EVÎNA DIL EVÎNA DIL Evîna dil, te dil kirye birîndar Bihara min, hemî zer bûn gul û dar Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik Ketim heþtê, ji nûve bûm evîndar Diran û çav û dil pêkve þikestin Û porê min sipî bûye bi yek car Bi her çaran dibî xort û dipî pîr Ji bona min nema hêjan e her çar Nezanim ez, digel jînê dibazim Weke berxê dinav pencên gurê har Cihan pêkve di çavê min de xweþ bû Niha, pîr im, di çavê min de bû sar Þeva reþ pej vedane, hate ser min Ku roja min liber ava ye, êvar Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm Ku pîr bûme, hemî kes bûne nayar Evîna min wekî hespê çeleng e Revandim ez, ne zengo û ne hevsar Li kû dimrim, diçim kû, ez nizanim Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar ? Ketim heþtê û serjêr bûme deþtê Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar... Berê rengê pilingan ez bi saw bûm Ji ber xapan, niha ez bûme keftar Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz Dinalim ez wekî Hirçê birîndar Cigerxwîn bes bibêje, pir dirêje Bese kurdo, ji xew rabe tu hiþyar ...! Stockholm 18.6.1980 Cigerxwîn Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |