Çarînên Xeyam ( Wergêr: Kamiran Alî Bedir-Xan ) ![]() Çarînên Xeyam Veşartiyên pêşiyê ne tu dizanî û ne ez Ev tîpa kewsele ne tu dixwînî û ne ez Gotina min û te di paş perdayê de ne Ko perde ket ne tu dimînî û ne ez Nivîna axê de raketiyan dibînim Di bin erdê de veşartiyan dibînim Çendan li deşta neyînê mezê dikim Nehatiyan û çûyiyan dibînim Dinê ji jîna me a peritî awirek e Ceyhûn ji hêstirên me en xwîn avek e Dojeh ji cefayên me ên bêtişe çirîskek e Bihuşt ji dema dilxweşiya me bihnek e Ewên ko durhatiyên zanînê bûn Û bi berhevkirina zanînê xetirekên civatan bûn Ji wê şeva tarî rê dernexistin Çêrokek gotin û ketin xewê Bê vîna min ez anîme heyînê Jînê ji heyraniya min pêve tiştek zeyde ne kir Bi zorê çûn û me seh nekir çi bû Ji vê hatin û mayin û çûyin miraz Piyana tejî a rengê xwe girtî Şkênandina wê serxweşek çawe babet dibîne Hevqas ser û ran û kêf û destên delal Bi hevîna kê gihane hev bi erna kê şikestin Vexwarina şerabê û şabûnî ayîna min e Destkişandina ji kufr û dîn dînê min e Min ji bûka dinê re got-qelenê te çi ye Go: dilê te ê şa qelenê min e Di çerxa dinê ya bê binî de Bi dilxweşî vexwe şerabê dem bi cewr e Ko nob giha dema te ax meke Ev piyanek e ko hemîyan re didin fir kirin bi dor Ev rojeke xweş e hewa ne germ e ne sar Ewrî toz şuşt ji lamên gul û dar Bilbil bi zmanê xwe ji gula zer re got Rabe dema vexwarina şerabê ye digel yar Ji hatin û çûna me kar çi ye Berê hêvîya jîna me li kû ye Di çerxa canî de çend mirovên pak Şewitîn û ax bûn ma dû li kû ye Gayek ezmanî de ye navê wî Perwîn Yekî din di bin erdê de xwey nivîn Wek kûrbînan çavê hişyariyê veke Jêr û jora du gayan garanê keran bibîn Heyf strana ciwanî çikihaye Ev bihara şahîyê êdî nemaye Ew çûka cejna ko navê wê ciwanî bû Hawar çawan hat û kengê firiyaye Şerabê bide destê min dilê min tîhn e Ev jîna bêbext direve wek bîhn e Rabe şahiya dil xewna şevan e Rabe agirê ciwanîyê av e yek bihn e Dinê de xwestekên te sergirtin ma dawî çi ye Te nameya jînê gî xwend ma dawî çi ye Bibêj te çawan xwest welê sed sal mayî Bibêj sed salên dî jî biminî ma dawî çi ye Em gî dilketî ne û şerabperest in Di kavilî de rûniştine serxweş û mest in Ji spehîtî û kirêtîyê wehm û xiyalan dest kişand Ji me hiş mexwaz em gî şerab bi dest in Gulrûyê piyan û şerbikê şerabê bigire Pê lêva avê û mêrg û çîmenan bigere Ev feleka bêbext zehf rûheyvan Dike sed car şerbik û sed car piyan Ev dinê ko çend roj bû pêgehê me Ji xemê pêve hîç ne bû destgehê me Wey li me pirseke me jî hel ne bû Çûn û hezar bêrî man di cergê me Rûroj rabe û were ji bo xatirê me Hel ke mişkilekê wek daxwaza dilê me Şerbikeke şerabê bîne de em vexwin Ji peş dema ko şerbikan çêbikin ji axa me Eya ko bijartiya cihan î ji min re Delaltir î ji can û çavan ji min re Rûrojê ji canî şêrîntir hîç nîne Tu sed car ji canî şêrîntir î ji min re Dinê de berê dara rastiya kûr ne giha Lew di wê rê de hemî ne rênezan Her kesî destê xwe bi çiqlekî sist girtiye Îro wek sibe sibe wek roja pêşîn e bizan Wey ji wey dilî re ko tê de agir nîne Ji bo delaleke rûroj ne dil ketî û dîn e Roja ko bêşerab te ji xwe borandî Ev e rûja jînê a windatir bê jîn e Em îro dilketî dîwane û mest in Îro dêra spehiyan de mey perest in Ji heyîna xwe yekcar dûrketî ne tev Û di mihraba elestê de dest best in Meyger kesera min bilindawaz bû Serxweşiya min bêbend û bêgaz bû Bi porên spî serxweş im ji şeraba te Bihara dilê min ciwan û saz bû Tîra ecel re ma heye sipêr Hiç e lûleperiya zîv û zêr Çendan li dinê re mêze dikim Qenci qenc e hew mayî bêkêr Jînê de pesna şerabê lêvzîna min e Xeynê şerabê tu tişt ne dilxwaza min e Mela ko seydayê tê hiş e xweş be Seydayê te bizan feqehê min e Madam çûyin bê guman e mabûn ji bo çi Xaçerêya timayê de westabûn ji bo çi Herwekî mayîn tune ne bû û nabe Bîrkirina çûyinê û dilxweşbûn ji bo çi Spêde ye rabe bo gewherê naz Nerm nerm şerabê vexwe bi nay û saz Ên di xewê de veşartî ne zanin Ji ên borî kes venagere çûn bê awaz Meyger binêre min dil ji teşqeleyan vala ye Şêr hemî çûn nihe daristan vala ye Her şev piyana ezmên kefên şerabê diavêt Îrû ko noba me ye piyan vala ye Lêva avê digel piyan şerab û meyger Bihuşta min û te ye delal e ew der Dest ji gotina bihuşt û dojehê bişo Ma ki çû dojehê û hat ji bihuşta zer Bide şeraba lalereng û ronak Bikşîn ji qirika misînî xwîna wî a çak Çiko îro jî şerabê pêve Ne ma destekî delal û pak Piyana te de yaqûta rohn heye ho meyger Dilê min wek yaqûtê geş ke ho meyger Piyala tejî bide destê min ho meyger Da bi wê canê xwe vejînim ho meyger Bide şeraba reng-gulbiroj ho meyger Ji keserê can hat ser lêvê ho meyger Da ko bêhiş bikevim û baz bidim Ji hişî û dinê ho meyger Berî ko xem şevrabûnê bike Ferman ke delalê şeraba sor bînin Tu ne ew zêr î ho jirê mezin Ko ji axê wedgerînîn ji nûve tînin Dixwazim tiştekî ji te re bêjim Bi du tîpên gewherîn bo te bêjim Bi hevîna te ezê bikevim erdê Bi hevîna te ezê jê hilkevim Duh ber meyxaneyê re derbaz bûm bê hiş û mest Û min pîrek serxweş dît misîn bi dest Min ji pîr re got ma tu ji Xwedê şerm nakî ho Go kerem ji Xwedê ye de here şerabê vexwe lo Kamiran Alî Bedir-Xan |