EY FELEK EY FELEK Ey felek, ka ew sera û Birc û qûnaxê dimin ? Ka rez û bostan û dar û Kanî ew baxê dimin ? Çîçek û nêrgiz herishtin Tev ji bîna sor - gulan Surperî nayên semayê Kanî qozaxê dimin ? Qeb-qeb û dengê kewan Nayên li ser lat û çiyan Kûre - kûre rengê bûman Nalêya zaxê dimin Ser bi zêr û çox bi surme Dest li ber, rû nale - nal Dê bi kê xwesh bin di dilde Ev key û daxê dimin ? Bilbilê malik xerab Herdem bi hewar û girî Xwesh li ser sorgul dinalîn Bûne ortaxê dimin Qumriyan sed rengê awaz Wan ji derdê nêrgîzan Bûm li ser kox û kelat û Qesr û çardaxê dimin Dijminê zordest û zana Tev welat girtin bi zor Erdelan û shehrezûr Û shax û kurd - daxê dimin Kurdê gernas ku shikandin Tîp û komên Ingilîz Ketne bindestê neyaran Bûne Altaxê dimin !? Diminê milet di îro Bûne rêber bo welat Ên bi xapan em dixwarin Bûne ocaxê dimin !? Ma gelo kevneperestim ? Na, ne raste ezbenî ! Lê dixwazim zû shiyarbin Dost û hevçaxê dimin Ez ciger-xwînim li ser vê Pashdemeyina welat Rengê efyon tên firotin Rist û ev xaxê dimin... Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |