DÎWANA MIN DERDÊ MILLETE DÎWANA MIN DERDÊ MILLETE Tu arî, yan ji te ar dibarî Tu derdê millet ê kurd ê xezanî Nikarin dest bidin te, tev þewatî Ne wek rengê meyê xoþ û ciwanî Te pêkanîn sitemkar û sitembar Li xwar her dem dibarî, tê ji banî Belav bûyî li ser millet me dahev Bi dijwarî di vir de min tu danî Divê pesnê sitemkar û sitembar Bidim ko wan ji bona min tu anî Belê þayestê pesn û fort û þabaþ Xwedî herdû ne, ê min bes þivanî Bibûna mey we yaxud rûyê dilber Li te her kes dinêrî mihribanî Hezar destên began êrîþ dibir te Li ser masê dibû her þev xuyanî Bi te serxweþ dibûn maldar û xwînxwar Bi dijmin re dinoþin her zemanî Begê zana û milletperwerê min Hero serxoþ e, qedrê te çi zanî Ne tolaz û ne pûþtî, ko perên xwe Li ber lingê te bavêjin pirranî Tu zanî beg ne þaþ e, lê li paþ e Bi dijmin re dilîzî pehlewanî Dizanî ko dizero lê biderket Nema fêde dikî jêre giranî Divê çalak û çapik bighê dijmin Þiyar bûne li her der xwedyê xanî Bi rev bazdaye lê pertal bi destan Li pey wî tim bi hawar û fîxanî Bi dengê te li wan her kes þiyar bû Te ew rengê diza zû xweþ deranî Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer Li ser çavên me danîbûn kitanî Me tê re ew didîtin rengê insan Belê îro te ew perde hilanî Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin Ji dijmin girtine nav û nîþanî Dikin nakin li wan nayê veþartin Xelas nabin ji ber millet hesanî Begê min! xem bi mey nayên revandin.. Li hawîr xem li we derbûne, kanî Nikarin xweþ bikin dil ey gunehkar Bi maçê lêvê sor û erxewanî Bibî xwîna dilê kurdên belengaz Li ser te pevdiçin axa beranî Dirêjî te dibin destê sitemkar Bi xwînxwarî dinoþin qehremanî. Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar Nizanin ko çine zor û ziyanî Bibî toz û qirêja destê cotkar Te balêsin bi þaþ û axebanî Te bistênin bi pars û qullebazî Qe nanêrin li malxo û kebanî Dizin, mal û hiþ û bir tev dizîne Li ber çavên me bûne Macelanî * Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz Li me derbûye rojek bê nihanî Ji wan re goreke pir teng dikolin Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî. ________________________________ *Serdarê Deryavana ê gerrok Macelan Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |