Reş bo Azadî ![]() Reş bo AzadîGazî dikim bi qîrin,Êdî xuybe ji me re. Şoreş dibê li jêrîn, Bese, evya ji te re. Nexweşim bo azadî, Dereng mekev, bike lez. Goştim helî, man hestî, Em li te re bûne pez. Me bidoş, şîr bike gol, Dawet heye, bo Kurdan. Çêrmên me jî bike dol, Govend bigre, bi xortan. Navên me girêdan reş, Bûn, Hemreş-Reşo û Reşxan. Sebrim nema, êdî bes ç! Nazîn mewe ey 'Sultan' !... Hemreş Reşohttp://www.pdk-xoybun.com |