PENDNAME PENDNAME Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin, Dinya ne hêjaye emê tev bimirin. Mala me gelekî kûre, yek max e, Ew jî li bin þeþ heft tebeqên ax e. Em tev bira ne, ji dê û yek bav, Ji miriyan re çi maye, ji bil nav. Qet þiyar nabin, ta kengî razin, Hun mezin in, em ji we dikin gazin. Xelk dibêjine me, þêx û hem mela, Wextê zekata xwe, dibêjin bela. Çiman hezretê peyxember gotiye, Zekatê mexwe, ger tu haþimî ye. Malûmê we ye, ev qerêja mal e, Lewra ji þerîfa re ne helal e. Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in, Di zekatê de, ji qismê feqîrin. Madam em werîsê enbiya ne, Çima em xerîkê karê diya ne. Bes e, hun ji xew rabin, ez gorî zû, Ji zarokên xwe re bêjin ilmên nû. Çiman hezretê fexirl-alemîn, Gotiye; ”Itlibul ilme welew fis-Sîn”. Misilman kengî li Sîn, hebûn ew çax, Ax ji derdê we þêx û mela ax! Ax! Hon dibêjin em bûne qutbê razî, Qet yek ji we nabe miftî û qazî. Hun bi van herdû ritban ne razî ne, Lewra hun belengaz û pêtazî ne. Hun tev mêr û çeleng û xort û ciwan, Hun ji pîsa parsê dikin ji bo nan. Ez mela me lewra dilê min dêþî, Xwedê rehma xwe bikî li ên pêþî. Em hînî tu karî ne kirin yekcar, Lewra em hêj mane tiral û bêkar. Axa, ez ketim bextê te û xwedê, Ezê çend pirsan bêjim tu guh bidê. Di bin destê te de hebûn bê sed xan, Hemî belengaz û reben û gavan. Tu malê wan distînî her bi dilêþ, Tevî dixî devê mamûr û derwêþ. Ger we tev bidana bi top û tiving, Dê hun jî bibûna hembarê firig. Lakin çi bikim we tev da bi þabaþ, Qet kes ji we ne bû wezîr û paþa. Li ser bextê min bî hun mêrê çê ne, Ax, ax hun êsîrê destê xelkê ne. Bes e, hon eqlê xwe bidin serê xwe, Destê xwe bigirin vêcar li perê xwe. Çiman ji bona ax û mal û xwelî, Perê xwe didin li hev dikin gilî. Hun malê xwe bixun her yek bi serbest, Di hemberê neyaran de bibin yekdest. Ji hev re pir qenc bin û guh bidêrin, Li çerxa felekê hun pir binêrin. Ger-rek ji bo neyar e, yek ji bo me, A neyar jê ra hat, a me bidom e. Em jî þûva xwe bajon û tov biçînin, Dê zû þîn bê, emê zû wî bibînin. Carnan em rezekî datênin deh sal, Em naxun ji kurê me re dibî mal. Ewê ko çêkir vapor û balafir, Deh sal bi þûn ve ne ma û çû mir. Ew kesê bê xwendin û eql û zanîn, Li rêza kera ye çi bi dîn û çi bê dîn. Ev tev ji me re, riya dîn û îman, Hub-bil-wetenî delîl û birhan. Ez bi xwe bê êl û eþîr û ebr im, Pêlek maye emrê min ezê bimirim. Bes ji bona we ye, ev qîrqîra min, Lê ez çi bikim, hun guh nadin þi´ra min. Hon dizanin, lê hun li xwe nakin bar, Em jî, ji ber dilêþî dikin hawar. Fikra min maye min ev tenê ne dixwest, Lê ez çi bikim li vir qelema min þikest. Bi kêrê min tûj kir serê qelema zil, Vê digel a tê, binvîsim, dibin çil. Eger hun ji gotinên min aciz bûn, Hêvî dikim efû bikin Cegerxûn. Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |