XABÛRÊ XABÛRÊ Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr Kêferata te, xum xum, û lew, lew Nayên bîra te ne razan, ne xew Herdem dinalî, bi qirîn, gazî Lê kes nizanî, ka çi dixwazî? Armanca te ye, xurtî, pêþveçûn Cihê te tenge, divê firehbûn Pêlan didî xwe, qîr û firyadî Tu jî wekî min divê azadî Sînga vê erdê te çirand bi zor Nizanim çira tu naçî berjor? Ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn Dikevî sînga Derya bê evîn Xwezka min bi te, bê derd û bê kul Dijî bi þadî, bê mejî û dil Tu jî weke min, ger bibûna kurd Ev xurtiya te dibû kul û derd. Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |