PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DIYARIYA YARÊ







DIYARIYA YARÊ

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?

Diyare yar dixwazî min bi yarî


Dixwazim can û dil jêre bişênim

Tenê şerm e, hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jêre rêkim

Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêja ne şev û rojan bi zarî


Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim?

Cihan pêkve bihayê biskê tarî


Serî, naçare min danî li ber pê

Me go: şahim, tu pêlêkî siwarî


Tenê xanim, bi nazî hate ser min

Zivistane, li min şînkir biharî


Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda!

Tu serbestî ji min çibkî, dikarî


Ji rêve ez bezîme pê û destan

Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî


Ji bexçê paxilê çûme du sêvan

Ji bistanê riwan dêmên henarî


Ji lêvên erxewanî min dused cam

Şeraba hingivînî nû, vexwarî


Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz

Wekî pola helandim ez bi sarî


Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl

Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî


Me talan kir ber û bistan bicarek

Kenî û go: bese rabe Hesarî!


Me go: gorî Cegerxwîn bû divê rê

Bi dest nayê wekî îro tu carî.




Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !