PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Tiþtanok çi ne ?



Tiþtanok (mamik) lîstikên zeka û kêfxweþiyê ne û helbestên gelêrî yên herî kevn tên pejrandin. Wêjenas û helbestnas tiþtanokan di beþê helbest de nahesbînin lê dibêjin ew bi helbestkî hatine gotin. Pirtûkên pîroz jî ne helbestin û ew jî wek tiþtanokan bi helbeskî hatine nivîsîn. Huner bi xwe ji bo xweþî û dilgeþiyê ye. Pexþan ji helbestê hêsantir e û bêtir digîhe armanca xwe. Lê zimanê helbestê zêde edebî ye û loma jî giran e. Lêbelê zimanê tiþtanokan gelek sivik e, loma jî zarok jê fêm û hez dikin.



1- Tiþtanok, miþtanok
li bin kevirê xiþtanok.
Ew çi ye?



2- Reþ e, reþ e mîna qîr
spî, spî mîna þîr
diçe diçe mîna mîr.
Ew çi ye?



3- Ez diçim, ew jî diçe
ez radiwestim, ew jî radiweste.
Ew çi ye?



3- Xaniyekî gilover û spî
bê pencere, rojin û derî
têde rûniþtiye bûkeke zerî.
Ew çi ye?



5- Tiþtekî min heye
binî ax e
navê þax e
serî zêr e.
Ew çi ye?



6- Kaloyek tê ji deþtê
barê striyan li piþtê.
Ew çi ye?



7- Tiþtekî min heye
her tim li mal e
geh þîrîn e, geh tal e.
Ew çi ye?



8- Ga orî
piþkul firî.
Ew çi ye?



9- Çiyayê bê kevir
deryaya bê av
daristana bê dar
bajarê bê mirov.
Ew çi ye?



10- Ji þekir þîrîntir e
ji hesin girantir e.
Ew çi ye?


****************************


1.þeytanok, 2.qijik, 3.sîya mirov, 4.hêk, 5.genim, 6.jûjî, 7.ziman, 8.tufek, 9.nexþe, 10. xew


___________________________________




11- Apê min ê rû kurkirî
þev û rojê bi dar ve kirî.
Ew çi ye?



12- Bi piþt e, bê zik e
bi dest e, lê bê ling e
bi dev e, bê diran e
bi çav e, lê nabîne.
Ew çi ye?



13- Çav tune lê dimeþe
ling tune lê þop dihêle.
Ew çi ye?



14- Hildidim digrî
datînim aþt dibe.
Ew çi ye?



15- Li ser destan diþimite
dikeve çav diþewite.
Ew çi ye?



16- Tiþtekî min heye
ez vedikim naçe,
girê didim diçe.
Ew çi ye?



17- Tu bixwî dikeve ber diranan
tu nexwî dibe gul û gulistan.
Ew çi ye?



18- Tiþtekî min heye
dev dirêj e, xwîndirêje
dest davêjimê berdavêje.
Ew çi ye?



19- Hilindir, bilindir
bav ji lawê bilintir.
Ew çi ye?



20- Her roj diçe dibistanê
lê tiþtek nizane.
Ew çi ye?



**********************


11.derî, 12meþk, 13.derzî, 14.zengil, 15.sabûn, 16.benê solê, 17.dendik, 18.tufek, 19.dû, 20.çente


_____________________________________________