PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



GAZIYEK JI CERGÊ ASYA ( Xelîl Duhokî )



Xelîl Duhokî

PÊÞGOTIN


Sedan sale çi ji layê sîyasî, komelayetî û aborî û çi ji layê roþenbîrî û edebî ve perdeka reþ ji nezanîn û paþkeftinê li ser gelê me vedaye. Dîsan rûçik, rewiþt û adetên kevin -yên kirêt û nejêhatî jî- mil bi mil di gel dijminên çînayetî û netewî, asteng kirîne di rêka pêþkeftingelê me de û nehêlayîne bi dirustî qonaxa bibirît û bigehîte lok û pileyên bilind di jîyar û þaristanîyetê de. Her çende piraniya cûrên edebî û roþenbîrîî nebûn û kehniyên wan di hiþik bûn, lê kehniyên helbesta kurdî berdewam zayîne û bi helbestên xoragir û þoreþgerî têhnagelê me þikandî ne. Bi dehan stêrên geþ, asmanê edebê kurdî ron kiriye, her ji Cizîrî û Nalî, Xanî û Hacî adirê Koyî û heta digihîte Goran û Cigerxwînî. Wan þairan bi pêyv û ristên helbestên xwe, senger û çeperên dijminan têk di þikandin û gelê xwe hiþyar dikirin û nebûne lêbok û yarên gavê, ji bo koçk û dîwanên derebeg, axa, þêx û dijminan.

Her çende bizaveka berdewam ji layê edîbên kurd ve hatiye kirin, lê di van bîst salên dawiyê de, wan piraniya rengên edebî û roþenbîrî geþe kirîne û bi taybetî helbesta kurdî ya hevçerx, ku pêþ ve çûye û qonaxên dijwar û sext birîne. Bi dehan dîwanên helbestan, çi li Kurdistanê û çi li derveyî welatî, ronahî dîtîne û belavbûyîne. Piraniya helbestan basî derdeserî, hejarî, qaremanî û xoragirtina gelî dikin. Kiryarên çepel û kirêt ên dijminan berçav dikin û li dij radiwestin. Peyv mîna gula sîngê neyarê sitemkar disimîn û dibirîn, çinku peyvên þoreþgerî di þerê rizgarîyê de, kar û roleke giring dilîzin. Bi vî rengî nivîskar û edîbên kurd, nemaze yên bispor, zana û þoreþgêr xizmeteka mezin peþkêþî gelê xwe û giþt mirovayetiyê dikin..

Piraniya helbestên vê dîwanê, berî nuha di pirtukekê de bi pîtên erebî, li Kurdistana Îraqê hatibûne çapkirin û belavkirin, lewra ne dûr e li hindek cihan guherîn peyda bibin. Lê min çendîn helbestên dî jî dayîne di gel. Mebest ew e ku hindek ji wana ronahî nedîtibûn û asteng û kospa, rêka belavkirina wan girtibûn, çinku li Kurdistana Îraqê, ew azadiya me diviya û xebateka germ ji bo dikir, bi dest nedikeft û hukûmeta faþîst, hov û kevneperest, berdewam hewil dida ku rê nedite edebê þoreþgêr û xoragir belav bibit û bikefte ber destên cemawerî. Dîsan piraniya kurdên Kurdistana Turkiye û Sûriyê nikarin bi pîtên erebî bixwînin û binivîsin, lewra wan nikarîne berhemên me bibînin û bisengînin. Her çende me zêde destkariya helbestan nekiriye, lê dîsa me bi pêdivî zaniye hindek guherînên biçûk di naverok û devoka helbestan de bikîn. Wek me gotî, jiber nebûna azadiya belavkirina helbestên niþtîman perwerî û þoreþgeriyê, em pir caran neçar dibûn hêma (remza) bi kar bînîn, nav û nîþanên helbestan biguherînîn. Carna me þoreþ dikire narîneka þeng û ciwan, carna jî me ji zar devê þoreþgerên cîhanê qise dikirin û namên pêþmergên qareman ji bo xoþtivî, kes û karên wan dihinartin. Lê di gel hindê jî me berdewam asteng diþikandin û dengê xwe digehande xelkê xwe yê bindest û derbeder.

Me berdewam hewil daye ku, xwendevanan tuþî tengavî û girêya nekîn û helbestên xwe ji tem û mij û giraniyê dûr kîn, çinku helbesta pirgirê nikarît xwe bigehînîte cemawerî û neþêt karekê baþ li ser bikit. Me hewil daye, di gel bizava edebî û roþenbîrî biçîn û carna jî pêþ bikevîn, lê belê eger hat û kêmasî jî di zimanê me de hebin, sedem ew e ku dijminî ew qedexe kiriye û rê ne daye bajarvanî bigehîte me û ber bi pêþ ve biçîn. Bawer bikin min û çendîn edîbên kurd, bi taybetî li Kurdistana Îraqê li devera Badînan, li çi xwendingeh û zanîngehên kurdî nexwandiye û nenivîsiye. Bi tenê me erebî û Ingilîzî xwendiye û sod ji serekaniyên wan wergirtiye. Lê bi xoragirtin û dilsojiya çendîn hêzên sîyasî yên kurdistanî , kurdên welatparêz û xemxorên welatî û peyva jêhatiya kurdî, þîyan zimanê kurdî ber bi pêþ de bibin û bigehînin pileyên bilindtir..

Ez di sala 1951 an de, li bajêrê Duhokê li Kurdistana Îraqê dagîrkirî, hatîme dinê. Her ji zarokatiyê, evîndar û þeydayê çîrok, helbest, stiran û serhatiyên kurdî bûm, mêvanê piraniya rûniþtin û þeverokên taxa me bûm. Evîna folklorê kurdî yê zêrîn û bihagiran, keftibû di nav xwîna min de. Her ji sala 1970 ê min dest bi vehandina helbesta kiriye. Ya yekê min di sala 1972 ê de, di rojnama Hawkarî de belavkiriye. Di sala 1973 ê de, bûme endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd. Min di piraniya kovar û rojnamên kurdî de helbest, çîrok, gotar û vekolînên edebî, çi li Kurdistanê û çi li derveyî welatî belavkirîne. Zulm, sitemkarî û sansora dijminî, ez neçar kirim ku di sala 1982 ê de, bigehime rêzên þoreþa kurdî..

Min pir pê xweþ e ku vê qefta helbesta pêþkêþî xwendevanên hêja bikim, hêviya min ew e ku li cihê razîbûna wan bît..

XELÎL DUHOKÎ
1987/11/20 Eskilstuna-Swêd

**********************************



GER MIRIM DÊ SAVA MÎNÎT

B'das û bivr û xencera
Dest me hiland da ber sera
Welat evro zorbey kurda
Sîngê danay j'bo çepera.
Hilnegire qehr û kula,
Bes e me û jan û kesera.
Soz bît j'bo te pêk ve rabîn,
Sorgula geþ kîn ji te ra.
Eger ez kewekê jar bim,
Pera li min biqusînin.
Çîçik û bilbil heval in
Dê di gel xwe min firînin.
Eger gula bê xudan bim,
Belga li min biwerînin.
Wekî buhara me d'êtin
Gul dê di gel xwe min çînin.
Eger desta l'min biþkênin,
Dê xebatê kim bi çava.
Çava li min kore bikin,
Dê dil mînit j'bo bizava.
Welat ger wextekê mirim,
Neqehre dê mînit sava.
Ger min gavek havêtibît,
Ew dê havêtin deh gava.
Dê ji helbesta neqþînim,
Kirasa j'bo hemû rîsa.
Dê helbesta kime xencer,
Pê dirînim zikên pîsa.
Dê kime pîþ j'bo hêlîna,
Bilbil biçine ser lîsa.
Ta ku rojek bêt j'bo kurda,
Zû biqetînin werîsa.
Kawe binive û xema nexwe,
Welatperês me tijî ne.
Zîndanên tarî çinînin,
Ne j'bo xweþiyê me bes jîn e.
Kul û kovan her bimînin,
Mem mir me Kurdistan Zîn e.
Me di dil xedeng tijî bin
J'bo rojeka nû çinîne.
Sond dixwim ez bi te Nevroz,
Êdî qet nexwin çi dev beþ.
Bila ava þêlî bikin
Kurdistan e her gula geþ.
Bila jîna me tal bikin,
Dijmin dê derkevin rûreþ.
Dê gorî welatê xwe bim,
Ez bi ceger û dil û laþ.

1973


WELATÊ MIN

Welatê min
Ha j'xwe hebe
Ava bê pêl hêdî hêdî masiya dixwit,
Ew buhara gul bû di geþ
Ew b'xwe dixwit!
Van dijmina îro divên
Sikra çêkin, coka bigirin
Me nebît av...
Tîra berdin me kore ken
Da ji me ra nemînin çav..
Goristana me xemlandî
J'bo þehîda wê bisojin..
Xort û mêr û tev egîda
Bi xafletî ew bikujin..
Kewê li ser gira diqebît wî bigirin,
Ezmanî lê ew bibirin..
Por û çîçka bêxne dava
Derên rika lê bigirin..
Welatê min
Kavlek im ez bê derge me
Da rêvînga bihewînim.
Ez nemînim
J'bo feqîr û tev hejara
Ez çi bînim..
Lê welato min divêtin
Rondikên dayka kom bikim
J'bo têhniya..
Goþtê laþî jê ve bikim
Danim têþta tev birsiya..
Nobedarên dol û çiya..
Welatê min
Pirek im ez .
Min dest û pê þengiste ne
Dê her mînim..
Birîndara dê bûrînim..
Bibîne tu
Bibîne yê bi destekê
Di cengê da hate birîn..
Lê dê j'bo te xweþ welato
Xwe gorî kîn û ragirîn..
Xwe gorî kîn û ragirîn..

1973


KELEKVANO!

Kelekvano!
Aveka bûþ e pir pêl e.
Me nehêle.
Evî qîtê me komkirî, wî lê bike.
Derbaz bike.
Ji destên dijminê neyar.
Bê birîn û paþ bê hewar.
Kelekvano!
Were bibîne zarokê day lê mirî.
Gorî kirî.
Vê bîjina mêr lê nemay,
Þehîd kirî.
Birîndarê birîn evro lê kulkirî.
Kê sax bikim!
Kê ji pencên van dirinda rizgar bikim!
Lê nêzîk e difna dijmina b'kim bêder,
Ji dil cencerê l'ser bikim..
Kelekvano!
Kavlekê hey li ber girî,
Bê derge ye, ew yê me ye.
Hindek zarok tê de dijîn,
Þepirze ne!
Hêj biçûk in, çi nezan in ew yên me ne!
Zûbe vî qîtî b'gehîne.
J' destên xwînmêja derîne.
Hêj nû mal în..
Kêm heval în..
L'cem dijmina em çi nînîn.
Ya ji wan ve, em qaçax în..
Yan rêkgir în..
Em karwana di þelînîn..
Yan zaroka di qelînîn..
Ne we nîne
Ne bi gorên tev þehîda, ne we nîne.
Belê me d'vêt em jî bijîn,
Wek mileta.
Bes bimînîn li bin desta.
Kelekvano!
Bistanên me hiþik kirin..
Av jê birin.
Zarokên me ser jê kirin.
Ev sorgulên bi xwîna me hatîn çandin,
Jinavbirin.
D'ser hindê ra we dibêjin!
Lê ya me d'vêt rojek nwî ye.
Buhareka xemlandî ye.
Gulên weryay sera rakin.
Ev hejare kolkên heriftî ava kin.
Me ev divêt, lew dibêjin
Kurd qaçax in.. kurd rêkgir in..
Kurd karwana diþelînin..
Kurd zaroka diqelînin..
Kelekvano!
Hindî kulyên xore hebin
L'nav genimî dirinde bin
Dê carna em jî birsî bîn.
Xudan kelem û stirî bîn.
Welê bila ew her hebin
Her miþe bin
Ew bi tinê dê rûreþ bin
Demê rojeka nû d'êtin.
Zû dihelêtin.
Dê her êtin.
Kelekvano!
Rabûre, bêje cîhanê
Bêje cîhanê rastiyê.
Kî ne hevalên aþtiyê û tenahiyê?
Bêje çi ne?
Kurd çi tuxmin?
Rast qaçax in?
Rast rêkgir in?
Yan divên mafa wergirin..
Dê wergirin.. Dê wergirin..

1973


EZ Û HEVAL

Gewriya min.. Hinavên min..
D'hiþk in delal
Ez yê li çoleka ker û lal
Her bê heval
Çi av têhna min naþkênin
Heta te çav d'rêka min de
Nebine kanîkek zelal.
þev û roj l'min her þev in
Tarî ye û ez kêm dibînim.
þahî û ewra l'min her tev in
Welê ez yê rêkên pirî,
Stirî û durik diþeqînim.
Dilezînim.
Da destên xwe
D'þenge bejna te werînim.
Têr bibînim.
Têr bibînim..

1973


KAXEZEKA BELAV NEKIRÎ YA GÎVARAY

Hey cana min
Gava bîra te d'êt bi min
Jan û kovanên xwe, ji dil bivehîne..
J'min re b'þîne..
Hey cana min..
Demê l'govend û daweta
Xwe d'xemlînin. d'vehejînin.
Cerg û dilê te d'helînin
Li vêre canê
Ez yê çeper û xendeka d'herifînim
Zikên xwînmêj û nokera yê d'dirînim.
Yê d'peqînim.
Da rojeka pir xweþî û nû j'te re bînim.
Demê l'seyran û buhara xwe d'leqînin
Zerî serkêþên dîlana.
J'bax û bîstana d'derînin.
L'serê hemû kopên çîya
L'serên rêya
Dê min bînî, demê gurza d'veweþînim
Enya xwînmêjên welatî
D'heriþînim..d'perçiqînim..
Hey cana min
Kutirkek im þaperekê dê kim sîber
L'ser serê te.
Dilê xwe dê kime kanî l'ser rêka te.
Da jê vexwî gava diçî
Wan þînewarên pir birîn.
Demê Pepo l'ser digirîn
Hey cana min bawer bike
Gava desta dihelînim
Zend û baska diþidînim
Wek mîha l'ber devê gurgî
Piþta dijminî d'qirînim..
D'veçemînim
Hey cana min
Soz û peymana didem te
L'rojeka geþ.
Wan çavên reþ
D'kilî wer kim..
Wan birîna vekewînim ji dil der kim..
Ji dil der kim...

1974


GAZIYEK JI CERGÊ ASYA

Ho birayno
Rêvîng în em her bê çira!
Erê çira!
L'nîva þeva reþ û tarî.
Heval û hogir me nînin,
Hilgirin harî me barî!
Ma dibîtin
Kutirkên me miþext bibin!
Hêlîna b'hêlin derbibin.
Werin evroke bibînin
Kelexên çîçik û pora,
L'çal û kora, evro rizîn.
Kevokên me, l'hemû nizara qirqiçîn.
Masî hatine daîran yan xendiqîn.
Lê birayno
Her çend kelek dar belav e
Rûbarek pir tor û dav e.
Lê me xebat û bizav e.
Çinkî gelo
Kewên me her yê diqebin..
Mahînên me hemî sihara diþihin..
Gulên me çandîn namirin,
Her digehin..
Bawer bikin, dê rojek êt,
Her çar qolaçên dilê me,
Geþ bin. Vebin..
We diyar e tev dijmina ne li bîr e,
Yê ku evro þehîd dibît
Gorî axa pîroz dibît
B'serfirazî.. bi þanazî..
Gencekê dî
B'tifeng û rexta radibît
Çinkî birayno ew bêhna,
Paþerojeka geþ û nû,
Dihilkêþît.. di hilkêþît..

1974


EVÎNA MEZIN

Di derya jan û kovana da þirînê,
Zivroka êþ û birîna,
Ez vexwarim.
Lew hejar im.. Qet nikarim
Xwe berdem pêlên evînê
Nazenînê
Birîna min hêj kûrtir e,
Ji birîna Mem û Zînê
Hindî zaroka hewar bît
Qêre qêr bît j'ber nalînê.
Hindî sorgula tazî bît
Behî û þînî û her girî bît
Ji ber buhar û havînê.
Hindî rêka xort û mêra
J'mij û tozê dagirtî bît.
Keproka bê kes û jara heraftî bît.
Qet nikarim
Xwe berdem pêlên evînê.
Ay þirînê. evîna min,
J'evîna te kevintir e..
Mezintir e..
Bi hêztir e.. Gerimtir e..

1974


CEJNEKA DÎ YA BI TOZ Û KADÎ

Careka dî
Cejna me zivirîve canê
B'toz û kadî.
Kanê ya dî!?
Evca bes min
B'soje û girkê xema kom ke,
L'ser vî dilî!
Bes min b'kuje û bes tu xwînê,
L'çava bide l'þûna kilî!
Were, were, sotim helyam
Ha þemalka þenge jîna min vemirî.
Genmê li zevya jîna min,
Ma ne durî!
Buhara min ya d'kit girî!
Were, were, xweþ ke jînê.
Da nekevîn derd û xemên,
Mem û Zînê.
Gêleþûka evê jînê.
Evê jinê..

1974


AGAHDARIYEK JI BO CIVATA GELÊN YEKGIRTÎ

"Piþtî pezî serjêdikin,
Digurên û kevil dikin.
Lê evroke l'welatê min,
Berî mirovî bikujin,
D'zîndana de kevil dikin.." (1)
Erê gelî daxaskerên serbestiyê
Yên aþtiyê û tenahiyê
We dîtiye?
We dîroka gelê me jî bihîstiye!
L'welatê min, ker û golika,
Gêre d'kirin.
Nûha d'zirin.
L'gelyê Zîlan (2) û Çarçira(3)
Hizaran xelk, bin ax kirin.
Hêþta d'nirin.
L'sorya (4) û Deka, (5)
Sotin.gulebaran kirin.
Zîndan d'pirin.
Lê xelkê me,
þenge doza xwe bernedan,
Xendek, çeper çolnekirin.
Pa dê werin!
Hûn l'çi digerin!
Xwîn ya pengî.
L'kîrê û kengî,
Zikê jina avis bi þert,
D'êt dirandin?! (6)
L'kîrê û kengî,
Mirov b'saxî d'êt veþartin?! (7)
L'kîrê û kengî,
L'þûna dîyaryên sersala,
Napalm û top,
J'bo zaroka d'ên hinartin?!
Lewra gelo
D'nav kelexên mirovan de..
D'nav daristanên sotî de..
D'nav xanîkên heraftî de..
L'azadiyê ez digerim.
Her ya fere pêþ de herim.
Bi bawer im.
Rojeka nû wê j'me ra bêt.
Buharek û kanî bizêt.
L'serê gir û kupên çiya
L'serên rêya
Agirekê geþ hilbikîn.
Kurdistanê bi xemlînîn, himbêz bikîn.
Nevrozekê ji dil bikîn.
Cejna hewe û xelkê jêrdest,
Pîroz bikîn.
Pîroz bikîn.

1974


' Destkariya vê helbestê hatiy kirin, hinde rûdanên din jî çûne di nav rêzên wê de.

1) Ji helbestvanê ereb EBDULWEHAB BEYATî hatîye wergirtin.

2) Li geliyê ZîLAN, hizaran xelkê bêdeselatê sedan gunda kom kirin û di vî gelî de bi destên cendirmên tirka hatine bombe barankirin û þehîd kirin, dibêjin: rûbarê di gelî de diçû pir xwîn bûbû.

3) ÇARÇIRA, di vê meydanê de, serokê Komara Muhabadê, QAZÎ MUHAMMED û hevalên wî bi destên rijêma Þahê çepelr hatine bidardakirin.

4) Sorya, gundek e dikevîte devera BADÎNAN li nêzîk bajêrê ZAXO. Li sala 1963 ê hukumeta faþîsta Îraqê, giþt xelkê gundî, ku ji feleh û musulmanên kurd pêk hatibû, hemû gule baran kirin.

5) DEKA, þikeftek e, dikevîte devera BADîNAN nêzîk bajêrê ÞÊXAN, giþt xelkê gundî ji ber top û firokên hukumeta hov revîbûn û çûbûne di þikeftê de. Lê kirêgirte û leþkerê holakoy agir berdane þikeftê û hemû tê de þewitandin.

6) Di sala 1963 ê de, jineka kurd kefte destên leþkerê Îraqê, ji ber ku jin aviz bû, lewre þertanê kirin da ku bizanin, ka jinê kur heye ya keç!! Hovane armanca xwe cê bi cê kirin.

7) Di sala 1963 ê de, li bajêrê SILÊMANIYê ji heþtê mirovan pêtir girtin û bi saxî havêtine di çaleka kûr de û veþartin.


DOSTA BÊWEFA

Dosta minê, ho hevalê.
Hemî salê
Babelîsk û barovên te,
Gef dikirin.
Xem dihêlan,
Xweþî d'birin!
Hingê dostê,
Hêviyên min, hemî d'mirin.
Koz û nizarên laþê min,
Her ew in yên ku te sotîn
Dîsa l'kîrê te divêtin
Kar û berxên min biçerin!
Here. Here
Min nedizanî d'mejyê te de
Direw d'pirin.
D'gera xapandina tê de,
Heval d'mirin.
Mirov d'mirin..

1975


NARÎN J'BO EVÎNÊ D'KETE GIRÎ

Gelo narînê girîn e,
J'ber evînê.
Gelo bêjnê,
Yê ku j'bo evînê d'jîtin.
Caran b'xweþî. caran hey ho,
Dê b'azar û kovan bîtin.
Caran evîn,
Mîh û karên þivanî pê
Can bêrî viyay,
D'bete çerwanî l'nizara.
Caran d'havêtin ber devê,
Gurg û hara.
Caran sikra j'xwîna dila dipengînît.
Caran buharê l'ber dilê,
Þenge tolaza d'xemlînît.
Caran birîna kûr dikit û d'arînît.
Caran stiranên xweþîyê
J'bo evîndara d'lorînît.
Evca narîn, j'ber evînê,
D'key girînê!
Ne tu b'tinê b'jan û kul î!
Tu b'wî dilî, piþkek kul î.
Lê evro ez û yê evîna j'dil kirî.
Yê laþ lê hati kelaþtî û
Pirt pirt kirî.
Yê ku piþtî,
Hizar rim û tîr vêketîn,
Hêj evînî j'bîr nekirî.
Nexêr, nexêr nakîn girî.
Evca tu jî.
Bêy girîn û bêy xwe b'kujî.
J'bo evîna giran bijî.
Narîn bijî û her bijî..

1975


IMPERYALIZM Û KAREKÊ NE JÊHATÎ

Ev ne xewn e.
Ne destanek gelek kevn e.
Lê rastî ye û min dihêrît
Lew min divêt êk vegêrît
Ay xelkîno
L'warekê bê kes û xudan
L'çolekî hiþk bê av û nan
Min dida rê.
Ax ji wê rê!
Stirî û heja,
þerenîx bû d'gel hir û bay.
Qêrî û nalîna mirovan,
Hirêna ew'r û birîsya j'dil çik dikir.
Toza j'gevizîna birîndara radibî,
Çavên dûkêl û kadiyê kore dikir.
Lê xelkîno, l'ber wê hurê

Min jî da rê

Lê hêþta j'rê qonaxek may.
Acûc û macûcên nemay, xirbûne ve.
Min dest û pê kiribûn stûna pira kara,
Lê j'bin birin û þikandin.
Çavên di geþ
Çirayên þevreþa jara,
Ay bi kêra qoqilandin.
Sîngê min jî,
Germe hêlîna sêwî û birîndara,
Bijikandin.
Piþta min j'nîvê qirandin.
Evca hindabûn û firîn.
Piþtî nêçîra xwe kirîn.
Ez b'wî rengî
L'rex û çanên laþê min xwîn
Gerek pengî
Welê kengî!?
Kî heye j'bo tev hejarên,
Vê cîhanê, çîroka min j'dil vegêrît,
Hêy ne jengî.
Hêy ne jengî...

1975


DESTANA PALEYEKÊ KURD

Ho birao.
Sîng pîlao.
Weku niha, bîra min d'êt,
Dema tu hatiye karxanê,
B'zikê vala û zaro d'birsî.
L'te jî d'xurîn, here, here,
Kî dizanît tu çi kesî!?
Hingê kekê jar min zanî,
Tu jî mîna min bê kesî!
Tu çi d'xwazî, tu l'çi d'pirsî!
Erê ma te ne li bîr bû,
Deme volkana Bêkesî (1)
Peqî û digotî bê tirsî:
"Bîst û hewt sale min rêncberî tum,
Be nan û aw û cil û bergî xum.

Xizmetim kirdî le Îran û Rûm
Le pênawî tu þikawe estum..."
Lê birao. Sîng pîlao.
Weku niha bîra min d'êt
Gava te çav bûyne dû stêr.
Te deng bûye hurmênek û
Tû bûye þêr.
Rast te gotî:
Ez pale me.
Barê min tev cara xem e.
Mera min j'bo zile çavên tev dijminan,
Kêr û çeqok û kelem e.
Bizava min ya herdem e.
Her ya fer e xwe hiþyar kîn.
Zilm û sitem karyê rakîn.
Lewra min d'vêt
Gurg û rîvya rateqînim.
þêr û pilingên meydana,
Vezivrînim gêrê dîsa.
Kew û kevok û mirîþka,
J'miþextbûnê vegerînim,
Carek dî hêlîn û lîsa.
J'tev kaniya,
Ramalim kirim û zêriya.
Gewriyên jar û têhniya
J'qirqiçînê, j'hiþikbînê.
Av bidim carek dî dîsa.
Bipeqînim, bidirînim.
Genî zikên noker û xwînmêj û pîsa.
Lê birao
Sîng pîlao
Taca serê tev jarao
Min hind dît tu l'min berze bûy.
Lê ker nebûy.
Bê deng nebûy.
L'hemî layên asmanî dengê te veda,
Gelê bê deng û ker û lal,
Nekin zaro b'mînin birsî..
Ne çi jîn e ya ku dibûrît bitirsî..
Ne çi jîn e.. ne çi jîn e..

1975

(1) Helbestvanekî bi nav û deng ê Kurdistana Îraqê ye.


ÞIVAN

Ho þivano
Min li bîr e û min yê zanî
Kanê çewa, ho b'bê dengî!
B'devê gura,
Pez mir û xwîn l'dûr te pengî!
Lê ya fer e, careka dî,
Mîh û kara.
Xirkeye, zom û nizara.
Çinku dibên:
"Serbilindî ne her hinde,
mirov çi cara nekevît.
Belku hinde, demê d'kevît
careka dî
rabît û ji nû bibezît."

1975


KANÊ ÞOREÞA NÛ!

Rabe bira
Ala xebatê biçîne l'hemî dira!
þemalkên þoreþeka nû,
Ya me divêtin helke ve..
Bibe lehî,
Hemî sikra bipeqîne
Careka dî nivistiya hiþyar ke ve..
Bêje kanê?
Leþkerê mîna birîsyê,
Yê fer e dîsa bête ve..
Bêje bo çi hûn d'bê deng in?
Werin gurga rateqînin.
Da bes xwîna kar û berxa,
L'welatê min bête rêtin!
Werin buharê b'xemlînin.
Da bes bêhna gula b'dizin,
J'evro pê ve bo me bêtin!
Nanê sêlê her yê me ye
Dîsa bo me bête pêtin!
Kanî bo me bête zêtin.
Rabe bira,
Ala xebatê biçîne l'hemî dira.
L'hemî dira..

1976


YA TU DI XWAZÎ

Hey ho canê ya tu dixwazî..
Min jî gelek l'dwîf d'kir gazî..
Lê ew hêvî,
Kevn e ya par û pêrar e.
Tu bi zane j'î sal pê ve,
Evîna þenge welatî
L'ber derazînka dilê min nobedar e.
Ji serekanya mejyê min
Heta dawiyê bi kare.
J'dil bijar e.. j'dil bijar e..

1976


EV ÇI SAL E?

Gelo gelo, ev çi sal e!
Ev çi tazî û nale nal e!
Erê hemî çira û fener
J'bo çi ne ew
Ger þeva me j'dil ron nekin!
Erê hemî þêr û pilingên meydana
J'bo çi ne ew
Ger rêka me
J'dehbe û dirindên zaroxwar
Pakij nekin!
Erê hemî ev xort û genc
J'bo çine ew
Ger hêviya me
Nêzîk nekin!
Me nevên gul di weryay bin.
Me nevên mêr
Di tirsay û paþvemay bin.
Me nevên þêr,
Gêj û þepirze û damay bin.
Me nevên çi bi vî rengî..
Bi bê dengî..
Me divên mêr, me divên þêr.
Ku tev bi hev
Di rêka rojeka nû de,
Xwe gorî kin.
Xwe gorî kin...

1976


NE BÊJIN ME ÇI JÊ YE!

Bajarê min b'toz û mij e.
Çîroka min,
Mîna destana stêra kerwankuj e.
Kî ne evro b'kine gazî,
Ho dijmino,
Bes kal û zaroka b'kuje!!
L'ser kelexa
Bes bikene û bes b'girnije!!
Ay xelkîno!
Pisyar bikin!
Kanya xweþya bo l'me nazêt?
Buhara deyka kulîlka çira naêt?
Gencê j'bo rojeka ûsan evro gehî,
Bo çî xwe gorî nakit û lawka nabêt?
Ay kurdîno, xwe hiþyar kin!
Çi çilxane ye hûn tê de?!
Erê ma kes nema d'rê da?..
Bes vegerin û bes bêjin,
Me çi jê ye!!
Yê l'ber pêlên derya ho har,
L'lavelavê þenge hêvî,
D'gel kenarê tenahyê ye.
Birsî çav l'nanê sêlê ye.
Zaroy çav l'þîrê daykê ye.
Bes vegerin û bes bêjin
Me çi jê ye!!
Xebat ne bes carekê ye.
Kerwan ne bes
Kerwanî yê her þevê ye.
Me jivanek d'gel rojê ye.
Ç av me lê ye..
Çav me lê ye..

1976

-----------------------------------------------

PÊRIST
1- Pêþgotin.........................................................5
2- Ger mirim dê sava mînît....................................11
3- Welatê min....................................................14
4- Kelekvano......................................................17
5- Ez û heval......................................................21
6- Kaxezeka belav nekirî ya GÎVARAY...............23
7- Gazîyek ji cergê ASYA....................................26
8- Evîna mezin..................................................29
9- Cejneka dî ya bi toz û kadî...............................31
10-Agahdarîyek ji bo Civata gelên Yekgirtî...........33
11-Dosta bê wefa..............................................37
12-Narîn ji bo evînê dikete girî.............................39
13-Imperyalîzm û karekê ne jêhatî.........................41
14-Destana paleyekê kurd....................................44
15-Þivan............................................................47
16-Kanê soreþa nû................................................48
17-Ya tu dixwazî...................................................50
18-Ev çi sal e!.....................................................51
19-Ne bêjin me çi jê ye?.......................................53


Spas ji bo Hevalên "Hêvîya Gel" ku ev dîwan e li datayê kirine û ji
bo heval N. Kirîv ku pergela rûpela amade kiriye.
Xelîl Duhokî

.............

Erê gelî daxwazkerên serbestîyê..
Yên aþtîyê û tenahîyê
Hûn l'çi d'gerin!
Pa dê werin!
Xwîn ya pengî..
L'kîrê û kengî
Zikê jina avis bi þert
d'êt dirandin!
L'kîrê û kengî
Mirov b'saxî d'êt veþartin!
L'kîrê û kengî
L'þûna dîyaryên sersala,
Napalm û top
J'bo zaroka d'ên hinartin!...