PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sitranên Kurmancî : 2



Amadekirin: Cankurd

[ * Di vir de me li ciyê (Þ, þ) (Sh, sh) bi kar aniye]

Di vir van stran hene:

[ E’dlê rabe, E’dlê, E’dûlê, Ehmedê Sheng, E’lî Xwarza, E’mê Gazê, E’mê Gozê, Emîne (1), Emîne (2), Emîne (3), Emîno, Êmo (1), Êmo (2), Erebshênê, Evdal Omer, Evdo, Eyþanê, Ezdîn Shêr, Ezê, Farisê Dodo, Ferho.]
Êvarekê bi dengbêjê me yê delal Eh’medê Ferman re. Kelamêrê Kîkan, roniya çavan, îxtiyarê civatan, berdevkê maqûl û axan û berdilê ciwan û xortan.

E’dlê rabe

E’dlê rabe sibe ye,
Dengê dîka qebe ye,
Kes li mal a tune ye,
Kêf kêf a min û te ye,
Deynê min li bavê te ye..

Ba rabû, baran rabû,

E’caca keriyan rabû,

Karika pihosh (bêhosh) winda bû,

Gundî, malî bela bûn,

Ez û gewrê pev sha bûn..

Çiya li çiya nêrî,
Werdek ji gola firî,
Xwar bûm, E’dlê ramîsim,
Destê min lê nagerê..

Hat karwanê gamêsha,
Danî bû li binya êsha,
Memkê E’dlê digiwêshim,
Dilê min ji kerban têsha ( diêsha )..

Ha der bû, der bû, der bû,
Karwanê E’dlê der bû,
Hemî hêstir û ker bû,
Hemî qantir û ker bû,
Hespê E’dlê qemer bû,
Çekê xorta li ser bû..

Mala E’dlê li neqebê,
Lê hat bayê xezebê,
Derdê E’dlê giran bû,
Da ser siwarê neqebê,
Derdê tolê giran bû,
Da ser derdê kezebê.

Lê lê gidiyê E’dûlê,
Porsorê, gulê hûrê,
Dosta lawikê maqûlê,
Wer ser dora tenûrê.

Lawik E’dlê revandî,
Bir xopana Stenbûlê,
Lê lê gidyê Edlayê,
Mi d’pozê bavê gayê (1)
Tu li pê soza xwe nayê

Qîza shêxê Teyayê
Xilxala ling kutayê
Kember li navê nayê
Bazina dest badayê
Çav ji zêra hilnayê
Çi b’kim malê dinyayê.

Ev sibe ye, ro zîz e
Ro li erdê dilîze
Derdê min yeke qîze..

(1): “ Yek dikare wilo têbigihe: Mi di pozê bavê, ku mîna yê ga ye, nayê..”




E’dlê!

Edlê rabe sibe ye,
Dengê dîkan qebe ye,
Çax, çaxê min û te ye,
Çaxê nimêja te ye.

Hey lê, gidyê Edlayê,
Bê sozê, sozwindayê,
Malê dinyê hindikê,
Qelena gewra min nayê.

Sibe bû, dîka qîr kir,
Cotkariya nîr li pî kir,
Rêka sh’keftê d’ nîvî kir,
Sînga gewrê sipî kir.

Heylê gidiyê Edlayê,
Min sozek bi te re dayê,
Ez tu car nadim terkayê,
Heta bi axa merzela,
Heta bi kêlê kevirê,
Bi shîngîna bêrê hesinî.

Mala Edlê li neqebê,
Lê hat bakî xezebê,
Kul li Edlê giran bû,
Da ser derdê kezebê.

Mala Edlê li jor e,
Dergûshê lor e lor e,
Hêvî ma rebê jor e,

Dê Edlê! Rabe, rabe,
Dilketî çare nabe,
Kes li malê tu ne ye,
Kêf, kêfa min û te ye!.



E’dûlê

Lê Edûlê rabe!
Lo, nabe, qedao nabe, belao nabe,
Ji ber serê min rabe,
Navê revê navekî xerab e,
Bêvila min bilind e,
Zimanê min dirêj e,
Di nav dost û dijmina de, serê bavê min berjêr nabe,
Lo, nabe, welatê xerîbiyê çekek teng e,
Piyê xwe tê ra meke,
Ji me xerîba re nabe bav û keke!
Lo, nabe, belao nabe,
Welatê xerîbiyê çekek teng e,
Debara te dibe, ebûra min nabe,
Sham shekir e, wetenê mala bavê min shirîn e,
Destê min ji heval û hogira nabe!
Lo, nabe, qedao nabe,
Teniya binê beroshê di rûyê min dao nabe,
Shêrîza li ser culhao nabe,
Shevê dihatî, nîvê shevê ye,
Shevê kanûna berfê girtî rûyê erdê ye,
Bozê rewan avêtê dîwarê qesrê ye,
Bozê rewan cemidî ye,
Pîkol dikir kendalê berfê ye,
Keçê rabe, nebe sebeba kushtina lawikê xelkê ye,
Destê xwe bi destê mi de,
Emê berê xwe bidin welatê Kurdistanê,
Emê xwe bavên qewmê çiyayê,
Lê nabe hikmê dewletê,
Nade kaçor û ashar û eskeriya hikumetê!
Lo, nabe, qedao nabe,
Navê revê navekî xerab e,
Navê bavê min mezin e,
Qesra bavê min bilind e.
Di nav dost û dijmina de nizim nabe..!
Lê, rabe, Edûla min rabe,
Tu sha’rê girê de,
Bera navkêla zirav li ba be,
Bera dinya li serê min û te quriçax be,
Toz û icaca keriyê sor li me rabe,
Ez nakim terka bejna zirav,
Heya celata min nere bajarê Rohayê,
Kindira min nere welatê Kurdistanê,
Li Diyar-Bekrê, dara çinarê,
Derê qela’ qapîsê, heya kindira min li ba be!
Lo, nabe, qedao nabe,
Xewa min tê, ji ber serê min rabe,
Bavê min lok e, barê wî giran e,
Heçî nav û dengê bavê min bihîstiye,
Pîberê (Pêshberê) min nabe!
Lê, Edûlê rabe, sha’rê girêde,
Bera navkêla zirav li ba be,
Destê xwe destê min xîne,
Lingê xwe li rikêba Delexoro xîne,
Emê di Feratê Bêlacokê re,
Di Qerekê Hesen Pasha re,
Emê bi dewletên ecnebî re,
Terkî dinya bin,
Emê bi Romî Pasha re bi neyar bin,
Emê bi mezinê Moskofa re bi heval bin..!
Lo, nabe, qedao nabe, belao nabe,
Hewsha Helebê nabe,
Navkê revê navkî xerab e,
Bêvila min bilind e, zimanê min dirêj e,
Di nav dost û dijminan de berjêr nabe,
Welatê xerîbiyê çekik teng e,
Piyê xwe tê ra meke, ji me xerîba re nabe bav û kek!
Lo, nabe kuro nabe,
Xewa min tê, ji ber serê min rabe,
welatê xerîbiyê çekek teng e,
Debara te dibe, ebûra min nabe,
Sham shekir e, welat jê shirîntir e,
Destê min ji heval û hogirên mala bavê min nabe..!



Strana

Ehmedê Þeng

[Ji berhevoka Albert Socin û Eugen Prym ji sedsala Nozdehê St. Petersburg 1887]

Tîpguhastin: Cankurd

Bihar e xweþ bihar e
Eskerê bikin kar e
Ehmedê Þeng mala xwe bar kir

Di înandî li bin çiyayê Evdilezîz li pij (piþ) ([1]) miqabilî wan neyar e.
Go payîz e xweþ payîz e
Eskera ve temîz e
Ehmedê Þeng mala xwe bar kir
Denya bû li Evdilxerabo, pêj (pêþ) miqabilî neyar e
Ji komê mamê xwe zîz e
Go: Gêsa kirin rayê

Xalê Xuþabî Gêsa, Keþemanî Gêsa, Sergîsî (Serkîsî) Gêsa ([2]),
Karê xwe kirin (bikin) ji binê vê Bexdayê,
Go: Gelî Gêsa me divêl (divêt) biçim bin çiya ê Evdilezîz,

ser mala û Ehmedê Þeng da

Em dewarekî bînin ji tuxmê vê Leylayê ([3])
Xalê Xuþabî Gêsa vegirtî dîwan e
Me’qûdê (U’qada) Gêsa li hev civiyane
Go: Xalê Xuþabî Gêsa dibêjid:
Her çî biçît ser mal û Ehmedê Þeng ji mi ra bînin tirþ û talan e
Min keçeg (keçek) heye Qemercan e
Ezê bidimê balbûbêd Kurdistan e
Xalê Xuþabî Gêsa deg (deng) hiltîne
Meqûdê Gêsa li xwe dicivîne
Heçî biçîd (biçît) ser mala Ehmedê Þeng
Terþ û talanê ji mi ra bîne
Min keçeg (keçek) heye Qemercan e
Ezê bidimê bi cildûn e
Subaye subayeke zû ye
Xalê Xuþabî Gêsa li piþta (bi piþta) êla Gêsa ketiye,
Qîrên diket, hawar û gazî ye
Maqûdê Gêsa derketîne
Sed û pêncî suwarê bi þer tîne
Qesta mala Ehmedê Þeng kirîne
Ji binya Bexdadê de hatiye
Qonax ber qonax de hatîne
Bîst û çar qonax bi rê ve hatîne
Li pêj (pêþ) Evdilezîz ketîne,
Sergîsî Gêsa , gelî suwara peya bûn (e)
Ordiya xwe li hara (taxa) bogirîn de
Em biçin seh bikin, qe (ka) xudanê Leylikê li mal e ane (an ne) li mal nîne
Go: Her sed û pêncî suwara li vê derê peya bûne
Qonaxa xwe li vê derê girtîne
Sê suwar jê suwar bûne
Qesta mala Ehmedê Þeng kirîne
Wekî çûn, fikirîn Ehmedê Þeng li mal nîne
Xêrî xatûnê wî bi xwe rûniþtîne
Wekî xatûn fikirî sê suwar ji wê ve hatîne
Go: Xatûnê ji hindav de wê rabûye
Sê kulav jê re deynandîne
Sê balgî jê re anîne
Sê qalûn jê re dagirtîne
Hersê qalûnê xwe kiþandîne
Sê fincanê qehwê jê re aniye
Her êg (êk) fincaneke qehwe vexweriye
Taþtê jê re çêkiriye
Hersê ji hindav de rabûne
Hespê wan jê re kiþandiye
Pê xwe bi rikêbê wê danîne
Hersê suwar bûne
Go: Malî avahî ji xatûnê ne xwestîne
Þûn xwe de zivirîne
Qestê kemîna xwe kirîne
Wekî gihane kemîna xwe, gotî gelî suwar bûn (e)
Xudanê Leylikê li mal nîne
Rabûn her sed û pêncî suwar bûne
Qesta konê erebî kirîne
Wekî li pêþ konê erebî ketîne
Xêrî xatûnê fikiriye
Sed û pêncî suwar ji wê ve hatiye
Rabû sed û pêncî kulav deynandîne
Sed û pêncî balgî jê re dagirtîne
Gumguma qehwê jê re kelandiye
Sed û pêncî fincanê qehwê vexwarîne
Sed û pêncî sing ji hespê wan re qutayîne
Sed û pêncî cihor jê re anîne
Deh pez jê re serjê kirîne (þerjê kirîne)
Þîva xwe xwarîne
Wê þevê nivistîne
Dîtra rojê deh pez jê re serjê kirîne
Wê rojê roja xwe qedandiye (qedandîne)
Axir hefd (heft) roja li mala Ehmedê Þeng rûniþtîne
Roja heþtê rabûn karê xwe kirîne
Her êg (êk) rabû hespê xwe mexes kiriye
Paþê mexesê gulweþîn kiriye,
Paþê gulweþînê tîmar kiriye
Zîn li ser piþtê danîne
Rabûn çekê xwe hilanîne
Þîr (þûr) li piþtê xwe þidandîne
Rabûn her sed û pêncî suwar bûne
Rumê xwe bi destê xwe girtîne
Ji konê erebî derketîne
Li piþta mala terþ û talanê Ehmedê Þeng lê dayîne
Terþ û talanê Ehmedê Þeng wê biriye
Wê rojê heta îvarê ajotiye
Wê þevê rûniþtiye
Dîtra rojê subehî ajotîne
Heta êvarî çûne
Wê rojê dîsa ajotîne
Eve rojê sêyê temam bûye
Ji nû Ehmedê Þeng vehatiye
Cêrî xatûnê ji pêj (pêþ) ve rabûye
Cilavê Ehmedê Þeng girtiye
Ehmedê Þeng peya kiriye
Leylika Qemer ser merbetê girêdayiye
Kulav ji Ehmedê Þeng re daniye
Fincanekî qehwê jê re kelandiye
Qalûne jê re dagirtiye
Taþtê jê re çêkiriye
Qed ne gotê h’al û h’ewalê me (û) Gêsa çiye
Gotê: Xatûnê, rabe balgî ji mi re bîne, ezî rehtim, da ez bênekê serê deynim. Rabû carekê cih jê re danî, balgî deyna bin serê wî. Ehmedê Þeng serê xwe danî ser dinivît. Cêrî xatûnê li bin (ber) serê Ehmedê Þeng rûniþt. Rondikê ji çavê xatûnê barîn, rondikek ser rûyê Ehmedê Þeng ket. Ehmedê Þeng çavê xwe vekir, go: Herê, xatûnê, tu çima digiriye? Gotê: Ehmedo binve (raze) ez nagirîme. Gotê: Çê nabît, tiþteg (tiþtek) wê qewimî, ji mir e bêje.
Go: Ehmedo, çi ji te re bêjim? Wekî seharê rabûm,
Ez fikirîm sed û pêncî suwar ser konê dagirtiye (dagirtîne)
Ez rabûme pêjî (pêþî) evan her sed û pêncî suwar min peya kirîne
Sed û pêncî sing min jê re qutayîne
Sed û pêncî merbet min jê re deranîne
Dewara xwe pê girêdayîne
Sed û pêncî cihor min jê re anîne
Sed û pêncî kulav jê re deynandîne
Sed û pêncî balgî min jê re anîne
Sed û pêncî qalûn min jê re dagirtîne
Min deh pez jê re serjêkirîne
Taþtiya xwe xwarîne
Wê þevê dîsa bi vî terzî min qedrê wan girtiye,
Hefd roj û hef (heft) þeva li mala te rûniþtîne
Binêr çend mesrefa te lê çû ye
Fekrê (bifikrê) çend bê me’rîfet derketîne
Rojê heþtê rabûne
Tang û baletangê xwe þidandîne
Li hespê xwe suwar bûne
Li piþta konê erebî ve ketîne
Fikirî (fikirîn) Ehmedê Þeng ne hatiye
Rabûn li terþ û dewar vedayîne, birîne
Gotê: Xatûnê xema hilmegrem (hilmegire), biray Ella (Ellah) û eman
Ella, sed cara û sed û pêncî suwarî di gêsa bûn, ezê mêra jê kujim (bikujim), ezê gilyê xwe vegerînim. De rabe xatûnê Leylikê kar bike. Rabûn zîn ji Leylikê kir, mexes kir, pajî (paþî) mexesê gulweþîn kir, pajî (paþî) gulweþînê tîmar kir, zîn ser piþta Leylikê danî, tang û baletangê Leylikê þidandin, cotêd qerebîna pi (bi) tenaþtê (teniþta) Leylikê danî, cotê demance pi (bi) teniþta Leylikê da danî, cotê zerga pi (bi) teniþta Leylikê da anî. Rabû Ehmedê Þeng cezmê xwe wergirt, mital avête milê xwe, þûr li piþta xwe girêda, ruma xeyzeranî bi destê xwe girt, xatûnê rikêba Leylikê girt, Ehmedê Þeng pê xwe bi rikêbê danî, li ser piþta Leylikê suwar bû. Wekî Ehmedê Þeng piþta konê erebî ket, Leylika Qemer gehgerî kir:
Go: herê Leylikê minê, tu çima gehgerî dikiye?
Miqdarê saetek li çeraxê konê erebû (erebî) gerhayiye
Ji nû dewsa talanê hilaniye
Riya sê roj û sê þeva li biniya gelyê Zerzevanê,

li pêþiya suwarê Gêsa girtiye.

Go: Xalê Xuþabî Gêsa vê dibêjît:
Dilê min bi hêbe hêbe
Li mi (min) xweþ têt ciringêna cotikê di van rikêba
Çendî min god (got) hewe naçin ser malaw (mala) Ehmedê Þeng,

Li (Lo) suwarekî qewî bi eçêb e

Xalê Xuþabî dibêjid: Hanê, Ehmedo mi nezanî,
Salekî hatî ser me qewî bi giranî,
Li (Lo) Ehmedo me nizanî terþ û dewarê te ne, me pi (bi) xeletî vê anî
Ehmedî gotê: Ez Ehmedim, Ehmedê dînim
Ez tang û baletangê Leylikê Qemer qewî diþidînim (þidînim)
Biray Ella û eman Ella, li binê vê beriyê,
Hûn sed û pêncî suwarî di Gêsanin
Li binê vê beriyê, ez î suwarekî pi (bi) tinê her yekim
Go: Ehmedo, wene wene,
Mêra ji mêran qewî hîv hene
Biray Ella û eman, me ji xwe nizanî ew terþ û dewarê te ne
Go: Heyla gidya nezano, hela gidya nezan e
Heva sed û pêncî suwar bi hev ve (re)

li ser konê erebî vê girtî cerdekî qewî giran e

Sube ye, çi subeyek e hîne,
Hûn sed û pêncî suwar li der konê erebî peya bûne
Sed û pêncî sing ji wa (wan) re qutayîne
Sed û pêncî merbed ji wa re deranîne
Hewe dewarê xwe pê girêdayîne
Sed û pêncî cihor ji wa re anîne
Sed û pêncî kulav ji wa re deynadîne
Sed û pêncî balgî ji wa re anîne
Sed û pêncî qalûn ji wa re dagirtîne
Sed û pêncî fincanê qehwê ji wa re anîne

Kera jin û magî serî gayno! ([4])
Li binê vê beriyê êdî çi xeber li navbêna min û hewe navête dane
Go: Sube ye çi subeyeke hîne
Sed û pêncî suwarê di Gêsa li hev civîne
Go: here Ehmedo, me xwe avête bextê Leylikê,
Me xerez digel te ne bû,
Terþ û dewarê xwe ji binê vê beriyê vegerîne.
Go : Ehmedê Þeng (li) Gêsa kir gaziye
Gazî Xalê Xuþabî Gêsa kiriye
Gazî Sergîsî Gêsa vê kiriye
Go : Me ray û bextê Leylikê dayiye hewe,
Terþ û dewarê min vegerînin, hewe cihê jê aniye
Vêca Xalê Xuþabî Gêsa god (got) gelî Gêsa:
Ew suwarekî bi tine ye
Em pi (bi) sed û pêncî suwar in,
Em neþêyn careg (carek) dî vegerînin
Karê xwe bikin, em dê þerî kin.
Go: Sube ye çi subeyeke hîne,
Xalê Xuþabî Gêsa tabûra xwe girtiye
Berê xwe Ehmedê Þeng ve dayiye
Vê nêzîkî Ehmedê Þeng dibiye (dibûye)
Ehmedê Þeng gazî Xalê Xuþabî Gêsa kiriye
Go: guneha we li stoyê we bit
Carekî Ehmedê Þeng li ser xwe rabûye
Ruma xeyzeranî hejnadiye (heþandiye)
Ser û binê rumî vêgra gihandiye
Rumî li nêv guhê Leylikê vedaniye
Carikê rikêbê Leylikê guvaþtiye
Li çarexê suwarê Gêsa gerhayiye
Xwe li (di) koma suwarê Gêsa dayiye
Ji rexa rojavayê li rojhilatê derketiye
Serê bîst û pênc egîda vê biriye
Careg (carek) dî hat li cihê xwe sekiniye
Eskerê Gêsa li hev ziviriye
Pi (bi) Xalê Xuþabî Gêsa kir gaziye
Maqûlê Gêsa li hev civiye
Dîsa tabûra xwe girtiye
Berê xwe bi Ehmedê Þeng ve dayiye
Ehmedê Þeng ji eynê xwe der ne aniye
Ehmedê Þeng li ser rikêba vê rabûye
Wekî ruma xeyzeranî hejandiye
Ser û binê rumê vêgra gihandiye
Rum nêv guhê hespê da daniye
Rikêb Leylika Qemer þikandiye
Go: Subhanê ji e’zemeta Xwedê,
Mînayî birûska biharê Leylika Qemer vê firiye
Li çarexê e’skerê Gêsa geriye
Eskerê Gêsa bi hev da þidandiye
Xwe li koma eskerê Gêsa dayiye
Ji rexa zozanê rexa beriyê ra derketiye
Ji qewlê qaîla dibêjin bîst û þeþ egîd jê avêtiye
Carek dî Mihemmedê (Ehmedê) Þeng ziviriye
Hatiye li pêj (pêþ) eskerê Gêsa sekiniye
Ruma xwe di erdê da çikilandiye
Xalê Xuþabî Gêsa dikit hawar û gaziye
Li binê vê beriyê li me teþqiliye
Erzê Gêsa (vî) þikandiye
Xalê Xuþabî Gêsa dikid (dikit) gaziye
Magûdê Gêsa li hev civiye
Evan tabûra xwe girtiye
Berê xwe bi Ehmedê Þeng ve dayiye
Ehmedê Þeng (li) Xal Xuþabî Gêsa kir gaziye
Me ray û bextê Leylikê vê rabûye
Wekê ruma xeyzeranî hejandiye
Ser û binê vêgra gehandiye
Rum nêv guhê Leylikê da daniye
Rikêb Leylika Qemer þikandiye
Subhanê ji e’zemeta Xwedê,
mînayî birûska biharê li erdê vereþiye
Li çarexê eskerê Gêsa geriye
Eskerê Gêsa pevda þidandiye
Xwe li koma eskerê Gêsa vedayiye
Ji rexa zozanê li (di) beriyê ra derketiye
Ji qewlê qahîla (gotiyara) dibêjin, bîst suwar jê avêtiye
Careg (carek) dî Ehmedê Þeng ziviriye
Li çarexê eskerê Gêsa vegeriye
Eskerê Gêsa pêgve (pêkve) þidandiye
Eve sed û bîst û pênc suwar jê avêtiye
Xal Xuþabî Gêsa kir gaziye
Yeman û dexîl ya Ehmedo,
Me xwe avêt bextê Leylikê,
Em dê terþ û dewarê te vegerînin.
Go: de herin peya bin , dewarê xwe berdin nav talanê û bêjin me ray û bextê Leylikê dayiye hewe. Yeg (Yek) ji van kevne xulamê Ehmedî bû. Vê gavê dît gazî kirê Sergîsî Gêsî hay bînin û xwe hef (heft) sala tu xulamê min bû, tu vê carê þerê midkî (min dikî). Go: Xal Xuþabî Gêsa ez bi xurto (bi zorê) înandime. Go: de here suwar bibe, bila ew talanê bajon. Sergîsî Gêsî çû suwar bûye.

Go: Dilê min î bi hêt e hêt e
Sergîsî Gêsa bi çirkînî ve tête
Pi (bi) xwe avête bextê Leylikê,
Qalûn da bi destê Ehmedê Þeng darête
Bi hiceta qalûnê û dagirtinê,
Rumekî li depê singê Ehmedê Þeng da,
Ji ser qelpûsa zînê hilavête
Sergîsî Gêsî gazî Xal Xuþabê Gêsa ve kiriye,
Herin suwar bin, min Ehmedê Þeng ve kuþtiye

Go: Gidîno, suwar bin werin, belkî em Leylikê bigrîne (bigirine). Wekê suwar bûn hatin Leylikê li çarexê termê Ehmedê Þeng geriye. Nahêle êdî çi derb êdî vê bikevît, devê xwe avête, danî ser piþta xwe, di rexa dî re qulipî, careg (carek) dî devê xwe avêtê, danî ser piþta xwe, di rexa dî re qulipî, ew çend suwarê Leylikê cemia’nd neþeyn
Leylikê bigirin..

Leylikê kirî ger e
Dûvê xwe kirî qenter e
Çavê xwe kirî peyal e
Simê xwe kirî kopal e (Gopal e)
Ji binê wê beriyê, li binya Zerzevanê
Li nihala Þorgu-Morgu-Korgu
Rêya sê roj û sê þeva ji berî mexribê
Heta pajê (paþê) î’þa (þîva)
Hewar gihandî mala…
Diye Ehmedê Þeng vê dibêjî:
Dilê min bi birîn e
Kose Otmano malig (malik) wêran e
Serê xwe ji kûrxanê biderîne
Bi ray Ella û eman, Leylika Qemer vehatî,

zîn î vala, rikêb tijî xwîne

Go: Li Dodikya bû hewar e
Suwar bûn ji biçûk û mezin û tufala
Kose Otman vê dibêjid: Kera jin magê serî gano!
Kesek ji mala xwe nabit ji xeyrî mala Ehmedê Þeng
Sêsed û pêncî suwarî ji xwe mala,

ji xeyrî xeybanî ruvala

Go: Sêsed û pêncî ji Dodikiya suwar bûne
Kose Otman, Kose Otman (Ne’man), (Kose) Þahîn, hersê suwar bûne

Kose Otman dibêjid gelî Dodikiya, Wekî em sêsed û pêncî suwar biçin li ser êla Xalê Xuþabî Gêsa, li ser êla Keþmanî, li ser êla Gêsa, Sergîsî Gêsa, em hemiya qud (qut) bikin, qet çi naniþ (namûs) tê nine. Go: Kose Otman, te çewa divêt? Go: Me divêt ez bi tinê herim Kose Þahîn got: Tu naçe, ez dê bi tinê çim. Kose Ne’man got: Na ez we nakim. Go: Pa dê çewa çêbit?

Kose Otman got: Dilê min pi (bi) kovan e
Her sê Kose suwar bûn û Osman e
Êdî Dodikiya hemî vegerîne li malan e
Hersê egîda xar berdane
Leylika Ehmedê Þeng vê li pêþiya wan e
Her çar suwara xar berdane
Sê roj û sê þeva ajotin li beriyê û berîstan e
Sergîsî Gêsî nobedarê wan e
Wekî fikirî serê suwara derket, çû xwe avêt bextê Kose otman e
Go: Sergîsî êsî, tu kevne xulamê meyî
Here mala xwe ji êlê de bêxe

û pajê (paþê) em dê bi ser êlê da bigrin

Çû mala xwe derêxist
Go: Sube ye çi sube ye
Dilê min pi (bi) kovan e
Her çar suwara xar berdane,
Bi ser êlê Xalê Xuþabî Gêsa, Sergîsî Gêsî ve girtî,

cerdekî qewî giran e

Li nav êlê Xalî Xuþabî Gêsa bû qiyamet û axir zeman e
Bi þer û qiyametek qewî giran e
Toz bilind bû li ber esman e
Go: Iro ew roje roja egîdan e
Xwîn herikî li ser terefê konan e
Bû roja qiyametê û axir zeman e
Bû çûngçûnga van rikêban e
Bû xîlexîlê di van hespan e
Bû bîrqebîrqê di van þûran e
Qîrênê evda çû esman e
Bî (bû) roja qiyametê û axir zeman e
Ew deþta tijî bû ji keleþê wa insan e
Go: Subhane ji e’zemeta Xwedê
Kose Þahîn, Kose Ne’man, Kose Osman e
Darêxistin ev terþ û talan e
Darêxistin e’rz û ey‎al tev li jinan e
Hemî dane ber xwe înane
Miqdarekî hatin Kose Etman gote Kose Þahîn: Me divêt em termê Ehmedê Þeng bibînin, bêje Leylikê ew dizanît? Wekî Kose Etman çû nig Leylikê sekinî, go Leylikê minê, delala dilê minê, axir em nizanî (nizanin) kanê termê Ehmedê Þeng li kêrê ketiye. Leylikê serê xwe hejand, go: Werin. Kose Etman û kosêd Þahîn herdu vêraa çûn. Ev êdî terþ û talan da ber xwe birin. Ew herdu li pê Leylikê ketin, þûn li binya gelyê Zerzevanê, birin ser termê Ehmedê Þeng sekinîn. Vêca herdu peya bûn, herdu li ser termî peya bûn. Wekî fikirî rumekî li ser perrê (perdêt) dil vê dayî, li rexa qulincê re vê derketiye (derketî). Rabûn term hilanîn ser piþtê Leylikê danî (danîn), girêda(n) û herdu suwar bûn, ajotin, gihane terþ û talanê, terþ û talanê xwe ajotin heta birin li nava malane. Vê carê rabûn çil pêncî suwar suwar bûn, çûn konê Ehmedê Þeng li bin çiyayê Evdilezîz, konê wî bar kir, da ber xwe, anî hat, konê wî li perrê êlê danî. Heçî Sergîsî Gêsî xulamê Ehmedê Þeng bû, got: tu here li mala Ehmedê Þeng rûne, îna mala Sergîsî Gêsî bar kir, çû danî li konê erebî da, Leylika Qemer ser merbetê girêda.
Sê roj û sê þeva êmê xwe nexwar, îna rabû, kurek Ehmedê Þeng hebû, ku ser piþta Leylikê suwar bû, Leylika Qemer bi herdu çava digirît, bi her çar linga pêkole ti(di)kit. Diya Ehmedê Þeng rabû bandikî bi Leylika Qemer, got:
Dilê min î bi vê heybetê
Bejna Ehmedê Þeng stûna li ber vê xîvetê
Herê Leylaya minê,
Delala dilê minê,
Çi xema hilmegire, axir roja qarin û qarêna
Pi (bi) serê mêrxasa hervetît (hervetê)
Vêca kurik ji ser piþtê peya bû, leylika Qemer hejand qeyda xwe þikêna, merbeta xwe þikêna, carekê çû bin xîvetê, devê xwe avêt gehpira stoyê Sergîsî Gêsî, darêhiþt, avête ber pê xwe gere li ser kir, kuþt. Birê Dodikiya li dîwanê rûniþtîne. Kose Etman go: Gelî Dodikya hûn çi dibêjin? Eve heywanê me eyan zanî evê ha kuþtiye. Ina rabûn herçî mirovê li mala Sergîsî Gêsî hebûn hemî înan danî(n) li ber piyê Leylikê, yeg (yek) bi yeg (yek) þerjêkirin (serjêkirin). Leylika Qemer serê xwe hilanî û þîhî, ji nû ve çar cihor jê re anîn, serê xwe kir cihorî da, a’lîqa xwe xwar. Ji nû dilê van jig (jî) serhed bû. Ewan ji nû zanî vê carê Sergîsî Gêsî Ehmedê Þeng kuþtiye.



E’lî Xwarza (*)


Wardiyana shewitî, xwesh Wardiyane,
Bazidiyê gundê di filane,
Çema Bishêriyê bi mêrgan û çîmene,
Kendê Bazîdê cihê Nijdan û Celaliyane,
Çi dema Hemzê konê di resh lê vedane,
Digerînit li koçkan û dîwana,
Sibeyekî, Hemzê serê xwe li ber konê di resh dihilînî,
Dûrbînê li ber çavê xwe digerînî,
Tewqa suwarekî li binê mala wê dibînî,
û ewî suwarî bi Îsivê Gozalê dishebhînî,
Gotî: Temo, lo lawo! Egîdo! Lo lawo!..
Dê tu lez ke (bike) , bilezîne,
Xwe bi extexanê re bigihîne,
Kûçek Stenbolê ji extexanê biderîne,
Zîn bi çar qaîsha li pishta kûçek Stenbolê bishidîne,
Li ber qerpûza zînê biçikilîne ortek û karzûna,
û xwe di binya mala re bigehîne,
Siloxdana vî suwarî ji min re bîne,

Heke suwarê me xuya bit, bêje:

“Babê min Hemzê gelek selam û kelamê qedîm libat kirine”,
û bêje:

“H’al û hewalêd qaçaxêd me li zozanê jorî çi ne?”

Heke suwarê Celaliya bit:

“Malêd me du cilpa ne”.
Ditirsim vê sibeyê talanekî ji xwe re bikishîne.
Temê lez kirî lezandiye,
Kûçek Stembolê ji extexanê derantiye (der aniye),
Zîn bi çar qayîsha li pishtê shidandiye,
Pê xwe li rikêba avêtiye,
Xwe li biniyê mala re gihandiye,
Berê xwe dayê, ewê suwarî Isivê Gozalê bi e’ynî ye.
Gazî kirê: Isivo, lo, lawo!
Gava çavê min bi çavê te ketiye,
Rayê pishta min qetiye,
Kezeba dilê min heliye,
Ji min re bêje:

“Hal û hewalê di qaçaxêd me li zozanê jorî çî ye?
Wey la li min diranê!
Isivî gotê:” Temo lo, lawo!

shikira mîrê mezin be,

Nanê me biriye be,
Dewê me qeliye be,
Hashiya (heyîna) konê me sot be,
Navê qaçariyê li mala shêrê li darê dinê qet tune be!

shevê dî ne sheva dî, Emerê Yûzbashî di gel gidî babê bênbashî,

Mixoyê Gozalê tabûrekî eskerî Anatolê bi serbirra alêd me girtiye,
Bîst û pênc kurî law, destê wan bi darê kelemçê daye,

û berê wan daye Erziroma rengîne,

Behsê kushtina wan heye û berdana wan qet tu nîne..”
Gava Temê wa bihîstiye,
Celabê kûçek Stembolê zivirandiye,
Qesta kona mezin kiriye,
Ji babê xwe re gotiye,
Erê, babo! hatina vî suwarî bê oxrî ye,

û ewî suwarî Isivê Gozalê bi e’ynî ye.

--------------------------------------------------------
(*) Binêr rojnameya Roja Nû (1943-1946), Beyrût- Lubnan.



E’mê Gazê

(E’mê Gozê) (*)


Ebdilhadî Mihemmed

Wey la wayê, wey la wayê, de wayê..
Bisharê Çeto bankir (bang kir) E’mo lawo!, were rayê,
E’skerê Romî û nefîra’m a bîst û çar e’shîra girane,
Dawî nayê.
E’mo bankir, Bisharo! Lawo!,
Shahidê bavê shemso gelek hene,
Bi eshîra ewilî, mi gelek zabit û onbashî û çawîsh kushtin,

Meytê wan avêtin, serê wan kirin loda xwe a kayê..

De lêda!..talî E’mo de lêda, pozberano de lêda.. (lêde)
E’mo bankir, Bisharo lawo!
Nigê mi di qeydê da,
miftê qeydê li shemso Xanimê (1),
li esrax û banê qesrê da, Dilê mi dilekî dîn e.
Shemso bankir:

Kekê Cemîlê mêzeke, birek malê koçera,
li zîwankê Saço, li sadek a bavê Melko,
Li kevrê bûk û zava, li tenisht a malê me danîne.
Ez bal a xwe didimê, sibe ye,
pênc swar (suwar) tên û dilezînin,
Siwarê pêshî Meh’medê Derwêsh e,

yek jê Elîkê Elîkawî ye,

yek jê Mecîdê Segman e,

yek Xalidê Xwedê da ye,

ê dawiyê Elî yê Matkî ye.

Bi texmîn vê sê bi ser koza lawê Gazê da dica’dînin,

Tirsam ( tirsa min) tê ji wê tirsê, wê koza lawê Gazîkê,

Kozik a Karanê, wê bikin qitîk û xwîn e.

Shemso bankir Hesenê Osman bavê min vê,

sê (ger) tu mêr be,

devê canfidayê li shibak û li banê qesrê xîne.

Bike tu van her pênc siwara,
ji ser koza E’mê Gazê vegerîne.
Shemso bankir, Cemîlê!, sibe bû,

bila sherek çêneba, li Kelekanê koçera,

li pozê bîra, bi bîre.

Mi dî ji êvara Xwedê da,

dengê top û teklikê Bisharê Çeto,

Qaymaqamê Zoqê, ji êvara Xwedê da,

li ser serê E’mê Gazê,

nala (nola) çûçikê ser hêlîna, Wîlewîle.
Shemso bankir, Hesenê Osman,

kurê xalê ! îro derba bavê Cemîlê,

sibe bû, dilê mi dilekî li dîne.

Bisharê Çeto bankir, Meh’medê Derwêsh!
bavê mi tu çawa ye?


Tu îro bi ser koza E’mê Gazê da, bikudîne,

Tu enextara mîryê (mîriyê) ji destê wî bi derxîne.

Meh’medê Dewrêsh bankir, Bisharo lawo!,

Madamkî (madam kî) te ez xwestim, sekna mi tu nîne.

Henê bankir Cewê, Cewê bankir Seyrê,
Seyrê bankir Meh’emedo lawo!
Îshê te bi îshê E’mê Gazê û Bisharê Çeto tu nîne,
E’mê Gazê wê te bikuje,
heyfa dijminiya, kîna kevin,
wê bi serê te derxîne.
Meh’emedê dewrêsh bankir: Seyrê lê dayê!
Heger ez najom ser koza E’mê Gazê,
Bisharê Çeto û Mecîdê Segman û E’merê Perîxanê,

wê li kozê xanimê xwe rûnin,

Wê xwe li cem jinê xwe,
Xwe bi pesinîn in
Wê laf û forta li kurê te bikishînin,
Bisharê Çeto wê bibêje:

Min Meh’emedê Dewrêsh li E’mê Gazê e’limand,
Nikanî bû E’mê bikushta û enextara Romê ji ber hilîne.
Ezê vê sê (sibê?) bi ser koza E’mê Gazê da, ezê bikudînim,
Qedera çi hebe, wê serê xwe bibîne.
Shemso bankir Cemîlê, heke sibe bû,
Bira sherek çêneba li Zewkanê,
Saço li Sadeka,

bavê Melko li Çardaxa,

bavê shebûkê li Kevrê Bûkan û Zava,

Sibe bû, dengê top û teklikê Bisharê Çeto

û qaymaqamê Zoqê ji êvara Xwedê da,

li ser E’mê Gazê tê, nala girgira ewran û tava...

Bishewite mala qaymaqamê Zoqê,
Bisharê Çeto û Meh’emedê Dewrêsh, lawo !

te malik ne ava,

Te hicûm kire ser koza E’mê Gazê,

birîna E’mê Gazê,

li nabeyna herdu çava..

Baxems bishewite, bi newale ..
Shemso bankir: Cemîlê!,

hekê (heke) ez bala xwe didimê,

vê sê sherêaliyê E’mê Gazê, Gêra Bênderê,

kozika karanê sher seh’abe ji nîro shûn da,

Sher qulibî ser banê qesrê Kela,

ba Xemsê, milê Hesenê,

Osman kurê xalê Kewê bi kar e.
Dilê mi dilek î li dîn e, Shemso bankir:
Hesenê Osman mêzeke Meh’emedê Dewrêsh

û Xalidê Xwedêdayî, Elî yê Elîkawî,

E’mê Gazê kushtin,

dikin enextara Romê ji dest derxînin.

Bavê mi tu mêr be,

devê kuçûk çapiliyê li shibaka jorîn xîne,

bike tu qapaxa qafê Meh’emedê Dewrêsh bifirîne,

heyfa E’mê Gazê Hefsadê kela Baxemsê jê hilîne.

Hesen bankir Shemso:

Xwarzê! enextar di destê xalê te da germ bûye,
Ez kêm digirim zêde dixîne,

tu Balçîqa devzirav,

bi destê kurê xalê xwe gihîne,

gava shemsa dike û dilezîne

paniya qunderê hildikishîne,

Balçîqa devzirav li cem Hesenê Osman datîne.
Hesenê Osman bankir shemso!

tu îjarê (îcarê) derbê kurê xalê xwe,

bi çavê serê xwe bibîne,

Gava Hesenê Osman deste li balçîka devzirav dixîne,

li bejna Meh’emedê Dewrêsh die’dilîne,

Qapaxa qafê Meh’emedê dewrêsh difirîne,
Doxîna shelwerê Elî yê Elîkawî diqusîne,
Heyfa E’mê Gazê, bavê shemso,
Hefadê kela Baxemsê jê hiltîne.

***********************

(*) Binêr li quncikê stranvaniyê ji rojname ya Roja Nû,
Hejmara 20.09.1943, ku salên 1943‑1946’an li Beyrûtê, Libnanê, derdiket.
(1) Shemso xanim dayîka E’mê Gozê ye.




E’mê Gozê (*)
Bilind Sorçî

E’mê Gozê pismamek hebû, bi navê Hesenê Osman. E’mê dilmayî bû. Seba hindê mala xwe bir bû dûr li zozana. Rojekê hindek muxlacîker li destê Bisharê Çeto, ku ew jî qaymeqamê Osmaniya bû, direvin û diçine mala Hesenê Osman li navçeyekî, ku digotinê.” Kozê Koranî ba Xemsê Mîra”.

Hindê Bisharê Çeto pêve bû, ku Hesen wan muxlaciyan teslîm bike, lê Hesenê Osman digot: “ Em çi cara qaçax û muxlaciyan teslîm bi destê dujminî nakeyn, bela yê xwe ji me veken, çi feqîr û jarane dekutinê. Heke tu mêrî, were meydanê, ez û tu bi tinê.” Bisharê Çeto go bash e.

“Herduka ta yê çepera xwe dirust kiriye.
Hesen digote Bisharê Çeto ba dora te bit cara ewweliye.
Bisharî çavê xwe li ser darê tivingê shidandiye.
Bi hemî keyfa dilê xwe nîshan li Hesenî girtiye.
Bisharê Çeto gurmijîn li tivinga xwe haniye.
Bi ranê Hesenî keftiye, kar lê kiriye.
Vêca Hesenî digote Bisharî:

Xwe bo min bigre, gera min hatiye.
Çar hengost serê xwe bo min diyar bike bi dirustiye.
Hindî Bishar bû mêreke kal e,
Bi fend û fêl xwe rizgar kiriye.
Li ciyatî serî diyar ket li ser çepera,

kilaw û desrokê xwe li serî starî daniye.

Hesen li gel teqîna tivingê,

kilaw û desrûkê Bishar têhildaniye.

Belê Bishar bi tîqe tîqa kenînê, xwe diyar kiriye..
Got: Hesen! tu biçûkî nefamî,

hêshta fend û fêlê mêra nezaniye.

Pishtî hingê Hesenî kaxezek da jinka xwe,

bibet bi hawariye.

Bo pismamê wî E’mê Gozê li Zozana joriye.
Ew serê duwazde salane li eshîrê dilmayî ye.
Shemsîxan jinka Hesenî lez kir û lezandiye.
Xwe bi zozana jorî ra gehandiye.
Neçûtealiyê jinka, bialiyê mêran bi jor keftiye.
Wextê çavê E’mê Gozê bi Shemsîxanî diketiye.
Li hêrsa dilê xwe da gelekaciz û medlûl biye. (melûl)
Got: Xêre? Shemsîxan! te çi xeber bo meaniye.
Çi cara jinkê me lialiyê mêran bi jor nekeftiye.
Shemsîxanê serhatiya Hesenî bo E’mê gotiye.
Diyê E’mê Gozê li mal guh li galegalê wan dibiye.
Lez kir û lezandiye.
Xwe bialiyê mêran gehandiye.
Go: Kurê min! E’mê min!

li binemalê babê te kesek nedîtiye.

Hindî te Umir biket,
Kes li ser cî û balinga nemirdiye.
Li dûmahiyê ez dê hême (dê bême) ser termê te bi eyniye.
Eger birînê te li sînga bit, tu li babê xweyî bi dirustiye.
Eger birînê te li pishtê bit, tu li kurkên xulamiye.
E’mê yî digel duwazde pismama, lez kir û lezandiye.
Xwe bi « Gozê Koranî ba xemsê mîra » gehandiye.
Dît Mela yasînê li ser Hesenê Osman dixwêniye.
Wextê çavê Hesenî bi E’mê Gozê ketiye, êdî temam biye.
E’mê Gozê digel duwazde pismama,
li Gozê Koranî tapî lêdayiye.
Wextê leshkerê Bisharê Çeto,

guh li ne’retînê E’mê Gozê dibiye.

Destê wan li ser darê tivingê shil dibiye.
Herdula deng li leshkerê xwe dikiriye.
Tapî û çepera li Gozê Koranî toz û dûman digirtiye.
Bisharê Çeto li leshkerê xwe dikete gazî û qîriye.
Li spêdeka zû heta ku roj li esmana berz dibiye.
Sê sed û shêst mêr kujane û birîndar dibiye.
Shesh pismamê E’mê kujrane û sheshê dî reviye.
E’mê Gozê bi taqê tenê li meydanê disekiniye.
Belê Bisharê Çeto bash mêraniyê E’mê Gozê dizaniye.
E’mê Gozê bi sê denga gazî Bisharê Çeto kiriye.
Ewa min lingê xwe li qeyd û merbeda girêdayiye.
Kilîla qeyda li piyê min, min bi xwe havêtiye.
Çunkî çi cara revîn bo me Kurmanca nebûyî ye.
Sê siwar li dûr bobik (obik : komik ) Bisharê Çeto dihatiye.
E’mê bi sê teqan her sê siwar êxistiye.
Wextê Çeto bi çavê serê xwe ev kare dîtiye.
Go: E’mo! te sed cara heyfê Hesenê Osman kiriye.
Ewan siwaran êk bira yê min bû,

du yê dî pismamêd min bûn,

hatibûn li beyna me biken sulhatiye.

Kuro! E’mo! te ucaxê me kûr kir bi êk (yek) cariye.
Bisharê Çeto gelek bi fen û fêl bû,

tiqey (1) li xwe birriye.

E’mê we zanî Bishar nemaye,

xwe li naw (nav) çeperê diyar kiriye.

Bisharê Çeto derbega (derb) giran li E’mê Gozê dayiye.
Belê E’mê Gozê xençer li kalanî deraniye.
Hêrshekê bo ser Bisharê Çeto biriye.
Daye ber xençeran belê xençer kar li Biarî nekiriye.
Çunkî ew e serê çend rojane E’mê yî çi xarin nexariye,

xulamê Bisharî, E’mê Gozê dikushtiye.

Xeberê E’mê Gozê bi diyê wî gehishtiye.
Lez kir û lezandiye, xwe bi meytê wî gehandiye.
Dît birîna wî li sîngî ye, ji gerdenê azad kiriye.
Gozê dayîka E’mê cilkeka mêraniyê li ber xwe kiriye.
Gazî diket Bisharê Çeto:

Ewê hingo kushtî E’mê Gozê niye.
We’z E’mê Gozê me, kurê Pîrê me,

beranê mala Seydo me,

Sîto me, tornê mala Shero me.

Wextê guhê wan li wî dengî dibiye.
Destê wan li ser darê tivingê dilerziye.
Herêk bi hêlê, piya meydan bi cî hêshtiye.
Leshkerê Bisharê Çeto reviye û shikestiye.

-------------------------------------------------

Têbînî

(*) Ev parçe yê giranbiha ji govara Sirwe, hejmar 40, sala 5’ê‑ 1990 zayînî hatiye girtin.
(1) Tiqe: Tika û hêvî.




Emîna (1)


Eman neman lê Emîna!,
Nav min û te dîwar e,
Pehnkî lêxîn werîn xwar e,
Serê memkên te zer bûne,
Alîk sêv e û yek hinar e,
Yek bihok û yek pirtiqal e,
Kerem bik’ were male.
Te dî li bin mêwa tirî,
Goshî bi goshî diçînî,
H’eb bi h’eb jê dikirî,
Teres li keçkê fitilî,
Lê û lê lê Emîna.

Memkên te sohr û sipî ne,
Wek fîncanê fexfûrî ne,
Wek sêvê Meletê ne,
Serê sor e kokspî ne.
B’ shêx û mela t’a min î,
Tim meh’bûba l’ber vî dilî,
Te dî li pehnava reza,
Ez çûm b’rûkî sohr b’geza,
Tu b’nêr l’kolan û qeza,
Ezê gewrê birevînim,
Bibim welatê Çerkesa.



Emîna (2)

Emîna ban kir Pêrûza,

Go: Porê serê te kur be,
Izdînê mala Temo,
Shêwir û mishawirên giran datînin,
Koma giran li ser kozik û çepelê Qeyanyatê dicivînin,
Tacdînê mala Hecî Osman ne li mal e,
Li mîrata Pêpanê, nobetê dikshîne,
Pêrûza tu rabem berê xwe bide mala Melê,
Bê: Namûs namûsa Xwedê û namûsa mêrê çê ye.
Bila kaxezekê binivîse û bibe Pêpanê,
Di destê Tacdînê mala Hecî Osman de deynê..
Bê: Namûsa Xwedê û namûsa mêrê çê ye.
Mela radibe, kaxetê dinivîse û berê xwe daye Pêpanê,

Kaxetê di destê Tacdînê mala Hecî Osman de datînê,

Gava kaxetê di destê Tacdîn de deytînê,

Tacdîn li kaxezê dinêre, aqilê wî di serî de namînê,

Ban dike peyan, dibê:
Gelî peyano! Hon (hûn) nobetê bikshînin,
Ji êvara Xwedê de, dengê wan çapliyan,
Li ser kozika Qenyatê xwesh tê,
Hon (hûn) nobetê bikshînin,
Ezê herim saxlixkî ji kozika Qenyatê hilînim.
Tacdîn radibê û dilezînê,
Hayê wî tu carî ji bayê felekê tu nînê,
Izdînê mala Temo Gewrê shêwir û mishawirên giran datînê,
Sê kemîna li pêshiya Tacdînê mala Hecî Osman deytînê,

Tacdînê mala Hecî Osman tê û dilezînê,
Dikeve nav her sê kemînan,
Her sê kemîn lê diteqînin,
Destê xwe davê ser xencerê,
Her sê kemîna bi xencerê dishkênînê,
Xwe bi darê xencerê dikishînê,
Kozika jorî, di kozikê de rûdinê..
Izdînê mala Temo ban dikê, dibê:

Tacdîno! Tu a min bikî, tu ê rabî, Ji kozika Qenyatê bêxwînê û tu ranebî,
Wa’dê Xwedê li canê min keti be, Ezê vê sibehê ruhê te bistînim.
Tacdîn ban kiriyê, go: Izdînê mala Temo!,

Ez kekê Izdîn û Bedredîn im,

Ez gurekî ji gurên zozana devbixwîn im,

Ezê heyvanê we ji dinê biqelînim.

Smaîlê Mihemed ban dikirî digo:

Xalo! Tacdîno! Tu a min bikî,

Tu rabî ji kozika Qenyatê, bê xwîn e..

Tacdîn ban dikiriyê digot:

Smaîlê Mihemed !
Bi shêxê Mihemed Kerbasî...
Bi Keçika Bagasî!...
Hek devê te dibêjî, dilê te nabêjî!
Heke tu xwarziyê min î, ez Tacdîn im
Ez gurê zozana devbixwîn im,
Ezê car dî bikim kerxa mêra û xwînê,
Îcar dinya misilmanî ye,
Heke tu xwarziyê min î û ez xalê te me,

Tu rabî xwe berdî Qirqata jêrîn cem Hecî Bedredînê,
Belkî koma giran li ser xalê te vegerînê..
Heft eshîr,
Koma Rima û a Kosa û a Hebizbiniya û a Omeriya,

Timam li ser kozikê civiyan.

Eliyê Hezarî ban dikirî, digo:

Xalo Tacdîno, ezê pirsekê ji te re bêjim,
Ko tu bê, ji tirsa ye, ez na bêjim...
Heft eshîr hatine ser me, em rabin, emê herin...
Tacdîn ban kiriyê, go: Elî lawo!
Me heya niha, min digo: Qey tu mêrekî bash î...
Belê navê mêraniyê di nav te de nîne.
Wa’de li min keti be,
Ez navê revê bi dû mala Hesen shemdîn na xînim.
Tacdîn go: Elî lawo!
Tu rabe, dûrbînê li ber çavê xwe deynê..
Li deshta Kerbasê bimeyzînê,
Birek peya ji deshta Kerbasê tên û dilezînin..
Ez nizanim nedost, ne dijmin in...
Gava ko wilo jê re got:

Mihemedê Hecî Evdela got:

Lo..Lo...! Tacdîno!
Wa’dê Xwedê li min keti be,
Heke Xwedê rûhê te nestînê,
Ezê îro rûhê te bistînim.
Tacdîn ban dikiriyê digo: Mihemedê Hecî Ebdela,
Ne hewceyê zirta û forta ye!...
Nayê Bîra te roja ko tu li deshta Kerbasiyan bû,
û ez û tu li hev rast hatin,
Tu bi sî peyê ve û ez bi tenê bûm û min berda dû te,

Û min deh zelamên te kushtin,
Û min tu heya nav malê Kerbasiya birin.
Îro hon heft eshîr in û ez bi tenê me, piraniyê mêranî daniye,

Belê ezê çi bikim..


Eshîr lê hatine hevdu û hema tivingên xwe lê rast kirin, derbek lê xistin; hina rûh tê hebû; ban kir xwarziyê xwe Eliyê Hezarî, go:

Lawo! Rahisht tifinga min, xeyra min ne maye, wê te jî bikujin, Elî rabû û dî ko xeyra wî nemaye, xwe di kozikê re avêt nav peyan, peya ji ber bûn du alî, go qey Tacdîn e. Tifinga wî xelas kir û ew jî xelas bû. Tacdîn tu xwesh xelas bû.



Emîna (3)

Emîna bûka salê,
Te kinkê bi fesalê,
Çavreshê, çavxezalê,
Eman n’ma lê Emîna.

T’xwediya teshî glokê,
Tak rêhana ber bihokê,
Bihna t’ bihna shimamokê,
Ez l’ cem rakim shev û rokê,
Ez têr nabim ji vê gilokê.

Ev sibe ye, berxa kish kê,
Xilxalê te bi xish xish kê,
Ev sibe ye, berxa berde
Mêrê xerab kul û derd e.

Jina pîs t’laq d’dest de,

Ti b’ kêr nayî, were m’ berde,
T’ mîna nîzka nekelî,
T’ mîna nîzka serê sibehê,
Çar tiliya av di ser de...



Emîn o !


Ha wer werê, wer werê, werê Emîn o !
Nav û gerden çi shêrîn o!
Emîn o! Min û çema, çemê Bishêriyê,
Mi dî kelekvana kelek berda li dû gemiyê,
Xwezî bi wê gavê û bi wê kêliyê,
Baqê temberiyê bikî, hevalê vê keziyê..
Emîn o! Ez bi çema ketim, çemê Bishêriyê,
Emîn o! Were min birevîne,
Bavê koçika Geydûkê, bavê ser darê wê hewiyê,
Emîn o! Ez bi Bishêriya xopan ketim, li ber avê,
Mi dî siwar û peya dabûn navê,
Xwedê tea’la min û Emînê Eh’med bisitirînê ji weynê jinbavê,
Emîn o! Min û çema ketin, çemê Bishêriyê,
Xwezî wexta kolos xwar be ser kofiyê,
bi çeplê min bigrî, bavêjî ser hewiyê...





Êmo! (1)

Êmo, Êmo, Êmûshê!,
Koçera j’deshta Mûshê,
Dew tune rûn difiroshê,

Heçî xwaka wan pak e,
Ez û wan destbirak e,
Heçî xwîshka wan resh e,
Ez û wan pev ne xwesh e,
Li ber çavê min resh e.

Êmo hat û meshiya,
Kil li çava weshiya,
Ez ketim dilim êshiya.

Êmo hat û xwe l’ba kir,
Bejna zirav du ta kir,
Sê biskê sor hena kir.

Êmo, Êmo, Êmûshê!,
Lawik bavê dergûshê,
Ezê b’ çeplê te bigrim,
Bavêjim deshta Mûshê.

Êmo bû, çû kaniyê,
shara resh ket eniyê,
Sola sor ket pehniyê,
Ez xulam deqa l’eniyê.




Êmo! (2)

Hey Êmo, Êmo, Êmo,
Tu here w’ez bibêmo,
Êmo li binya tehtika,
Xwesh ji mastê elbika.

Memkê xwe li devê mi ke,
Xwedê te bi rizqê mi ke,
Êmo keçika keshe ye,
Pashil tijê xurme ye.

Êmo li binya xaniya,
Memkê Êmo mi diya,
Xwesh e ji goshtê kêviya,
Hey Êmo, Êmo, Êmo.

Êmit, Êmo, Êmoshê,
Dev (dew) tune, rûn difiroshê,
Mêr tune, kur li koshê,
Koçera deshta Mûshê.

Êmo d’hat û d’gulgulî,
Eynik danî û xemilî,
l’ bejnê paçikê gulî,
Xeftan l’ bejnê edilî,
B’ shêx û mela t’ya min î,
Mehbûba l’ber vî dilî.

Êmo, Êmo, Êmoshê,
Êmo dî li banê banî,
Tu b’xizêmek ridwanî,
A ko mi digo te anî,
Sed bimbarek li wî canî.



Erebshênê !

Mi dî bejna zirav ji avê tê,
Bihna misk û e’nber û darçûna ji ber pishtê tê,
Mi ji te re nego:
Were bîstkê li tenishta min rûnê,
Emê bikin kêf û helakêr û naqirdiyê darê dinê,
Mirina malxirab bi bîra kê tê...
Bejna te zirav e, takê rêhanê,
Shîn dibû li Tizyana shewitî, li pîkê heywanê, (eywanê)
Shan û shîna mala Fendî axa li binya malê,
Heke qatî nebû miradê dila û wezê bejna zirav birevînim,
Emê xwe bavên bext û ocaxê bavê Kamil,
Dila sala vê salê, di ber me de bidê hersê qistê dêmanê,
Ber derîkî mala bavê min bê sergo ye,
Kûçikê Kanos gelekî no ye,
Xera dikir civanê hero ye,
Mi dî bihar hatî, çaxê kerengvaniya,
Xwezla mi bi wê gavê, wê sae’tê,
ku min cihê xwe û bejna zirav,
li banê bilind tevde daniya,
Gava mamûrê firara bi derketana nav Omeriya,
Minê navê xelkê delal, ji çîtika ses hilaniya..
O, lo kuro...!
Derî veke were hinduro!,
Xwezî bi gava ku serê min û te here ser behlîfê,
Tu bê keçê û ez bê (bêm) kuro!
Mi dî bihar hatî dilaxêvê,
Payîz hatî çaxê dilketin û kêfê,
Kêf û henek xweshin, li ser xaniya, li bin lihêfê...




Evdal Omer

(Ji berhevoka Socin û Prym – Petersburg 1887, li Zaxoyê
hatiye bihîstin û nivisandin )


Çi subehiyeke zû ye
Evdal xewneg (xewnek) dî tiye
Çil sala xezayî ye
Evdal Omer e, mîro, jimbabê (jinbabê) Evdalo tu ye
Tu tufalî, tufalekî mendalî (þagir)
Tu li þûna mamê Alî
Got : Jimbabê, ez ne tufalim
Ne tufalekî mendalim
Go : Evdalo da pikî (bikî) li tegbîr e
Vê xewnê bike ji bîre
Em dê Evdal kîne (bikine) mîr e
Go: Jimbabê, ez nakim tegbîr e
Va xewnê nakim ji bîre
Evdal bi xwe navêd (navêt) mîr e
Go: Evdalo, da piçin (biçin) zozana
Da em bixun goþtê berxane
Vexun avêt (avêd) kevyane
Henekê bikin li gel kîjê (qîzê) gewrane
Go: Jimbabê ez naçim zozana
Ez venaxum avê kevyane
Naxum goþtê berxan e
Li min h’eram bid nezerê kîjê (qîzê) di gewrane
Heta xezayê nekim çil salan e.
Go: De kar kin, kar kin
Dewara pêþ û paj (paþ) nalkin
Extiyara (extiyaraniyê) çil sala kin
Ve Evdal mîrek temam e
Esker rakir xas û a’m e
Xudbe (xutbe) ve biriye Þam e
Evdalo kesê dayê
Xwedê dewled (dewlet) ve dayê
Ji Þamê vegerhat terefê Bexdayê
Evdal mîrekê çê ye
Esker berda deþtê ye
Standî welatê Romê ye
Evdal mîreg (mîrek) biçûk e
Esker rakir ji Gerdûk e
Standin Silêmanî û Koy û Kerkûk e
Evdal mîrek temam e
Eskera xas û a’m e
Xudbe ve birî (ye) Þam e
Evdalê mi hêþ kur e
Tifinga guregur e
Bi þîr (þûr) hat, standî Navkur e (bê:bi)
Evdal mîreg (ek) bi xezeb e
Esker rakir ji Ereb e
Þîr standî girê Mi’heme Ereb e
Evdal mîrekî sil e
Eskera bû sinsil e
Bi þîr vî standî Mûsil e
Evdal mîrek temam e
Eskera xas û a’m e
Xudbe ve birî Þam e
Evdalê min î sîs e (sor û zer e)
Eskera xîsexîs e
Bi þîr çû bi Sêrt û Bedlîs e..
Hey hanê sed car hanê
Xulamê dikim cedîdanê
Bi þîr çû bî (bû) behra Wanê
Evdal mîrek temam e
Eskera xas û a’m e
Xudbe ve birî Þam e
Evdalê min xweþ mîr e
Esker rakir pi (bi) tegbîr e
Bi þîr ve standî Cizîr e
Evdal got xulama here
Eskere had (hat) beramber e
Bi þîr standiye Þax û Hewlêr e
Evdal mîrek temam e
Eskera xas û a’m e
Xudbe ve birî Þam e
Ey hoyê sed car hoyê
Xulamê dikîne goyê
Bi þîr ve standî Zaxoyê
Çi subeyeke hîn e
Esker qewî ceme’ bîne (bûne)
Bîst û çar hezar temam bûne
Bi þîr standî welatê Behdîn e
Evdalê min î çê ye
Esker berda deþtê ye
Bi þîr standin Þoþ û Akrê ye
Evdal kurê jinebî ye
Suwarê li ma’negî ye
Bi þîr standî Amêdiye
Got: Xwedê xerab bikit gelyê Nûhêyo
Kafirê kore (bi kore) lêyo
Tirsa Evdalî jêyo
Evdalî got: here kafiro eskerê te çende (çine)
Kafirî gotê: Eskerê min çil qeþe ne, çil ebobe ne
Têrê eskerê Evdalî hene
Kafirê kor e ve rabûye
Gazî keça xwe kiriye
Go: Ya kiçê û ya keçîne
Tîr li kevanî bîne
Da bavêjim Evdalê Nûrîn e
Keçik vê rabûye
Tîr û kevan înandiye
Tîr pi (bi) çepî li kevanê suwar kiriye
Bi destê babe înandiye
Go: Kiça dî ji wê ve hatiye
Gazî babê xwe kiriye
Go:Babo, te hêj tîra xwe ne avêtiye?
Tîr pi (bi) çepî suwar kiriye
Keça dî haj Evdalî kiriye
Evê ne divye kuþtina wî ye
Kafirî tîra xwe wergerandiye
Tîra xwe serêk (serrast) kiriye
Hespê Evdalî nêr e
Li pê tewla ve tikit (dikit) gêr e
Vê þevê Evdal temam bû mêr e
Evdal subehî zû rabûye
Kar û barê xwe kiriye
Tabûra eskerê ve girtiye
Pêj (pêþ) miqabilî kafirî sekiniye
Evdal pi (bi) xwe vê suwar bûye
Li pê eskerî çûye
Li ser birkê sekiniye
Evdal cilê xwe êxistiye
Cinabetî lê ketiye
Xwe di birka avê hilaniye
Evdal ji birkê derketiye
Xulama cil jê re girtiye
Evdal cilê xwe wergirtiye
Hespî jê re aniye
Serê hespî jê re girtiye
Evdal suwar bûye
Li pê tabûra eskerê ketiye
Serê gelî ve girtiye
Pêj (pêþ) miqabilî kafirî ketiye
Qîrên bi kafira ketiye
Go: Evdal cihê me girtiye
Keçkê gazî li bavê kiriye
God (got): Babo, me hêj ti esker ne dîtiye
Go: Keça min, tîr li kevanê suwar kiriye
Min dengê Evdalî ne bihîstiye (bihîstiye)
Go: Keçka min, çil salê di Evdal temam bûye
Kafirê kor e vê rabûye
Go tîra xwe avêtiye
Çûn û hatina wî ye
Bîst û çar sae’ta tîr sekiniye
Bîst û çar sae’ta çûn û hatina wî ye
Wekî tîr bi xwar ketiye
Bi Evdalî ketiye
Derhal Evdal miriye
Temam bûye
Go: Sube ye çi subeyekê zû ye
Qîrên bi eskerî ketiye
Li eskerê bû gaziye
Eskerê jig (ji êk) pijikiye (pijiqiye)
Evdal li cih da hiþtiye
Çi subeyeke li hîndav e
Li eskera bî (bû) belav e
Evdal hêla bû li nav e
Ciwab çû jimbabê
Go: Hanê sed car hanê
Xulamê dikin cidîdanê
Xulam hatin li baxvê (baxçê) kanê
Jimbabê god (got): Ji vê taxê heta taxê
Ez pê bidim heþê û zaxê
Xulam hatin kanê baxê….



Evdo..! (1)

Evdo de menal, Evdo de menal..
Gava ku dengê nalîna tê te ( tê ji te),
Qet hêvî û tebata min nayê,
Ezê ji heybetê te re dikevim tayê..
Mi dî Evdê E’lî bi sê dengan ban dikirî (bang dikirî),
Emîshê dayê û Hesine lawo! û Xaco porkurê,
hûnê daw û derlingên xwe hilkin û bilezînin,
Bi serê xanîk û xidûra shewitî kevin,
Sê denga li Mûsayê Silo, axayê xorta,
Bikin hawar û gazî bên:
Silav û kilama Evdê E’lî,
Bavê shakir li te hene..
Binêr bê hawarkê ji me re nashîne,
Her çar malên Xerabzinya shewitî,
Bi Evdê E’lî re û Silo yê bira re xaîn in,
Gava ku Emîshê di ser xanîk û xidûra shewitî kevin,
Sê dengan li Mûsayê Silo dikin, hawar û gazî..
Mûsa yê Silo dibêje E’mîshê dayê !
Here silavê min, li ser Evdê E’lî,
bavê shakir gelek hene,
Tembiya min lê be,
Bila derba xwe li mêrê hikûmetê nexîne,
Pêshiya hikûmetê zirav e, dawiya wê stûr e,
Tu îmkana me bi mêrê hikûmetê tu nîne,

Gava ku E’mîshê tê, ji lawê xwe Evdo re dibêjê:
Ti ronahî li çavê Evdo namîne,
Mi dî Siloyê bira bang dikirî,
Keko Evdo !, tu serê xwe li ser kozikê,
Li ser çeperê biderînî,

Li birînê kekê xwe, Siloyê bira bimeyzînî..
Gava ku Evdê E’lî li birînê kekê xwe,
Siloyê bira dimeyzînê,
Paketê li newqa niqtaliyê nizamî dixînê,
Li ser Sebrî bashçawîshê nizamî deytînê,
Sebrî bashçawîshê nizamî,
Ji ser pishta hespê diqulbînê,
Berê niqtaliyê vedigerînê,
Li ser Mih’emed Letîfê Hestilî deytînê,
Li rehnê rastê dicînê,
Di newqa shinbozê re difirînê..
Evdê E’lî radibe ku here tifinga wî ji xwe re bînê,
Mih’emed Letîfê Hêstilî mêrê namûs û xeyretê,
Destê xwe davê qundaxa mawzerê,
Bi ber xwe tînê,
Li ser Evdê E’lî, bavê shakir deytînê,
Li çiçka rastê dixînê,
Di riha mixasiyê re difirînê..
Hewar e, sê carî hewar e..
Evdê E’lî kushtî ye, Silo yê bira,
Bi sê gulan birîndar e,
Her çar malên Xerabzinya shewitî,
Bi Evdê E’lî re û Silo yê bira re,
Dijmin û neyar e,
Li ser Evdê E’lî û Siloyê bira rabûye, e’sker û ferman e.

Têbînî:

(1): binêr rojnameya Roja Nû, di navbera salên 1943 û 1946’an de, Beyrût - Lubnan.





Eyshanê......!

(Binêr: Delalê Eyshê, hej. 7 Hawar 199.7: Vegere li lêkolîna Dr. Husên Hebesh li ser kovara Hawarê, rûpel 149-150)

De lê lê Eyshanê ! de lê lê Eyshanê !

Destê xwe ser sînga te bigerînim,

Li dinya yê weke te ez nabînim..

De lê lê Eyshanê ! de lê lê Eyshanê !
Ezê (1) tembûrek çêkim, çarde perda,
Ezê têla bêximê ji kula, ji derda,
Jinê delal ji mêrê kotî,
Mêrê delal ji jinê kotî,
natê kushtin û natê (2) berdan..
De lêlê Eyshanê ! de lêlê Eyshanê !
Ezê tembûrek çêkim ji hesto ê mara,

Ezê têla bêximê ji biskê yara,

Ezê devê xwe deynim li bin guhê guhara..

De lê lê Eyshanê ! de lê lê Eyshanê !

Ezê tembûrek çêkim ji hestoê çûka,

Ezê têla bêximê ji biska bûka,

Niha ez nazewicim, dostê me piçûke.
.
De lê lê Eyshanê ! li min û li vî dilî, li min û li vî dilî !
Bejna te kulîlka nû xemilî (3),
Dê û bavê te ser min û te çûne gilî,
Lê lê li minê, lê lê li minê..
Terkê (4) te nadim hetta xerîna mirinê,

Ez têr bûme ji vê gohtinê (gotinê)..

