PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ji bo Xunava paygeh


Xunava rondikan, nîvê gelê min!
tu na barî, ziwa çav ma ne kehnî

Girî na bê xunava xweþ bibarê
bi dilsarî xunav nadê ti canî

Ken û þahî ne, yên ťavê didin dil
diçênin hevhilanîna giyanî

Keça ķurd: zend li zendê xort bipêçe,
bibîne , nûh-behara xisrewanî!

ji ťava hor tu nuh hilma xwe germke
qeþa gel wergerê ava jiyanî

Ji dawa dîn divê tu derķevî zû,
herî jor cem sitêrên tim li banî.

Tu hiþtin mêþinek ťov, ŝed mixabin! ,
ji millet pûçkirin nîvê ciwanî.

Li te bisk û du sêvên te kirin bar
tu tev pêçan bi reþ paçên li xanî

Bi van reþperdeyan kuþtin evînî
tu hiþtin dûr veþartî û biyanî

Evîna xort bi jeĥrîket ji serma
revandin bû ji xoratan re ziyanî

þeref daket ji birca serfirazî
rewaca xwe di navranan de danî

çi namûs e ewa kêran li dilxê
jiber hevmêtina millet-rewanî?

Ji ķû hat ev bela hiþ bê qelem kir
li ser çavên me qeťrana xwe danî.

ĥeta ķengî emê binçar bimênin
þeva reþ ma, hewar, hora me ķanî

Dê û bavên me ola xwe guhertin:
ji dîndarî serî danîn hesanî

Dibêjin xwendina qîzan ne baþ e;
li malê ber bimênê tim kebanî

Bese guhdariya van gotinên þaþ
bi ya min bik keça ķurd bê giranî

Ne va çend sal bi ya wan bû gera te?
Ne va hên tu nexwende û nezanî?!

Ji jîna xweþ pî û destê te burrîn
ne hiþtin bê te dengê vî žimanî

Ji nû çavê te ruĥnî dît tevan got:
"Fedî nakê keça ha por deranî".

Tu guh aŝêke . rê ya rast ne berde !
Ne tirŝe! tu ne bê dost û xwedanî..

Ew in yên þaþ û poþman û serî hiþk
heger rastî te barê xwe hilanî

Dibistana te ye derman û merhem
jibo derd û birînên vî zemanî

Heger rastî beheþtê tu dixwazî
qelem rê xweþ dikê þel û xuyanî.

Ji pêtê þoreþa zîwer divêxê
Tu vê þiĭrê bibîne niþtimanî


* * *




Dr. Feyzulle Khaznawi