DIJMINÊN ZIMANÊ ME Gava min nivîsa Hêvîdar Zana ya bi sernavê “Ji kerema xwe re fêrî zimanê kurdî bibin” xwend, kesereke dirêj û bi þewat ji dilê min derket, ez heta gavekê bê mecal li hember compîturê mat mam. Gelo di jiyanê de ji vê mezintir kêmasî henin? Bi dil û can dikarim bêm: NA… Bi rastî kêmasiya herî mezin ji bo kesan ewe ku zimanê xwe yê zikmakî nizanibin. Mirov ji diya xwe ZANA nayê dinê, lê bi xwendin, dîtin û bi fikir fêrî her tiþtî dibe. Zimanê dê jî wisa ye. Û mirov di jiyanê de yekemîn fêrî zimanê diya xwe dibe. Gelo we tu car zarokek ku dê û bavê xwe Îngîlîz/Alman/Tirk bin û di yeksaliya xwe de berî zimanê diya xwe fêrî zimanêkî biyanî bûyî dîtiye? Ez bi xwe rastî tiþtekî wisa nehatim û bawerim tu kes jî nehatiye. Wê demê em çima berî zimanê xwe fêrî zimanê din dibin? Meriv dikare bi sedan sedeman li du hev rêz bike. Lê tu sedem nikarin girîngiya rastiyê ji holê rakin. Gava em vegerin nivîsa Hêvîdarê; kesên ku ji aliyê wê tên rexnekirin bi hezaran car gunehdar in. Þivanek, karkerek,yan gundiyek dikare heta cihekî ji bo pêþnexistina zimanê xwe yê zikmakî hin sedeman bide pêþ. Lê kesen ku di navenda saziyeke wisa girîn de cîh bigire û yekemîn karê xwe axaftina bi zimanê kurdî be divê ew kes berê berê fêrî xwendin û axaftina vî zimanî bibe. Armanca min bi tenê ziman e. Ez naxwazim wek Hêvîdarê li ser rexnekirina awayê xwendinê bisekinim. Hêvîdar dibê “Ew, bi dengên tîpên zimanê tirkî, nûçeyan dixwînin û mirov bi hêsanî têdigihîje ku ew ne bi zimanê kurdî mezin bûne, lê belê piþtre ji xwe re fêrî xwendina kurdî bûne.” Rast e. Ew hevalan –wek hezaran Kurdên Bakur- ji piþtre fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bûne. Lê fêrbûna xwe –wek kesen din- tenê ji bo xwestina nan û av yan jî rêkirina silav û kulavan li dar xistine… Gava meriv perwerdebûna xwe ya li ser ilmekî yan zimanekî bi serî neke meriv wek bijîþkên nezan dibê sedema kuþtina ewî ilmî/zimanî. Û wê gavê ez dikarim wan kesan bi mêrkujiya zimanê kurdî tewanbar bikim. Tu kes jî nikarê li hember wê rastiyê derkeve û bêje: Na! Tu neheqî… Jixwe kesên ku zimanekî baþ nizanibin nikarin xweþ biaxivin jî. Û wê gavê wê guhdarkirina nûçeyan jî bibe ezab û mirov jî ji awayê xwendina wan, hevokan ji hev dernaxe û nikare nûçeya ku tê pêþkêþkirin jî baþ biþopîne. Hêvîdar dibê: “Ew nizanin ka li kuderê pêwîste mirov dengê xwe bilind an jî nizm bike, li kuderê lazime bêhn were vedan û bi çi dengî mirov dawiya hevokê bîne. Ew bi kîjan dengî destpêbikin, bi wî dengî jî dawî li hevokê tînin. Jixwe gelek caran mirov pê nahise ku wan nûçeyek qedand û dest bi yeke din kirin. Ew nûçeyên trajîk û yên komîk jî bi yek deng û rengî dixwînin.” Kesê/a ku zimanekî nizanibe, di axaftina wî zimanî de yekemin bi xwe ezabekî dikiþîne. Wê rastiya bûyerek anî bîramin. Di dema xwendina navendî de ez li gund dijiyam. Serê sibê diçûm bajêr, êvaran vedigeriyam malê. Gundiyekî me bi navê Evdilqadir hebû. Bavê wî di dawiya xwendina yekemîn de ew ji bo xwendina navendî neþand bajêr. Meraqa Evdilqadir gelek li ser zimanê Îngîlîzî hebû. Ewî ji xwe re ferhengeke bi Tirkî-Îngîlîzî peyde kiribû û li malê xwe fêrî Îngîlîzî dikir. Gava em dihatin gund carinan li ser riya me disekinî û em di nava pirsan de difetisandin. "Pencil çî ye? Pencil... Tu Blackboard dizanî" û hwd. (Evdilqadir peyvên Îngîlîzî wek awayê nivîskî dixwendin. Li cihê Pensil ewî Pencil bikardianî) Gava me rastiya xwendina wan peyvan digot baweriya xwe bi me nedianî û digot: Ma hun qasî ferhengê dizanin!... Hevalên hêja ez bawerim hûnê jî weke Evdilqadir nekin û li hember rexneyên Hêvîdarê dernekevin û di demeke nêz de bi raste rast xwe fêrî zimanê diya me bikin… De rabin… Xebat baþ! http://www.avestakurd.net/mehmet%20boncuk.htm |