--------------------------

‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑

Têbînî yên ( Socin û Prym ):

(1) wezê (2) bê (û) (3) kemilî (4) terka


Eyshê

Mala te sergo ye,
Eyshê dêranê,
Mêrê te zaro ye,
Eyshê dêranê,
Bavê te mûro ye,
Eyshê dêranê,
Tiyê te hûro ye,
Eyshê dêranê,
Mala te bilind e,
Eyshê dêranê,
Jê pê ket mêm û find e,
Tu rebena gund e,
Eyshê dêranê,
Mala te li nav mala,
Eyshê dêranê,
Katib bi qurbanê,
Eyshê dêranê.




Ji stranên

Tor Abdîn

Civandin, derxistin û wergerandin bo Almanî :

EUGEN PRYM û ALBERT SOCIN
St.‑ Pétersbourg, 1887

“Ezdîn Shêr li ba Sosin û Prym ‑1887 bi du shêweyan hatiye nivîsandin, carekê ji devzarê dengbêj Cano û carekê ji devzarê dengbêj Pînehasê ku cihoyekî (yehûdiyekî) Zaxokê bû, hatiye girtin.”

Ezdîn Shêr

I

ji devzara Cano:



Ew Dêrgulê, xwesh Dêrgulê,
Mala Ezdîn Shêr û mala Meshûr beg (1) birin Mûsilê,
Dilê min (2) dadiye,
Sleyman axa Qereçolî, (3)
Ji bajara Bexdayê me’zûl kirin, hatiye,
Shevekê li mala Ezdîn Shêr mayî ye (4),
Ezdîn Shêr gotiye,
Go tu ji çira hatiye?!,
Go pasha mi mee’zûl kiriye,
Shewr û qewlê xwe daniye,
Rabûn piya,
Go bejna mîrê mi ji bejna roye (5),
Suwar dibûn (6) ser hespê shev û ro tajoye (7),
Berê xwe dan Zaxo ye,
Go ew Zaxoyê bi rût kevota,
Beyraq bûne cot bi cota,
Berê xwe dan Cizîrê Bota,
Axa çûne, wezîro ! çûne,
Li odakê (8) Brahîmê Miho peya dibûne,

Ezdîn (9) Shêr go Brahîmê Miho:
Axlerê Cizîrê ji mi ra bicivîne,
Brahîmê Miho radibiye (10),

Axlerê Cizîrê civandiye,
Li dîwanê Ezdîn Shêr kom kiriye,
Gotin go mîrê min h’alê hevalê te çiye ?,
Go odakê Brahîmê Miho li ser bêndera,
E’skerkî giran bicivînin ji mi ra (11),
Ezê herim Bexdayê ber gawira ser seferê,
Weke ulo (12) got Ezdîn Shêr,
Brahîmê Miho lê vegerand go em we nakin,
Emê seferê betal kin,
Lê emê romiyê kimsohr (komsor: qizilbash) ji vir (13)rakin,
Go mîro ! em dibînin, dibînin,
Emê romiyê kimsohr ji vir hilînin,
Emê hukmê xwe ê Bota ti shûnê (14) wa dînin (15),
Mîrê min go rabin piya,
Dem herin (16) serayê,
Em (17) serjê bikin midûr û pevlî (18) romiya,
Erê weke mîrê min we gotiye,
Didu ji meclîsê qebûl nekiriye,
Ezdîn Shêr go çima, çima ? (19),
Gotin, go mîro! qesra Brahîmê Miho li ser bênderê,
Te karê xwe kir, tu herê seferê,
Emê (20) newêrin sherê romiya bikin,
wê lawê me bixin e’kerê,
Ezdîn Shêr radibiye,
Herdu li meclîsê kushtiye,
Kire çolbê sera yê romiye,
Midûr reviye,
Sê romî li serayê kushtiye,
Kaxezek nivîsiye,
Di nav welat bela kiriye,
E’skerik qewî civandiye,

Da shewr û qewlê xwe daniye,
E’sker bi nîvî kiriye,
Ezdîn Shêr û Sleyman axa pi çema (21) Têlanê çuye,
Meshûr begê bialiyê Mîdyadê hatiye,
Mîro li wê rexê, li wê rexê,
Meshûr beg berê xwe da Hezexê,
Axa dibêjê (22),
Meshûr beg berê xwe da Medêhê,
Mîro tu dibînê,
Peya dibû li Basbirînê,
Mîrê me radibû, suwar bû li qemerê,
Peya dibû li Dêr E’merê,
Mîro de rabe ba tê, ba tê,
Meshûr beg berê xwe da Mîdyadê,
Weke mîrê min hatiye,
Mîdyadê bi derbekê reviye,
Malê Mîdyadê talan kiriye,
Hukmê xwe li bajara Mîdyadê daniye,
Sê roja li Mîdyadê mayî ye,
Ezdîn Shêr û Sleyman axa ji çemê (23) Têlanê rabûn piye,
Berê xwe da (24) bi baskê Mîdyadê hatiye,
Pevlî ( tev li ) e’skerê hatiye,
Ew jî li Mîdyadê peya bûye,
Shewr û qewlê xwe daniye,
Meshûr beg go kekê tu dibînê,
Wee’da bê li canê min ketibê,
Ezê ji vê derê çim (biçim) deriyê Mêrdînê,
Dilê min dadiye, dilê min dadiye,
Wekê Meshûr begê wa gotiye,
Kaxezik ji wa ra hatiye,
Go werin vegerin maliye (25),

Lê hecî Sleyman axa û Qewqalî Dêrûnê zeft kiriye,
Ezdîn Shêr (û) Meshûr beg vegeriyan,
Ezdîn Shêr û Meshûr beg rabûn piyan,
Bi (26) baskê mal da çûyan,
Pevlî e’skerê pi (bi) ser Dêrûnê meiyan,
Ezdîn Shêr û Meshûr begê rabûn piya,
E’sker gellik ji Bohtiya civandiye,
Ezdîn Shêr û Meshûr beg dikin sherê romiya,
Hecî Sleyman axa rabû piya,
Ew û Qewqalî rabûn piya,
Xeberê xwe pev gotiye,
E’skerê Bohta telifandiye,
Qewqalî bextê xwe ji Ezdîn Shêr dayiye,
Hetta Ezdîn Shêr û Meshûr beg hatiye,
Erê Hecî Sleyman axa bextê xwe xe ra kiriye,
Ezdîn Shêr û Meshûr beg girtiye,
Biaxa Stambûlê shandiye,
E’skerê romiya ket pisht e’skerê Bohtiya,
Were cakê bê Xwediya,
Tu nikarê bimeshê ji lashê kushtiya,
E’skerê Bohtiya batmîsh bûye,
Zerîfê jinê Balyozê Mûsilê dostê wî ye dagiriye...

---------------------------------------------------------------------

Têbînî (I):

(1) Mezûr begê. (2) dilêm. (3) Qereçoliya. (4) maye. (5) Bejna Ezdîn Shêr bejna rokê. (6) dibûne. (7) dajon. (8) odaka. (9) Erê Ezdîn. (10) dibê. (11) ji mira. (12) wilo. (13) ji vê. (14) di shûnê. (15) dayînin. (16) de emê herne. (17) emê. (18) pev li. (19) çiye, çiye. (20) em. (21) bialiyê Têlanê. (22) dibêhe. (23) Ji Têlanê. (24) bi baskê Mîdyadê. (25) mala. (26) ew bi baskê.

II

Ji devzara Pînehasê ciho:


Ew E’hmed tegbîr (tekbîr) kiriye,
Axa yê Sor vê kushtiye,
Li Shernaxê vê asê biye,
Bi gel romiya xayîn biye,
Mala Sadiq vêra biye,
E’skerê xwe înadiye,
Li ber Shernaxê vê daniye,
Ew E’hmê lê derketiye,
Mala sadiq shikandiye,
Heta Cizîrê reviye,
Zexîre ji wî standiye,
Mala Sadiq vêra biye,
Kaxezek pê nivîsiye,
Bo Misalmê Zaxoyê shandiye,
E’skerik ji wî xwestiye,
Misalm Zaxoyê rabiye,
Shemdîn axa virêkiriye,
E’skerê xwe wî biriye,
Li ber Shernaxê wî daniye,
Sher gel E’hmê wî kiriye,
E’hmê li Shernaxê asê biye,
Ew xwesh mêre E’hmed axa,
Go aferîn bi Shemdîn axa,
Shemdîn axa vêra biye,
Kaxezek bê nivîsiye,
Bo Osman pasha shandiye,
Osman pasha wê xwendiye,

Osman pasha ji Mêrdînê ve hatiye,
Îna E’skerê romiye,
Du topa di gel xweaniye,
Ber Shernaxê ve daniye,
Sher gel Shernaxê kiriye,
Shernaxê xirab kiriye,
Ew E’hmê ji wêrê reviye,
Çû ketî gel yê Goyî ye,
Osman pasha vê rabûye,
E’skerê xwe wê boriye,
Li Dosta Alto ordî bûye,
Sher kirî li gel yê Goyî ye,
Gel yê Goya asê bûye,
Kaxezek bê nivîsiye,
Bo Misalmê Zaxoyê shandiye,
E’skerek ji wî xwestiye,
Misalmê Zaxoyê çûye,
E’skerê xwe bo biriye,
Ew jî dê çît ( dê biçît) ser Goyî ye,
li Shirnashê asê biye,
Misalm kaxeza wî nivîsiye,
Bo Shemdîn axa shandiye,
E’skerik ji wî xwestiye,
Shemdîn axa vê rabûye,
E’skerê xwe kom kiriye,
Gel E’skerê lê fekiye,
Yaqûbaxa di gel çûye,
Li Shirnashê vê peya bûye,
Li ser konaxa (qonaxa) ordî bûye,
Sir hatî e’skerê Goyî Sindiye,
Yaqûb axa vir reviye,

E’sker bi dû wan ketiye,
Misalmê Zaxoyê li Gevshê kushtiye,
Shemdîn axa ziviriye,
Hatî bi subehî zûye,
Li Zaxoyê peya bûye,
Mizgîna Misalmî bi Zaxo bo wî hatiye,
Kurtakik mizgîn dayiye,
Shemdîn axa suwar buye,
Buqça ya bi gel xwe biriye,
Ew ber suwara ve ketiye,
Ji pêsh Misalmî Shernaxê aniye,
Shêx Elî wî veshartiye,
Go nama bi Husên biga,
Shemdîn axa vê rabûye,
Kaxezek wî nivîsiye,
Bo Osman pasha shandiye,
Osman pasha wê xwendiye,
Kaxez bedil kiriye,
Bo Shemdîn axa shandiye,
Zaxoyê teslîm kiriye,
sher kirî li gelyê Goyî ye,
Topxana wî kishandiye,
Ew E’hmê ji wêrê reviye,
Çû leg (nik) mîrê Berwariye,
Goya mutîi’ ( serçemandî) kiriye,
Diravê xwe qebûl kiriye,
Rehîn wî girtin ji goyî ye,
Ji Sitar Goya ziviriye,
Libê Sîpanê ordî biye,
Cewab shandî bo Zaxo ye,
Kar û barê wî kiriye,

Zexîre bo kom kiriye,
Osman pasha vê hatiye,
Îna e’skerê romiye,
Zaxoyê ordî girtiye,
E’skerê xwe dakirî Xanê çûye,
Go namînit Osman pasha,
Vê digirhit sher û gengasha,
Li Goy shere, temasha,
Ezdîn Shêr tegbîr (tekbîr) kiriye,
Ji Mûsilê derketiye,
Ew bo seferê hatiye,
Li nav Dîna peya bûye,
Shevekê li wêrê mayiye,
Ew rabû subehî zû ye,
Ji Xabûrê verêkiriye,
Li Cizîrê vê peya bûye,
Maqûlê di Bohta dîtiye,
Tegbîra xwe pê kiriye,
E’sker bi xwe kom kiriye,
Gazî ehlê shorê kiriye,
Alîg bi xwe jê xwestiye,
Ehlê shorê mana bûye,
Go xwesh mîr e, Ezdîn Shêr e,
Vê digirhit karkash û gêre,
Ezdîn Shêr tegbîr (tekbîr) kiriye,
Ew rabû subehî zûye,
E’skerê xwe vê boriye,
Burca Belek vê standiye,
Gazî ehlê shorê kiriye,,
Çar mêra vê jê kushtiye,
Mala Sadiq talan kiriye,

Bîst sebedê zêra ji mala Sadiq biriye,
Ezdîn Shêr dibêd (dibêt) ez we nakim,
Tancê romê qebûl nakim,
Ez dê Romiya xelaz kim,
Ezdîn Shêr tegbîr kiriye,
Ji Cizîrê derketiye,
E’skerê Bohta aniye,
Qereçoxlî di gel hatiye,
Pênsed suwarê romiye,
Qesda Zaxoyê kiriye,
Ber Hizilî peya bûya,
Tegbîra xwe vê kiriye,
Qereçoxlî vê gotiye,
Go ya mîro xema min rexê Kestaye,
Ezdîn Shêr vê suwar bûye,
Li Xaburî ve derbaz bûye,
Bi ser Bêdarê dagirtiye,
Ji Bêdarê wêrê bûye,
hatî subehê zû ye,
Ber Zaxoyê ordî bûye,
Sher gel Zaxoyê kiriye,
Shemdîn axa suwar bûye,
Digerhit qolanê co ye (cihoye),
Xeber vî gote romiye,
Romiya suwar bûye,
Shemdîn axa derbaz bî li Borê Kestaye ,
Qereçoxlî vê dîtiye,
Bêraq ser nishîv kiriye,
Ew di gel Bohta xayîm (xayîn) bûye,
Shemdîn axa ziviriye,
Li Borê qesrê derbaz bûye,

Bi dûv ket e’skerê romiye,
Osman pasha vê fikiriye,
Vî topek suwar kiriye,
Nav qebrê Kirmanca li dev Ezdîn Shêr dayiye,
Kêlik yê pi (bi) topê firiye,
Ezdîn Shêr ji ber reviye,
Berê xwe dabî geliye,
Shemdîn axa bi xwar çûyî ye,
Bi dûv ket E’skerê romiye,
Li Furakê (Furatê!) vê derbaz bûye,
Qereçoxlî jêl ( jêr!) hatiye,
Wan qîrek li Bohta kiriye,
Wan Bohta belav kiriye,
Wê gehîshtî lê li pêsh qebrê coye (ciho ye),
Sed mêra ji Bohta kushtiye,
Sêsed mêra jê girtiye,
Wan hemî yexsîr kiriye,
Bo Osman pasha aniye,
Ezdîn Shêrî vê reviye,
Shemdîn axa bi dûv ketiye,
Heta cem Kurkê coyî (yehûdî) ye,
Shemdîn axa ziviriye,
Li ber qesrê wê peya bûye,
Destê Osman pasha pê hatiye,
Go amfrîn (aferîn) Shemdîn axa,
Nemînid Osman pasha,
Wê digirhid sher û gengasha,
Zaxo yê shera û temasha,
Qereçoxlî bi xar çûye,
Vî suwarêd xwe biriye,
Li Cizîrê derketiye,

Pêshabûrê (Fishxapûr) derbaz bûye,
Ezdîn Shêrî vê reviye,
E’skerê xwe vê biriye,
Li Cizîrê hisar (damedor) girtiye,
Romî Cizîrê derketiye,
Osman pasha vê rabûye,
Shemdîn axa verêkiriye,
Di gel çû e’skerê romiye,
Li Hîzilî vê derbaz bûye,
Li Wasedê ordî girtiye,
Ezdîn Shêrî vê rabûye,
Kaxeza bi direw nivîsiye,
Bê bextî Shemdîn axa kiriye,
Osman axa di gel Shemdînaxa xayîm (xayîn) bûye,
Osman pasha vê rabûye,
Kaxezek vê nivîsiye,
Bo Shemdîn axa shandiye,
Ji Wahsidê înadiye,
Shemdîn axa vê girtiye,
Di gel Farisê bira yê wî ye,
Gel Cume’ yê Cezîrî ye,
Gel E’marê Cume’î ye,
Di gel Hasînê Hevêriye,
Gel Yaqûb axayê Sindiye,
Gel Slêman axa Tirkî çûye,
Vî qeyd û zincîr kiriye,
Kaxezek vî nivîsiye,
Bo H’elîm pasha shandiye,
E’skerek ji wî xwastiye,
H’elîm pasha wê xwendiye,
E’sker boyî verêkiriye,

Du hezar nîzamaniye,
Du topa di gel xweaniye,
Ne (neh) filleh ordî bûye,
Zexîre bo kom kiriye,
Osman pasha vê rabûye,
Ew rabû subehî zû ye,
Ji Zaxoyê suwar bûye,
Berî e’skerê Romî ye,
Vê birin dewarê topraxê co ye (ciho ye)
Zexîre lê bar kiriye,
Li Pêshabûrê (Fishxabûrê) ordî bûye,
Kelik Pêshabûrê bestiye,
E’skerê li kelka derbas bûye,
Çemê Xanîkê ordî bûye,
Go namirêd Osman pasha,
Vê digirhit sher û gengasha,
Li Zaxoyê bi sher û temasha,
Kenaa’n pasha vê Sêrtê hatiye,
E’skerek bosh înadiye,
Qesta Cizîrê kiriye,
Ezdîn Shêr lê derketiye,
Pêshiya wî vê girtiye,
Kena’n pasha shikandiye,
Ava Teloyê derbas kiriye,
Ezdîn Shêrî vê çûyî ye,
E’skerê Bohta biriye,
Bi ser Sêrtê da girtiye,
Vî Sêrtê bo xwe standiye,
Misalmê xwe lê daniye,
Hecî Hamid axa ê Sêrtî vê kushtiye,
Ew ji Sêrtê derketiye,

E’skerê xwe vî biriye,
Ser Shêrwanê dagîrtiye,
Shêrwanê mitûh (serçemandî) kiriye,
Ji Shêrwanê vê çûyî ye,
Bi ser Zewqê da vê girtiye,
Wî Zewqê xirab kiriye,
Ezdîn Shêrî vê çûyî ye,
E’skerê xwe vê biriye,
Bi ser Ridwanê dagîrtiye,
Ridwanê xirab kiriye,
Ji Ridwanê vê çûye,
E’skerê xwe vê biriye,
Bi ser Têlanê dagîrtiye,
Romiya xelas kiriye,
Ji Têlanê derketiye,
Nehêlê qut kiriye,
Ji Nehêlê vê çûye,
E’skerê xwe vê biriye,
Bi ser Midyadê dagîrtiye,
Midyadê xirab kiriye,
Ji Midyadê derketiye,
E’skerê xwe înadiye,
Cizîrê hisar girtiye,
Sherî dikit gel romiye,
Osman pasha vê rabûye,
E’skerê xwe vê biriye,
Heft hezara temam bûye,
Sher gel Cizîrê kiriye,
Vî topek suwar kiriye,
Melayek ser banê mizgeftê, pi ( bi ) topê kushtiye,
Érîsh li Shurhê kêshayî ye,

Ezdîn Shêr pênc mêr kushtin ji Romî ye,
E’skerê vî ziviriye,
Li ser ordiyê peya bûye,
Go em dê Cizîrê steynîne,
Cizîrê dê talan kîne,
Osman pasha vê nekiriye,
Emir di bo ( ji bo ) min nehatiye,
Cizîrê talan nekîne,
Ezdîn Shêr tegbîr kiriye,
Ew rabû subehî zû ye,
Kaxezek vî nivîsiye,
Bo Osman pasha shandiye,
Osman pasha bertîl kiriye,
Ji ber Cizîrê bar kiriye,
Birî E’skerê Romî ye,
Li Celagayê ordî bûye,
Kêfa Ezdîn Shêr pê hatiye,
Ezdîn Shêr tegbîr kiriye,
E’skerê Bohta shandiye,
Mensûr beg vê barketiye,
Qesda Zaxoyê kiriye,
Zaxoyî ji ber reviye,
Mensûr begê vê hatiye,
E’skerek bosh înadiye,
Li ber Zaxoyê ordî bûye,
Sher gel Zaxoyê kiriye,
Derh’al Zaxoyê standiye,
Bakîr beg li qesrê asê bûye
Derbo êk (yek) ji Bohta kushtiye,
Ew xwesh mêre, Bakîr bege,
Ew çi muslimig (muslimek) bi xezebe,

Çê bû Mhemedê Elî Gozila,
Ewê rûnishtî li ber çapira,
Vî ewil kushtî bêraqdira,
Mih’emed bêm Dostikî ye,
Li qesrê Zaxoyê asê buye,
Derbo êk (yek) ji Bohta kushtiye,
Çi xwesh mêre Mih’emed e,
Ew çi mêreke pi (bi) heybete,
Ji hemiya vî nav di xwe de,
Ti (çi) navê vî derketiye,
Hat e’skerê Zêbarî ye,
Shêlka gel Bohta kiriye,
Hawar li Bohta derketiye,
Mensûr beg vê suwar bûye,
Dengê li E’skerê xwe kiriye,
Li Celalî vê derbaz bûye,
Çû bi sherê Zêbarî ye,
Sher kirî digel Zêbarî ye,
Sê cara ji ber wan shikestiye,
Ew Eh’mê ji wê ve hatiye,
Bi destê shîrîajotiye,
Ajot koma Zêbarî ye,
Vî shikandin Zêbarî ye,
Heftîh mêra jê girtiye,
Sîh mêr jê birîndar kiriye,
Neh mêr wî jê kushtiye,
heta Pira Mazin ( mezin) li dî wan çûyî ye,
Ji Pira Mazin ziviriye,
Li Zaxoyê ordî bûye,
Sher gel qesrê wî kiriye,
Bakîr beg li qesrê asê bûye,

Derbo êk ji Bohta kushtiye,
Çi xwesh mêre Bakîr bege,
Ew çi Misalmê bi xezebe,
Mensûr begê gazî Bakîr begê kiriye,
Raybextî jê xwastiye,
Sherê xwe betal kiriye,
Zaxoyê talan kiriye,
Sotî bî ( shewitand bû) taxa Ciho ye,
Go namînît Mensûr bege,
Ew çi h’akime bi xezebe,
Zaxoyê pakîsh (paqij) kiriye,
Deng li e’skerê xwe kiriye,
Ji Zaxoyê derketiye,
E’skerê xwe wî biriye,
Heta Meh’mediyê vî çûyî ye,
Bakîr begê ji qesrê derketiye,
Qesda Mûsilê kiriye,
Li Bêzîhê peya bûye,
Shevekê li wêrê mayî ye,
Ew rabûyî subehî zû ye,
Ji Bêzîhê vê çûyî ye,
Li Baviya peya bûye,
Wê cemai’ ( civiya) bûn Zaxoyî ye,
Tegbîra xwe vî kiriye,
Kaxezek vî nivîsiye,
Bo Shêx Tahayî vî shandiye,
Shêx Tahayî vî xwendiye,
Ew derh’al vî suwar bûye,
Li Zaxoyê peya bûye,
Misalmî vê rûnishtiye,
Adil begê vê zaniye,

Adil beg vê suwar bûye,
E’skerê xwe kom kiriye,
Shemdîn axa, Shêx Taha ( ji ) Zaxoyê derketîne,
Rev ketî li Zaxoyî ye,
Zaxoyî ji ber reviye,
Adil begê vê hatiye,
E’skerê xwe înadiye,
Li Zaxoyê ordî bûye,
Çi xwesh mîre, Adil beg e,
Ew çi h’akim e bi xezebe,
H’ukmed (hukmet) Zaxoyê kiriye,
Diraw (dirav: pare û ceza ) standî ji Sindî ye,
Diraw standî ji Golî ye,
Diraw standî ji Lêfûkî ye,
Zexîre standî ji Slêvana ye,
Go (got) çi mîre,adil beg e,
Ew çi h’akim e bi xezebe,
Matosh axa ji Mûsilê derketiye,
Dused suwar înadiye,
Li Sêmêlê ordî bûye,
Dubanê xerab kiriye,
Go nemînid Matosh axa,
Gehya (Kehya) beg ji Mûsilê derketiye,
Shemdîn axa digel hatiye,
Mîrê Shêxa digel hatiye,
Li Dehokê peya bûye,
Kaxeza nivîsiye,
Bo e’shîreta shandiye,
E’shîre kom kiriye,
E’sker li wan xeyidiye,
Ew ji Dehokê suwar bûye,

Li Sêmêlê ordî bûye,
Zexîre kom kiriye,
Shemdîn axa tegbîr kiriye,
Pênsed suwar vî biriye,
Nekûshî ziviriye,
Sê gundê Zêbarya talan kiriye,
Go amferîn (aferîn ) Shemdîn axa,
Adil begê vê zaniye,
E’skerê xwe hinartiye,
Bi shev ser Kolê dagîrtiye,
Van Kolê talan kiriye,
Hawar li Xarbanûrê daketiye,
Osman axa vê hatiye,
Hawara Kolê hatiye,
Ew Bohta jê derketiye,
Qesda Zaxoyê kiriye,
Amferîn (aferîn ) Osman axa,
Tahîr beg ji Bexdayê derketiye,
Ah’met pasha ji Bexdayê derketiye,
E’skerek bosh înadiye,
Li ber Mûsilê ordî bûye,
Shevekê li Mûsilê mayî ye,
Ew rabûyî subehî zû ye,
Hef ( heft ) topa digel xwe biriye,
Li rêya Baryê çûyî ye,
Li Çalagayê ordî bûye,
Adil begê vê zaniye,
Kaxezek vî nivîsiye,
Bo Alî begê vî shandiye,
Alî begê vê zaniye,
E’skerê xwe kom kiriye,

Li Hîzilî vê derbaz bûye,
Li Zaxoyê peya bûye,
Govend li Zaxoyê girtiye,
Heta nîvshevê mayî ye,
Ji nîvshev pê ve vê reviye,
Adil beg digel xwe biriye,
Ji Zaxoyê xilas bûye,
Li Hîzilî vê derbaz bûye,
Heta Shaxê vê çûyî ye,
Go çi mîr e, Alî beg e,
Ew çi h’akim e bi xezebe,
Vê di rabûne Zaxoyî ye,
Tegbîra xwe vê kiriye,
Kaxezek nivîsiye,
Bo Shemdîn axa suwar bûye,
Mîrê Shêxa înadiye,
Li Zaxoyê ordî bûye,
Shemdîn axa vê rabûye,
Vî kaxezek nivîsiye,
Bo Kehya begê vî shandiye,
Kehya begê vê xwendiye,
Ordî Sêmêlê rakiriye,
Qesta Zaxoyê kiriye,
Abdilrehman digel hatiye,
Di gel e’skerê Artoshî ye,
E’mer axa digel hatiye,
Digel E’skerê Dostkî ye,
Bakîr axa digel hatiye,
Di gel e’skerê Argoshî ye,
Li Zaxoyê vî ordî bûye,
Topa mezin vî biriye,

Vî li Nûkshê ziviriye,
Vî li Zaxoyê de înadiye,
Li Zaxoyê ordî girtiye,
E’sker li Zaxoyê kom bûye,
Ezdîn Shêr tegbîr (tekbîr) kiriye,
Ji Cizîrê derketiye,
E’skerê xwe vî biriye,
E’skerê xwe hejmartiye,
Heshde hezar temam bûye,
Ew jig (jî) diçît ser Romiye,
Vî li Dêrûnê ordî bûye,
Tehar begê vê zaniye,
Kaxezek vî nivîsiye,
Bo Ezdîn Shêrî vî shandiye,
Rayî û bextavêtiye,
Ezdîn Shêr kaxez xwendiye,
Kaxez qebûl nekiriye,
Ewî kaxez dirrandiye,
Tehar begê vê zaniye,
Ji ser ordiyê guhûstiye,
Ordî bi xalî kiriye,
Topxane pi (bi) kar kiriye,
Nîzama resh pi kar kiriye,
Suwarêd xwe belav kiriye,
Sê kamûna (kanûn:top) li ber daniye,
Ezdîn Shêrî vê rabûye,
Vî shêrî xwe rûs kiriye,
Dûv e’skerê xwe ketiye,
Pi ( bi ) ser ordiyê dagîrtiye,
Van ordî batmîsh kiriye,
Tehar begê vê rabûye,

Topxane veresandiye,
Van Bohta belav kiriye,
E’skerê Bohta vê shikestiye,
Ezdîn shêrî vê reviye,
Nîzama resh bi dûr ketiye,
Heta Cizîrê vê çûyî ye,
Shesh hezar jê temam kiriye,
Cizîrê ji wî standiye,
Ezdîn Shêrî vê reviye,
Pêra Cizîrê derbaz bûye,
Li Banexanê ordî bûye,
Dused mêr digel mayî ye,
Tahir begê vê hatiye,
Cizîrê zept kiriye,
Tahir begê vê rabûye,
Kaxezek nivîsiye,
Bo Kehya begê shandiye;
Ezdîn Shêr mi (min) shikandiye,
Shesh hezar jê temam kiriye,
Shahyane li Zaxoyê girtiye,
Gotamferîn (aferîn) Tahîr bege,
Kehya begê vê rabûye,
Deng li e’skerê xwe kiriye,
Ji Zaxoyê verê bûye,
Hefthezarê vebiriye,
Qesta Cizîrê kiriye,
Nêrvanê ordî bûye,
Navroyê xerab kiriye,
Go xwesh mîr e, Kehya beg e,
Shivakê (shifaqê) li vêrê mayî ye,
Ew rabûyî subehî zû ye,

Ji Nêrvanê verê bûye,
Li Banexanê ordî bûye,
Ezdîn Shêrî ji ber reviye,
Ketî qerika geliye,
Li qerikê da asê bûye,
Kehya begê vê rabûye,
Vî kaxezek nivîsiye,
Bo Ezdîn Shêrî shandiye,
Ray û bext vîavêtiye,
Ezdîn Shêr kaxez xwendiye,
Ji qesrikê derneketiye,
Baweriya (baweriya) wî nehatiye,
Balîlozek (sefîrek) vê hatiye,
Ezdîn Shêrî axiftiye,
Baweriya wî pê hatiye,
Ew ji Qesrikê derketiye,
Neh bar jê ra bar kiriye,
Digel balîlozî çûye,
Qesta Mûsilê vî kiriye,
Li gemiyê vê derbaz bûye,
Vê cemabûna ciho ye,
Kaxezek nivîsiye,
Erzîh’alek avêtiye,
Li ber pashayê avêtiye,
Pasha yê kaxez xwendiye,
Vî gazî kiriye ciho ye,
Malê wan defter kiriye,
Hefsed hezar temam bûye,
Li kaxezê da nivîsiye,
Bo xûntkarî (hakim û sultan) hinartiye,
Ezdîn Shêrî vê xwastiye,

Ji Mûsilê vê biriye,
Stanbolê berza kiriye,
Hinda bî (bû) malê ciho ye,
Dilkê min î li ber vê rayê,
Kaxez ger hebûn dinyayê,
Em cuwê ( ciho) Zaxoyê,
Kirne yexsîr, berdane dinyayê,
Çi xwesh mîr e, Ezdîn Shêr e,
Bidin ber xencer û kêra,
Tishtek bo me nehêla,
Em kirne yexsîr, berdane desht û dêra.

-----------------------------------------------------------

Têbînî (II):

Ev parçe ya gelek giring û hêja ye, loranî têde piraniya bûyer, mirov û ciyên serhildana Ezdîn Shêr hatine nasîn û wilo em dikarin navên cî û war, shervan û dijminan, êl û çem û qadên sher, wek çawa berî niha bi sed salî û bêhtir dihatin lêvkirinê, bo xwendevanên hêja bi cih bikin:

Navên cih û warên ku di va stranê de hatine:

----------------------------------------------


Banexan, Baryê, Bavya, Bexda, Bêdar, Bêzîh, Burca Belek Celaga, Cizîr, Dehok, Dêrûn, Dîna, Duban, Dosta Alto, Geliyê Goyî, Gevshê, Kolê, Mehmediyê, Midyad, Mêrdîn, Mûsil, Nehêl, Nêrvan, Sêmêl, Sêrtê, Sitar Goya, Sîpan, shêxê, Shernax, Shêrwan, Têlan, Ridwan, Wasdê, Xanê, Xarbanûr, Zaxo, Zewqê.

Navên çem û robaran:

Borê Kesta, Borê Qesrê, Furak, Hîzil, Pêshabûr, Telo, Xabûrê, Xanîkê.
Navên êlan:

Argoshî, Artoshî, Berwarî, Bohta (Bota), Celalî, Dostkî, Goya, Golî, Kesta, Lêfûkî, Sindî, Slêvanî, Shêrwanî, Shêxa, Zêbarî.

Navên began, axan û shervanan:

------------------------------------------------


Ahmed axa, axayê sor, Hecî Hamîd axa, Mato shaxa, Slêman axa, Shemdîn axa, Yaqûb axa..

Adil beg, Alî beg, Bakîr beg, Mensûr beg, Tehar beg, Kehya beg Shêx Elî, Shêx Taha, Ahmed pasha, Helîm pasha, Osman pasha, Abdilrehman, Derbo, Cume yê cizîrî, Emanê Cume, Hasînê hevîrî, E’hmê, Husên, Faris, Kurkê coyî, Qereçoxlî, Mehmedê Elî Gozila, Misalmê zaxoyî, Nekûshî û Ezdîn Shêr..



Ezê

Ezê li ser Similê
Ezê li ser Similê ketim, mehalê seran û bihare,
Li ezmana qîrîna we, mîratê di Tiyara,
Li erdê qîrînê di exsîra û nalînê di birîndara,
Similê xopan we bi gire û eshîret hatin û çarnikarê girgire,

Heyf û mixabinî destê Tiyariya û baziya,
Girtine û dane ber xencera,
Mîrata Similê we bi nuwal e,

û çarnikarêd wî esker girtin bi trombêla,

û gazî eshîreta kirin:

werine mala û ji xwe re bibin e’rz û e’yala,

Simila rengîn li erdê raste,
Esker destê lawê Tiyariya girtin û ser xwînê hêlemiste..



Ji stranên Tor Abdîn

Civandin, derxistin û wergerandin bo Almanî :

EUGEN PRYM û ALBERT SOCIN
St.‑ Pétersbourg, 1887
[Tîpguhastin: Cankurd]

Farisê Dodo

Carik ji cara, car zemana, (1)
Farisê Dodo, Dalo eslana.
Rikêba hiltînin bi darê rumana,
Dikevin trat û meydana,
Gurza hiltînin li ser milana.
Ji mala Farisê Dodo bîst û du xortana.
Li dor qesra Birahîm axa sherkî girana.
Ji mala Birahîm axa hesht birana.
Serê xwe li hev dixin ferh û berana,
Heçî xatûna çavbelek bikshênê bi darê zorana,
Wê bidin (bibin) ji Farisê Dodo ra, ya (Faris)ê Dalo eslana.
Biran (bira) nadin xûshkê wana,
Herro li wê derê sher girana,
Sherrik li dor qesrê girana,
Li hev dixin bi rum û gurzana,
Didu ji mala Faris axa kushtiye.
Yek ji mala Îbrahîm axa birîndare,
Li lingêd hespa nema tu nale..
Dilê min dadiye,
Mala Faris axa hijûm kiriye..
Xatûnê çavbelek ji qesrê kishandiye,
Faris axa xatûnê çavbelek biriye.
Hêvarê Birahîm axa ji gunda hatiye,
Di dûv mala Farisê Dodo ketiye.

Birahîm axa xwe bi wa gihashtiye,
Sher bû kifristaniye.
Birahîm axa tishtik bi mala Farisê Dodo nekiriye,
Korî poshman (wek: porî poshman) vegeriye,
Lê didu ji mala Faris axa kushtiye,
Bira yê wî birîndar bû miriye,
Birahîm axa rabû piye,
Shergeh û kemîne kiriye,
û e’sker civandiye.
Bi baskê mala Faris axa çûye,
Sher ters û talan hishtiye,
Ters û talan aniye,
Çar qîz û du kur bi xwe raaniye, li mal daniye.
Hêvarê mala Faris axa bi derketiye,
Dûv wa da ajotiye,
Sher li dora gunda kiriye.
Faris axa Dalo eslana, î hatiye,
Awê Faris axa hatiye,
Sher li dor gunda kiriye,
Çar gund batmîsh kiriye,
Agir di nav da berdayiye.
Didu ji bira yê Birahîm axa kushtiye,
Yesîrê xwe aniye,
Birahîm axa yesîr girtiye,
Heta mal shenq kiriye.
Ji nu va xatûna çavbelek li xwe mehir kiriye.
Faris axa go me didu kushtiye û me didu dayiye...

1. Tîpa (a) li dawiya rêzikên vê parçeyê wek lêvkirina xelkê Cizîrê tê lêvkirin.




Strana Ferh’o

[ Ji berhevoka Socin û Prym ]
Tîpguhastin: Cankurd

Go carik ji cara çar zemana
Li mala Ferh’o çar birr bira ne
Pev li Ferh’o pênc bira ne
Wekê Ferh’o gotiye
Go gelî birano, gotin çiye bira (bira çiye!)?
Go me qîzek ji xwe (te) re diye
Çar qantira pere bar kiriye
Pi (bi) seriyê danêrê ketiye
Li mala Iskan Axa daniye
Go Ferh’o h’ale h’ewalê te çiye?
Go me çar bar pere aniye
Ji boyê Xecko (Xeçko), ji boyê xwezgîniye
Diyê Xecko qebûl ne kiriye
(Ferh’o) pere li wê derê hiþt û vegeriye
Telbê mal kiriye
Ew li mal rûniþtiye
Bira gotnê te çi kiriye?
Go me pere li wê derê hiþtiye
Wez (û ez) vegeriyam…
Diyê Xecko qebûl ne kiriye
Bira, gotnê go rûne hêdiye
Hetta salê emê herin jê bixwazin bi qenciye
Heke neda emê bikin þerkê bi e’cêbiye
Axlera dengê Xecko bihîstiye
Ji hemû baska hatin Xecko ji boyê xwezgîniye
Lê Iskan Axa Xecko ne dayiye
Axlera li mala Iskan Axa kom bûye
Iskan Axa dûv mala Ferh’o þandiye
Mala Ferh’o her pênc bira hatiye
Hemî civiyan ji boyê Xecko, ji bo xwezgîniye
Ew dibêje me re (ji me re) , ew dibêje mere (ji me re)
Iskan Axa go me þertek li holê daniye
Me gurza h’edîd (hesin) ji sîh rotila, me çêkiriye
Me li meydanê daniye
Heçî gurze hilaniye
Ser milê xwe daniye
Me Xeçko (Xecko) jê re behbiþ (behpêþ: diyarî) kiriye
Suwara suwar bûn û kom bûyiye (bûyîne)
Belê yekyek daketin gurzê gurz hilaniye
Ferh’o qeh’eriye
Her pênc hespê bira kuþtiye
Ferh’o (Ferxo) gurze hilneaniye
Iskan Axa suwar bûye
Ew bi tenê daketiye
Kir û ne kir gurze hilneaniye
Iskan Axa gazî kir Çetto (Çeto), xulamê wî ye
Xecko li þibakê temaþa kiriye
Çeto Saxla (navê mehî’nê ye) wî ji tewlê bi deraniye
Bi baskê gurzê ve kiþiye
Ev Çeto gurze (gurz) hilaniye
Gurz li ser milê xwe daniye
Çeto hatiye, gurz li ber þibakê avêtiye
Go (bê go) ez kilê cave te me
Mi gurze (gurz) aniye
Xeçko go (bê Xeçko):

Ev can (canê min) ber qibalê te ye, bi h’elaliye

Iskan Axa got ji axlera re: Rabin piye
Yek ji we gurze (gurz) hilneaniye
Çeto gurze hilaniye
Mi qîza xwe lê mehir kiriye
Ferh’o enirî, rabû piye
Her çar birê (birê wî) pê ra biriye
Bi baskê mal ve kiþiye
Du meha li mal rûniþtiye
Ferh’o vê tee’nê (lêdanê) hilneaniye
Her çar birayê xwe suwar kiriye
Telbê mala Iskan Axa kiriye
Yabo, þev a reþ tariye
Ferh’o erdewanek aniye
Ewe bi odê çûye
Çeto û Xeçko razayî ye
Çeto li ber þûra daniye (xistiye)
Ferh’o rahiþte Xeçko kiþandiye
Qîrên bi Xeçko ketiye
Cemedana xwe li devê Xeçko þidandiye
Rabû Xeçko teslîmê suwara kiriye
Hetta Ferh’o nazil bûye
Ewe suwarê hespê xwe bûye
Hewarê mala Iskan Axa bi der ketiye
Iskan Axa dibê Ferh’o hatiye
Çeto li ber þûra daniye (xistiye)
Xeçko jî xwe ra biriye
Hewarê bi suwarê mala Ferh’o gihaþtiye
Þerkê li meydanê kiriye
Ferh’o Xeçko ji hespê avêtiye
Di dûv hewarê ketiye
Bîst zilama ji hewarê mala Iskan Axa, Ferh’o kuþtiye
Ewe Ferh’o hat û vegeriye
Xeçko li dûv xwe suwar kiriye
Bi mal ve taniye (daniye)
Xeçko li xwe mehir kiriye
Iskan axa bihîstiye
Ferh’o Xeçko li xwe mehir kiriye
Iskan Axa karê xwe kiriye
Herê Cizîrê lê bikê giliye
Gilî kir ne boriye (ne qediye)
Birrik suwara bi xwe ra hilaniye
Pi (bi) ser mala Ferh’o girtiye
Ferh’o her çar birayê xwe suwar kiriye
Di nav (bi nav) suwarê mala Iskan axa ketiye
Didu ji birayê Ferh’o kuþtin, ew pênc ji suwara kuþtiye
Iskan Axa korî poþman vegeriye
Ewe tiþtik ne kiriye
Hat li mal rûniþtiye
Day ji galgalê kiriye
Iskan Axa go înþallah xêr e
Mi weqas zilame da, bimbarek bê jêr e
Dibêjin ew êtûna xweþ êtûn e (dûjeh e)
Li wê derê her ro (herroj) þer û pevçûn e
Serê we guhdara xweþ bê li þûn e…






http://www.kurdayeti.net/Stran2.htm