PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Eyloyê pîr


Kamiran Alî Bedir-Xan


Mîr Tacîn pîr bû, lê di qesra wî de carîyên spehî û ciwan hebûn û hemiyan hej Mîr dikirin, ji ber ko ew xweyagir û xurt bû. Maçên wî þêrîn û germ bûn. Jin hej ramûsanên þêrîn û germ dikin. Ji xwe jin, ji zelamên hevîngerm û hiskûr hej dikin, ew zelam ciwan an pîr in yek e.

Xortî hevîn e, xoratiya rivîna dilî ye, ne çermê ter û lamên qirmizî ne.

Hemîyan, ji pirî hez dikirin, lê pîr tinê hej yekê ji wan dikir, Perîxanê keçikeke þingarî.

Di mala wî de sêsed carî hebûn, porzer û çavheþîn, porreþ û çavkesk, diranmirarî û lêvgul û hemî jî wek ronîya roja gulanê zelal û wek kulîlkên meha Avdarê spehî bûn. Lê kesekî ji wan hinde keçika þingarî hevîn seh ne dikir û hejkirina wê qasî a þingarî têr pel û pereng nebû.

Ev sêsed jin bi xwarinên tamdar, bi bêhnên xweþ, bi þêraniyên spehî wextên xwe diborandin. Bîhna xwe bi blûr, kemançe, bi dehûl û erebane, bi stranên çak vedikirin. Mîr pir caran ba xwe ban þingarîyê dikir.

Li cem mîr her tiþt hebû, dewlemendiya dinê, sipehîtiya jinan, rengê mirarî û gewheran û xweþdiliya azahîyê.

Di koþa qesra xwe de canê xwe ê westayî divêsihand û rojên jîna xwe ên paþîn bi kêyfê diborandin.

Kurê wî Gurgîn xortekî camêr û mêrxas bû û navê bavê xwe her bilindtir dikir. Ji talanên wî gencîneyên qesrê û xezîneyên serayan tejî bû bûn.

Mîr Tacîn ji Gurgîn re her bi çavên hejkirinê mêze dikir. Wî dizanî ko destê wî de navê wî tucar ji rewþa xwe winda nake, her bi nav û dengtir dibe û her di nav dost û dujminan de xweyrûmet dimîne.

Gurgîn ji her talanî qimaþ û qedîfeyên giranbiha û þûrên qevdzêr û kalanzîv, gerdeniyên mirarîkirî, mehfûr û xalîçeyên hevrûþim û keç û jinên rûperî dianî mal.

Rojek ji rojan Gurgîn di þerekî mezin de zora Tirko birî bû. Xelkê Kurdîstanê pê þa bû bûn.

Mîr, axa û serokên eþîran koçer û dêmanî hemî, ji bo serdana wî hatin û di burca bavê wî de heft roj û heft þevan jêr e dawet û þahînet danîn. þeva xelasekê bavê wî ji textê xwe hat xwar li kurê xwe nêrî û jê re got:

— Tu kurekî çak î Gurgîn, Xwedê her arîkarê te be, Xwedê çiqas mezin e; di jîna min de mêrxasîya te nîþa min kir û ez bi çavên xwe ên qerimî dibînim ko navê min û navê malbata min dê bi te her bijî.

Te daye ser bavê xwe ve.

Xwedêyo ez her evdê te me, te kurekî baþ, kurekî bi hiþ û bîr, kurekî destvekirî da min. Gurgîn, de ji min re bêje, bavê te dixwazî ji te re tiþtekî bigerîne dîyarî, ka dilê te çi dixwaze? Her çi tiþtê ko daxwaza dilê te ye divê jê bigirî.

Dengê bavê wî hê neqedîya bû, çavên Gurgîn wek stêrên ezmanan çirisîn û wî bi dengekî lerizî got:

— Bavê min, mîrê min ê mezin, ji min re keça çiyayên þingarê Perîxanê bide, daxwaza dilê min ev e!!!

Mîr bêhnekê bêdeng ma û xwe ker kir, hawara dilê xwe a bi þewat dibîhîst.

Piþt re bi dengekî xwurt û lez got:

— Wê bistîne, piþtî belavbûna dahwetê bila ji te re be!

Gurgîn sor bû, çavên wî ji þahîyê çirisîn, ji cîyê xwe rabû û ji bavê xwe re got:

— Min zanî te ew da min, bavê min fermandarê min ê mezin, ez xulamê te me.

Ez xwîna xwe li ber te de didim, ew xwîn ya te ye, wê dilop, dilop ji canê min bikêþe! Mîr got:

— Ez tiþtekî naxwazim û serê wî ket ser singê wî.

Piþtî saetekê dawet firikî û herdu di teniþta hev de bêdeng diçûn bal alîyê malê ve. þev gelek tarî û reþ bû. Ewrî qeteke ji ezmanan û rûyê stêran veþartî bû. Bav û kur wisa dimeþiyan, naxir Tacîn dest bi gotinê kir û jê re got:

— Roj bi roj jîna min vedimire û dilê min î pîr her roj sisttir dibe û agirê sîngê min her xwe kêm dike, tinê hejkirinê þingarîya xweþ bû bû ronî û germîya jîna min, Gurgîn ka ji min re bêje, tu gelek hej jê dikî? Ji carîyên malê bi sedan bistîne tinê bila ew bimîne nîk min.

Gurgîn bi dengekî tahl bîhna xwe dikiþand. Mîr ji nûve got:

— Di dinyayê de çend rojên min mane, tinê çend rojên kurt,.. rojên bi hejmar. þahîya dilê min a paþîn Perîxan bû. Ew min nas dike, hej ji min dike û dikare sebra xwe bi min bîne.

— Ji bilî wê kî dikare ji min, ji vî mirovê pîr û ketî hez bike, tu kes.., kes ji wan..,

Gurgîn bê deng dima.

Çawan ez dikarim jînê de bimînim û ez bizanim ko tu wê himbêz û maç dikî?

Ko xeberdan li ser jinan e, ne bav heye, ne jî kur; Gurgîn!

Êvara jîna min dê ji min re gelek diþwar bibe.

Ji min re xweþtir bû, ger birînên min ên kevin vebûyan, xwîna min jê birejîha û min ev þev nedîta.

Kurê wî dîsa bêdeng dima.

Li ber derîyê malê rawestan. Her duwan serê xwe xistin ber xwe de.

Dormedora wan reþ bû, bayekî xwurt pencere yên qesrê di hejandin di serbanande, di nav þax û çiqlên daran de, straneke kûvî distra.

Gurgîn bi dengekî nerm ji bavê xwe re got:

— Bavê min, ez ji mêj ve jê hezdikim.

Bavê wî lê vegerand û got:

— Belê ez vê dizanim û dizanim jî ko ew hej te nake.

Gurgîn got:

— Kengê ew tê bîra min, dibînim ko dilê min her pê ve girêdayî ye. Methelokên me xweþ in, dibêjin jin ji þerî diþwartir e, ko spehî ne dilê bîyanîyan dikeve wan, ko kirêt in dilê mêrên xwe ezêb dibîne. Mîr got:

— Hikmet û gotinên kûr ne dermanên êþa dilan e, kurê wî lê vegerand:

— Ma bavê min, daxwaza me pêþberê hev de girî û gazind e, ma em pê dilnermkirina hev digerin..

Mîr serê xwe ê porspî rakir û bi çavên kovan û keser li kurê xwe nêrî, kurê wî got: Dixwazî em wê bikujin?

— Tu ji min û ji wê zeydetir hej nefsa xwe dikî.

— Tu jî. Dîsan her du bêdeng man, piþt re Mîr got: Belê ez jî!

Mîr ji kul û qehrên vê demê wek zarokekî lê hati bû. Kurê wî ji nû ve pirskir: Çawan dibêjî... dixwazî em wê bikujin? Bavê wî bi dengekî girîn got: Ez nikarim wê bidim te... ji min nayê!! Kurê wî got: Lê ez jî êdî nikarim bê wê bisekinim, an min bikuje an wê bide min, kurik dîsa jê pirskir: Dixwazî em wê bavêjin avê?! Dengê bavê wî wek di xewnê de hatê: Bele emê wê bavêjin avê.

Her du ketin aliyê malê, Perîxan ser xalîçeyeke spehî û rengîn raza bû, pêþ wê de sekinîn û lê nêrîn. Hêstirên germ ji çavên Mîr diketin ser riha wî a spî û di ser wê de wek mirarîyan dibiriqîn. Kurê wî bi zor û zahmet xwe digirt, bi dengekî zirav bakirê.

Gava Perîxan ji xewê þîyar bû û Mîr dît. Lêvên xwe ên sor da wî û jê re got:

— Eyloyê pîr min maç ke! Mîr dengê xwe nerm kir û bi melûlî got: Ji cihê xwe rabe...divê bi me re bêyî... Kengê Perîxanê ew dîtin iþ çi ye zûka seh kir, ji ber ko zêrek bû, hema got: Ez têm. Qerara we ev e, ne ji bo te ne jî ji bo wî, mêrxas wisan dikin. Her sê bêdeng bal avê ve diçûn. Ser þîvereke asê û xwehrûviç bayî bi dengekî kûvî lib li ber xwe dibir.

Perîxan nazik bû, zûka westîya, lê çawan ew xirayî bû ne dixwest hevalên wê pê bihesine. Gava Gurgîn dît ko Perîxan þûnde dimîne jê re got: Tu ditirsî?

Perîxanê tiþtek ne got, bi çavên xwe ên delal mêze wî kir û pêyên xwe î qusayî û bixwîn nîþa wî dan. Gurgîn destên xwe dirêj kirê û got: Ezê te hilgirim! Perîxanê xwe avêt bedena Mîr, zendên xwe li stoyê Eyloyê xwe werandin, Mîr ew hilanî û li ser zendên xwe wek guhekî sivik hilgirt. Perîxanê bi destên xwe çiqlên daran dida alîkî û rûyê xwe jê vedida. Gurgîn ji paþ ve dihat ji niþka ve bavê xwe re got: Bihêle ezê bikevim pêþiyê, revîna agirê sor dikeve dilê min, ez ditirsim xencerekê li stoyê te bidim.

Mîr got: Here pêþiyê; bila Xwedê li qusûra te menêre, ji vê gotinê, min tu efu kirî, hevîn çi ye ez dizanim. Êdî guþguþa dengê avê dihat. Gava gihan serê zinarekî mezin, di bin de, di reþiya þevê de, ava þetî wek kortaleke kûr û tarî ji wan re xuya bû.

Bi dengekî tehl pêlên avê; kefdidan û diherikîn. Ev der sar, hov, têrtirs û tomet bû.

Mîr Perîxan maç kir û got: Xwedê bi te re be. Gurgîn jî xwe di pêþberê wê de nizm kir û got: Xwedê bi te re be. Perîxanê berê xwe da kortala ko tê de þekên avê strana mirinê distiran. Gava ew ket ber rexê kortalê, laþê wê lerizî û singê xwe bi destê xwe givaþt û got: Min bavêjin!!

Di wextê ko Gurgîn destên xwe dirêj dikir wê û bihna xwe bi kovan dihilkêþa; Mîr Perîxan ber sîngê xwe ve hilanî, givaþt, maç kir û ji serê zinarî avêt avê de. Tu deng û axîn jê sehnekirin.

Ezman reþ, ewr hê tarîtir dibû, dengê bayî êdî dengê mirinê bû. Gurgîn ji bavê xwe re got: Bavo de em herin, Mîr hêdî, hêdî digot: Bisekine û bala xwe dida, heçko guhdarîya dengekî dikir, lê tu deng ne dihat. Wextek borî, kurê wî dîsa got: Bavo, de em herin, Mîr lê vegerand:

— Bîhneke din bisekine. Wextekî dî borî, û Mîr got: De were em herin. Çend gavan bi hev re çûn, ji niþka ve Mîr sekinî û got: Ma ez diçim ku?!.. Ma ez ji bo çi diçim?! Jîna min hemû bi wê re bû, ma ko ew çû jiyîn û rihetî ji bo min çi ne, ji çi re ne? Bi kêrî çi tên. Ez pîr im, kes êdî hej min nake û jîna bê hevîn ma ne dînîtî ye? Kurê wî got:

— Bavê min tu bi nav û deng î; di destê te de girtin û berdan û dewlemendî heye.. Mîr got: Gurgîn ji lêva wê, ji lêva Perîxanê, ramûsanekê bide min û dewlemendîya min ji xwe re bive. Ew tiþtên ko te jimartin, tiþtên mirî û bêcan in, tenê hevîn û jîn rengdar û bihndar in, kanîya jîyanê jin e. Yê ko bêhevîn e, bê jiyîn e, perîþan e û rojên wî bi xem û keser, bi kovan û hêstir in. Bila xwedê her arîkarîya te bike Gurgîn, þev û rojên te bi tenahî û xweþî biborin. Mîr ev xeber gotin û dest çûyina alîyê avê ve kir. Gurgîn qîrek da û got:

— Bavo!! û sekinî, nikarî bû tiþtek din bi ser ve zeyde bike, ji zelamê ko jîna wî jê re tahl bûye û mirin pê dikene û wî gazî ba xwe dike, jê re çi tê gotin. Bavê wî lê vegerand: Dev ji min berde. Kurê wî got: Û Xwedê.

Mîr got: Ew her tiþtî dizane û bilez giha serê zinarî û xwe avêt avê. Dengê bayî li nav dar û çiyan xwurt û tîj dihat. Gurgîn berê xwe da ezmanan û gazî kir: Xwedêyo!! Ji min re jî dilekî xwurt bide.

Çavên Mîr Tacîn, di þeva mirinê a tarî de, welê neqihan





Kamiran Alî Bedir-Xan