PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þîna Þêx Evdirehmanê Garisî
Bedir-Xan, Celadet Alî, (1934)



»Mîrê min, vê paþîyê þêxê te bi kefena xwe a bi xwîn kete xewa min û ev þîna ha ji min xwest. Ez jî vê pêþkêþî te dikim. B. FERÎDÛN«

Þêxê min, welê dixuye, te bêrîya me kirîye. Ji xwe me jî... Emê hevdu bibînin jî... Lê nizanim kengê? Rêya te rêya me ye jî. Emê bigehin te, di neqebê re ko tu çûyî. Heke em xwe nalezînin ne ji wê ye ko destê me ji dinyayê nabit. Destê me ji karê ko em bi hev re pê dixebitîn, nabit. Ji xwe xebata me bi sebata me pêþ ve diçit.

Þêxê min, tu ketî xewna Ferîdûn. Ferîdûn kurdekî hêja ye. Sezayî ziyareta te ye. Xwezî bi wî. Te jê re got ji te re þînameyek binivîsînit, navê te hildit. Ewî jî kir, navê te hilda, wesfê te da, te ji bîra deranî, anî bîra. No, tu ne anî bîra. Ji ber ko tu hergav di bîra de yî. Em nikarin te ji bîr bikin, me dil hebe jî. Ji ber ko tu xwe bi xwe, xwe bi me didî hesabdin, em bi kêmanîya te dihesin. Belê tu di laþ û canê kurdanîyê de lebatek bûyî. Laþê me, laþê her tiþtî ji lebatên ji hev cihê hevedudanî ye. Û laþ hewcedarî her lebatê xwe ye. Tu lebat jê re ne bêkêr in, û tu lebat nikare bikeve þûna lebetekî din. Ji lewra lebatê birî þûna xwe vala dihêle. Tu çûyî, ji laþê me, ji laþê heyîna me hatî birîn. Laþ hewcedarî te ye. Di mehcetê de destê xwe dibe þûna te, tu nînî. Bi neyîna te dihese, liber te dikeve. Ji lewra þêxê min, em nikarin te ji bîr bikin. Ji ber ko þûna te vala, þop û rêça te a bi xwîn, weke xwe ye.

Þêxê min, em dibêjin tu miriyî, tu mirî yî. Lê di rastîyê de tu bi xwe jiyîn î, jiyîn tu bi xwe yî. Tu ji bona Kurdistanê mirî. Kurdistan heyînek e. Ji payedarbûna heyînekê jiyînek divêt. Jiyîn bi xwe bi mirinê tête pê. Tu mirî, tu bûî û tûê ji Kurdistanê re bibî jiyîn. Jiyîneke welê ko tenê bi Kurdistanê, bi ax û dar û kevir û miletê wê re dê vemirit.

Þêxê min, heye ko te dil kiri be, em navê te di rûpelên hawarê de hildin. Tu ne ketî xewa min. Lê ez bi vê daxwaza te hesiyam. Min þihra Bêrîya-Botan berî du salan nivîsand û peþkêþî giyanê te kiri bû. Gava þihra Ferîdûn giha bû destê min, Bêrîya-Botan, digel navê te, ji xwe keti bû rûpelên hawarê. Bi vê rasthatinê dilê min þa ye. Xwedê giyanê te ê bihuþtîn jî þa bikit.






Bedir-Xan, Celadet Alî, (1934), »Hawar«, »Þîna Þêx Evdirehmanê Garisî«, hjm. 25. rûp. 5