Ez gelek tî me Ez gelek tî me Þeraba wan lebên lala Bi minde ez gelek tî me Bila xêra te bî cana: Nizanî ez çi birçîme? Ji baxê paxil û sîngê Eger sêvek bidî Seyda Xurînî pê ku biþkînim Diçim ser rê ku rêwîme Eger sênca rez û baxan Çirand û dest birin sêvan Dibî lêv herne ser lêvan Li min megre ku sêwîme Bi tenha ez li çolême Serî goka di holême Birîndarim ji wan mijgan Pêrîþanim çi xwînîme? Welatperwer bî ey xanim: Were dest deyne ser canim Birînê min qemûþk bigrin Bi jînê pir bi hêvîme De wer maçek biminde xweþ Li dêm ko bisk bikin þevreþ Ku ayîna te bigrim ez Ji nûve da bi zanîme? Bihayê herdû sêvên zer Li dil xistin te sed xencer Mebîne qelsemêrim ez Ji kurdên ser niþîvîme? Kurê Xesro û Guhderzim Di vê rêde gelek berzim Evîndarim ku can û dil Li ber destê te danîme Eger ez ser dibim ber pê Xwedana þal û îþerpê Dixwazim ku tu pîroz bit Di vê rê ez çi manîme? Dema çavên te yên mêrkuj Dibênim ez dibim wek mij Peyala þerbeta lêvan Kirim gawir ku yezdîme Ji te dûrim te nabînim Li ser te ez ciger xwînim Çi bêjim ko nikarim bêm Di îro ez swêdîme. Stockholm 26.9.1979 Cîgerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |