KURDISTANA MIN Li ser çiya û zozanan li biheþtê me. Germiya xwe bîne rojên havînê, bizotekî ji bo vêxistina agir. Xemildar in havîn û zivistan li welatê bav û kalan. Li hezaran desþt û çiya dibiriqin stêrên þevê. Û awazên tembûran deng vedidin ji zinaran. Sorgul û nêrgiz li herder, ev e Kurdistana min. Tucaran nakim ji bîr asîmanê te yê þîn. Ne tava roja te, ne heyva zelal. Ne rêyên çiyayan, heval û hogirên ewran. Li van geliyên bêhejmar, rût û pêxas jî gerîm. Þevên te yê berfîn, binax kirin dostên min. Lê hêviya xebatê, berbangê, rakir xwîsara þevê. Hê jî li van zozanan sedhezar in tirs. Þer anî mirin, kuþtin, û vexwar Ejdeha xwîna mêran. Lê ji egîdan re heyf û girametî rakir Kurdistana min. Ev xuþîna ava çeman, herdem guhdarê te me. Bi lêdana berbangê re, bilûra þivan. Distrêm li nik bêrîvanê, çi xweþtir ji siya darê. Husein Muhammed |