PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ÎRO JI DESTÊ HUSNA



Îro ji destê husna hebîbê sergeþt û heyranim ez

Min eþqû û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan im ez



Eþqê gelek sewdakirin bê mal û bê mewda kirin

Nûra çira winda kirin Mûsayê Îmran im ez



Mûsa ji destê husna bi nûr þêrînîya xalê di hûr

Secde bire ber kohê Tûr nêzîkê remza wan im ez



Remza ku dê dîlber bikin carek bi çeþman seyr bikin

Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovan im ez



Min ah ji dest kovan û qeheran min sebir nayêt li seheran

Þûbehetê mewcên di behran qulzemê umman im ez



Qulzem û behrên di heftê agirê eþqê ku keftê

Dê bisojit mislê niftê min dîye, pê zanim ez



Min dîye muhbet çi reng e sohtime doja pir-ye`ke

Min mudam dil ji biheng e bi nallîn û efxan im ez



Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran

Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoþxan im ez



Bulbul um daîm dixwînim ez yaqîn ez te bibînim

Dîn dibim sewda dimînim serxoþ û sokran im ez



Serxoþ û ebter kirim te ji îlleta rengzer kirim

Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez



Agir û pêta di dil da me`neyan daxan ku hilda

Ew kitib naçit du cilda hafizê medhan im ez



Hafizê medh û pesendan rohîya mehbûb û rindan

Bê hesab werbûn di fînda sotîyê bê can im ez



Soti me qet pêt û nar ne kuþtî me derb lê dîyar ne

Min demek sebr û qera ne nexweþê pir-jan im ez



Nexweþê reng lê nemayî dest li se falê nihayî

Wan digot ji çavê gihayî kûþtiyê e`ynan im ez



Kuþtime her do `ûyunan yan kî yêd nisbet ji nûnan

Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez



Girtî me insaf di mîr ne qazi û mufti ve bîr ne

Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez



Ma di benda firqa te canfidayê xidmetima te

Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez



Nobedarê qullehê xo dergevanê derqehê xo

Bîne bîr û agehê xo tûleyê asîtan im ez



Çavrêyê sirra li pêþ im meqseda ezlê feniþ im

Hicreta Yûsuf dikêþim Ye´qûbê Ken`an im ez



Kor e bo Ye`qûb ji dînê j` perdeya daxa evînê

Ger dibê veke birînê hewceyê Lokman im ez



Wan digot Lokman tebîb e gote min xef `endlîb e

Þarifê derdan hebib e pê bawer û iman im ez



Sond dixwin sa`id û destan kevir û þeylêd li bestan

Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez



`Aþiqa rahetya kêm eagir û pêta dilê me

Çend hezar medhên dibême muhîtê esman im ez



Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna

Ew hemûl`medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez



Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibikit jibehrê

Yan du çav çibikin ji seherê bê dîtina eynan im ez



Sed hezar çav min divêna bayekî perdan hilîna

Xet û xal min têr didîna eþqa qutî can im ez




Feqîyê Teyra