û girîn Guhdêre qîr û deng û þîn Dîsa ciger tev bûye xwîn Bin berf û serma bin, bese: Cîgerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |