PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



QEY KURD JÎ NE MISILMANIN ?...






Dema misilmanî giha Kurdistanê, pirraniya kurdên wê demê Zerdeþtî-êzîdî bûn. Leþkerê misilmanan bi hezaran kurd bi þûr û bi navê misilmaniyê, kurd li Kurdistanê serjê kirin. Her çiqas kurdan liberxwedan kirin jî lê zora wan çû û kurd bi þûr hatin misilman kirin.

Di dema êrîþên xaçperestan de û di binê rêberiya Selaheddînê Eyyûbî de leþkerên Kurdistanê misilmanî ji qirkirina xaçperestan azad kirin û çendsed salekî misilmanî ji aliyê kurdan ve hat qewîn kirin û erebê erebistanê ji sînorê îranê û heta misrê bûn xwediyê olake Cîhanî, zimanê erebî bu zimanê misilmaniyê û misilmanî li Cîhanê fereh bu.

Di dema sêyem ya ku dewleta Osmanî-tirk de jî misilmanî ferehtir û xurttir bu, lê kurd jî wek hemî neteweyên di nava wê çerçûvê de xwedî welat, ziman, adet û toreyên xwe û dîse misilman man.

Ez di vê nivîsa xwe de divim bidim xuya kirin û heþkere kirin ji misilmanên cîranê Kurdistanê û yên Cîhanê re ku îro jî kurd %90 misilmanin û li ser cografya Kurdistanê dijîn, lê dema doza serxwebûna vî neteweyî tê bazarê, misilman tev li dijî kurda dirawestin û daxwaza wan ya serxwebûnê difetisênin. Çima ji we ”misilmanên” din re serxwebûn heqe lê ne ji kurdan re?

Paþî þerê Cîhanê yê yekem, dema dewleta Osmanî - Tirk hilweþiya jî kurda pêþniyarê Ingilîz û ferensiya qebul nekirin xwestin dîse wek misilman û di nava dewletên misilman de serbixwe bimênin. Lê çi mixabin dîse jî ji erebê misilman û tirkên misilman tu alîkarî nedîtin û wê demê jî biser misilmantiya kurdan de jî, cografya Kurdistanê careke din û vê carê jî kirin sê perçeyên din û di navbera xwe de parvekirin.

Îro dewletên mezin yê ne misilman lê ji misilmanan demokrattir hatine ser cografya Kurdistanê û divin alîkariya kurdan ji bo dewletek serbixwe bikin.Lê vê carê jî ”misilmanên” ku xwedî dewletin li dij derdikevin û dibêjin ku kurd ne misilmanin…!

Dewletên dagirkerên Kurdistan, nav û zimanê kurdan qedexe kirine, ereb u tirk di gund û bajarên Kurdistanê de bicî kirine, wek ku kurd êsîrin di destê wan da, wan heps û zîndan dikin, mafê mirovayetiyê jî ji destê wan derdixin, wan eþkence û bê rûmet dikin.

Heger îro piraniya kurda Mesîhî ba wê ew jî xwedî dewlet bane. Cîhana Mesîhî divin kurd li perçeyekî Kurdistanê , di nava sînorê dewleta Îraqê ya hêrîvî de bibin hevparê dewleta Îraqê ya nu bi awayê li darxistina dewletek ”federal” ji du milletên sereke yên li Îraqê. Lê ew dewletên ku bi xwe di dawiya þerê Cîhanê yê yekem de û bi xêra hinek dewletên Mesîhî ji binê zordestiya Osmaniya azad bune, îro naxwazin netewê kurd li ser erd û ava xwe bibe hevparê dewletek ”federal” li Îraqê îro…!

Gelo eve biratiya ku misilman pê bang dikin, çima vê yekê ji bo Felestiniya nabêjin?

Ev kirinên han tev bi navê misilmaniyê û dibinê desthilatdariya dewletên misilman de tên kirin. Gelo eve misilmanî û çima dengê misilmanên rast nayê?

Bi hezaran þêx û melayên kurd hene,bi milyonan hecî û sofiyê kurd hene, bila dengê we derkevê, bidin xuya kirin ku ev yeka ha nehaqî ye, gunehe…

Banga min bi vê kurtenivîsa ha ji kesên ku bi ”rastî misilmanin” re ev e ku ; bila misilmaniya xwe di vê demê de heþkere bikin û mafê milletê kurd weke ku kurd daxwaz dikin bidin wan.

Heþkere bêjin, binivîsênin û ji bo dewleteke kurd xebatê bikin. Kesên kurd yên þarezayê zimanê erebî ne û xwe þêx û misilman dizanin, bila dengê xwe bilind bikin û heger bi rastî misilmanin bila misilmaniya xwe bidin xuya kirin.

Heger 22 dewletên ereba hebin û ew bêjin em misilmanin û tenê heqê me heye bibin dewlet, hingî çima heqê kurdan tune ku bibin dewlet, ma qey kurd ne misilmanin ?

Çi milletê xwedî cografya û zimanêkî cêwaz be li Cîhanê mafê wî heye ku bibe xwedî dewlet, çi misilman û çi oleke din be. Dewlet li ser bingeha neteweyetî tên ava kirin û ne li ser bingehên olî.

Geli misilmanan!.. li dij vê neheqiyê rabin û bibin alîkarê kurdan ku bikaribin dewleteke xwe
damezrênin û azad bibin ji zilm û zora wan dewletên ku bi navê ”misilmaniyê” li kurda zordariyê dikin.

Bi hêviya ku dengê misilmanan ji bo heqiyê bilind bibe…!



Reþîd Battê / 13 . 01 . 2004 / Uppsala