KEÇA KURD KEÇA KURD Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî? Dixwazim zû bixwênî xweþ, ji ser rû rakî çara reþ Tu gavan pêþ de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî Bi destê te kelaþînkof, bera zana û xwenda bî Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî Diya þêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî Erê þoxê, erê þengê, bi hevre em herin cen Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî? Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî Were xuþkê tu zû rabe, di þer de rengê þêra be Bera Ala meya rengîn, li ser þaxan te hilda bî Di rojên þahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê Bi hevre em herin dansê, tu padîþahê rinda bî Þirîn û nazik û rind bî, þeker lêv û sipî zend bî Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî Bere dîsa tu þêrîna dilê xorta û Seyda bî Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |