EVÎNA TE, ÞÝRET, TÊKÇOYÝN, JANA EVÎNÊ, DAXWAZ, MÝRÝNA HELBESTVAN, ( B. Epozdemir ) EVÎNA TE : ____________ Dema Hêvîdaran Hêvîyê parsdikir, Li ber dîwaran Ez bûme evîndarê te. Dema Çîya melûl bûn Deþt û zozan Xemgîn bûn Ez bûme evîndarê te. Dema Digotin, adare, av li dare Lê li asîmanê te bombe dibare Û zarokên te, bi zare-zar Dayê, li me sare Ez bûme evîndarê te. Bedirxan Epozdemir ********************* ÞÝRET : _________ Ji inyada reþtarî yê Berxwedana sitêrkan Ku bi hêvî Çirûskan Zêde dike Fêm bike. Hîva ku Ronahî yê Bi minet Belav dike Ne pejrîne. Tembûra ku Sitranan bê wate Gotina ku bê evîne Baþ bizane, Peymana me nîne. Ji bîr neke Bê perwa derbaz dibe zeman Bi minet û naz Nameþê jîyan. Bedirxan Epozdemir ********************** TÊKÇOYÝN : ____________ Gulpikên Evîndarîyê Yên xoþewîst Ser nizim kirin Ji qêrîna kor Ya þevtarîyê Ra. Xoþewîstî Qet Serketinê Tem nekir Li gel tim hewildanan Belkî Çarenûsa evînê Têkçoyîn bu. Bedirxan Epozdemir ************************* JANA EVÎNÊ : ______________ Tu Wek helbestan delalî Wek çemêkê boþ Û coþ Þên û þengî. Tu Wek evînê zelalî Wek bêrîyê Ji dil dûrî Qatixê Hawar û gazîya Bê sekan Ya vî dilê birîndarî. Gelek tiþt hatin gotin Heya nûha ji bo te Lê tu kesî te Li gor dilê min Nanî ser ziman. Bêje bê wate û war Hevok kêmber Man. Navê te qedexe Evîna te tawan Bêrîya te Êþêkê xedar e Gula min Sedem ku bisekinê Ev êþ û jan Jibîr neke Bi zanistî hate bijartin Ev meþ û berxwedan Û mirin. Bedirxan Epozdemir ************************ DAXWAZ : ___________ Zincîrên þidandî Yên ku Tarî û astengan di efrînin Jibîr neke. Berxwedana ku Ronahî yê Bi dest û neynûk Bi hêvî û sebat Xulqandîye Tem bike. Ji bo Kûlîlk neçilmisin Evîn Û Êvîndarî Zêde bî Tekoþînê himbêz bike. Bedirxan Epozdemir ********************** MÝRÝNA HELBESTVAN : _____________________ Helbestvan mir Bêkes û bêxwedî Bi xizanî û bêsenfonî. Mirîna helbestvan Dawî nanî Li hêstirên çevan. Helbestvan mir Li quncikeke tarî Bi sehekê hûndayî Bi hevîyên qamdaketî Û hate binax kirin Bi bêdengî. Nûha kaînat Ji delalîyek Bêpar ma. Helbest stûxwar Û xemgîn Tema jîyanê Nema. Mirina helbestvan Qîjêneke Dijî Zilimkaran Mirin bilindkeran Û bezirganan. Bû serhildanek Dijî Kesên ku Keseyatî ya xwe di dilopê xwînê da dibînin. Bedirxan Epozdemir |