ÞAM ÞEKIRE WELAT ÞÊRÎNTIRE ÞAM ÞEKIRE WELAT ÞÊRÎNTIRE Welatê min tiwî bûka cihanî Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî Þepal û þeng û þox û naz û gewrî Gelek þêrîn û rind û pir ciwanî Serî taca Silaheddînê kurdî Enî roje, di birca asimanî Du birhên te kevanên Rustemê Zal Du zilfên te ji tîrên qehremanî Riwê te agirê Zerdeþt û Mezdik Ji te hêstir þeraba Kamîranî Du lêvên te kitêba Hacî Qadir Zimanê te ji benda þêxê Xanî Çena te guhê Cûd û Þax û Hebler Qirik eywan û taqa kesrewanî Di sînga te kitêba Zendevista Memik ferfûre têde neqþê manî Du destên te tixûbên Tirk û Îran Hero cenge bi tîrên zerveþanî Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleþ Ziyaretgehe bo me her zemanî Bi nîþan û bi nan û xwîn rija Me dest girt û qelen da û tu anî Ser û pa zend û baz in tev bi hinne Hemî sor in ji rengê erxewanî Bi te em þa ne bûn ev bû du sed sal Ji me dengê tivinga çûye banî Bira û law û bav û ap û pismam Li ser te hev di kuþtin pehlewanî Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer Dihatin hev li meydanê beranî Bi talan û bi kuþtin, hem bi sotin Me konê þer li ser sînga te danî Emîr û begler û paþa û axa Kirin wêran sera û birc û xanî Li alîkî te deng û ceng û halan Li alîkî sedayê xweþê sanî Hemî bûne mirîd û þêx û sofî Bihiþtî ne çikin nav û niþanî Li axur radizin lê þêx diçî jor Berî nîvro ji banî tê giranî Ser û pa tev dikî gulav û ember Dibê nûre kero ma tu çi zanî?! Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweþ Wekî þêx û melayên vî zemanî Du derdên me hebûn dijwar û xeddar Xizanî yek, ewê di her nezanî Weke þêr û pilingan em diçûn hev Penîr rovî ji meydanê hilanî Me ew rojên ciwanî tev bi derdan Bi zîvarî, belengazî, þivanî Herê bûkê pepûkê jar û mestê Li ser sînga te zava man biyanî Te reþ daye serê xwe ber li ser me Li te rokê dibî pîroz kitanî Cegerxwîne kurê te her dinal Ji ber jana nezanî û xizanî... Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |