ZAHIDÊ XELWET NIÞÎN ZAHIDÊ XELWET NIÞÎN Zahidê xelwet niÞîn pabestê kerdarê xwe ye Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye AÞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye Vî zemanî herkesek bê Þubhe xemxwarê xwe ye Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê Bê xered nakeÞîtin qet kes ji bo kes zehmetê Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye HoÞîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaÞ Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaÞ Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan! ebes Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes! Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |