WELATPERESTÎ WELATPERESTÎ Payebilindî Welatperestî Çekên qelsan e: Jarî û mestî Zana û jîr im Bindestê dijmin Çiqas dijwar e Ewreng bindestî Destan vemalin Dakevin meydan Eger dixwazin Bigrin serbestî Ey gernasên Kurd Rabin weke Þêr Ji xwe bawêjin : Xwarî û sistî ! Xebat ji bo me Divêt bi xurtî Dilpak û zana Gelek bi ristî Welat xweþ bûke Xwîna me qelen Naxî ber sîngê Bûkê nexwestî Metirse ko kurd Pir paþde maye Kesî nedî goþt Bê çerm û hestî Qûnax bi qûnax Diçî ser çiyê Raste di vê rê Gelek diwestî Welat ta kengî Wilo parçe bî ? Em tev di nav de Jar û þikestî Cigerxwîn îro Gel pir þiyare Bese metirse Kêr gîha hestî ! Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |