Evîn Evîna bêmirad Dil û mejûyê min Naxwaze bawerke Ji fikir û hizir û Ramanin min, Bêbextî û bêwefadarîya Yarê ez kirim pincar wekî Gihakî kelandî hîþtim liçolê. Ji kerîþ û kendalin dilê Minê hedimî dlop dilop Xwîna reþ dikiþe, Nizam çima wazerbûm Bûme þima? Û xercî bûm Wekî çaqirên devên çeman? Di mejûyê serê min de hertim dilive navê te dikim nakim ji bîr naçe xem û xeyalên te, tu bûye dilopek ji xwîna jîyanê û xwe veþartî di dilê min. ezê herim bibîm mêvanê seydvanê pezkuvîyan Sîymend û Xecê, gilîkim Ji evîna bêmirad, diberbanga Êvarê de Derkevim ser çîyayê Sîpanê sirkim li gola Wanê li Ava hêþîn û zelal, mêzekim Li firîna çivîkan ji giravê bo Giravek din. Roj berbiavaye Rûyë esmanê sor û zer qasidê Þeva reþ û tarî dê were Di ser min. Dibe bibe dermâ Û bikewîne birînin min Fikir û ramanin Ehmedê Xanê, Guhdarîkim ji tembûr û awazên Feqî yê Teyran helbestên hevjîyayê derdê min û birîdarê kovanin evînë, seydayê Cizîrê. min xwe berda gund û bacarên bêxwedî, dibînim kal û pirên hilhilî rûniþtîne li bin sîya koxê xanî û çav nêrînê rêwîyê rêya nehatî dikin Dibînim jinên bêmêr girêdanin þehra reþ û li benda þoreþgerê Azadîyê, wê derkeve rojek Sarê hespê þê û bêje ka were Kevanîye min hatim malxoyê malê. Dibînim keçên serbambol û Cilperîtî bi hêvîya bavê wendayî Wê were rojek û bêje: Ka were keça min! bigire bi destê bavê xwe û em herin seyranê. Dibinim hin kurên bêderpê Û pêxwas dixwazin bizanin Cihî û warê þehîdê bêkefen Û xwedîyê tirba nedîyar. Van hemî derd û kulan Dîsajî sar nekir agirê evîna Dilê min, her mam xeyal Þikestî û perweþandî. 2001 08 20 Dilbirîn |