PÎRA TORÊ PÎRA TORÊ Hikiþîme çûme jorê her du rex min bend û rez, Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez. Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem, Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reþ bû rû gewez. Min ji pîrê xweþ dipirsî ey metê tu ji kû ve tê; Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez. Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin, Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez. Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke; Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres. Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê, Ew þivan in sermiyan in dane gur wan col û pez. Min kurek tenha heye ew þandî bajêr medresê, Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez. Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye; Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez. Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |