Dilok û Kilam Dîlok : ___________ Ez li vî alî tu li wî alî Dîlberam êdî menalî Xwedîyê sozê xwe me Bîrana dilê min re tu delal î ***************************** Min navê xwe kola ... Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Ez Þex Seîdê kal, Bijîþk Fuad im Pêþmergekî bê nav û nîþan Û qevdek ji pancara welat im. Ez duh þehîd bûm Îro, nu hatim. ( R. BARNAS ) ***************************** Dîlok : ___________ Lawiko dîno çima çav nebar î Min ji tera soz da mezin xwarî Ya ji te ra ya ji axika sar re me Dilê xwa ji min neke reþ û tarî ***************************** Despêka Baharê ......... Li welatê min niha despêka biharê ye Dixulxilin çem û ro li berwara Ji lêvên nevalan, þirav Zirav... zirav Diþirþirin. ( R. BARNAS ) ***************************** Dîlok : ___________ Temezîya serê te zer e Dolê min bo te bi keder e Tu qe li helê min napirsî Hiþêm çu dil derbeder e ***************************** Kur û Keç : Bo kesê dildar firqî tune nav kur û keç Her çend me'lûme firqî tune nav kûr û keç Bo dilê þeyda firqî tune li her alî Her alî be, vî alî kur, wî alî keç ...... ( Edeb Ebdila ) ***************************** Dîlok : ___________ Porê reþî dirêj gulî gulî Dvêjî ser vî milî wî milî Ji evîna te çûm helakê Hiþêm çû dilêm kemilî ***************************** Çarîn ....... Xala li dema dil rewa Sed ruh û canim bin veda Sotim gelo çû di min nema Terkim kirin aqil û hiþe. ........ ( Elî Herîrî ) ***************************** Dîlok : ___________ Çavþîn î awir xwaþ î Bejn zirav birî rakêþî Qedera min û te yeke Eþqa zelal meke rureþî ***************************** Lewkê Delal ......... Te nedîye rojed melûl Tu nebûy diz, tu nebûy qul Selam vê rîya te teze ra Þabûn gotî emrê te ra ( Emînê Evdal ) ***************************** |