FIDAKARÊ WELATIM FIDAKARÊ WELATIM Erê dayê metirse vame hatim ! Wekî rojim niha vame hilatim ! Ji bo ko te ji dest dijmin derênim Wekî Zab û Feratim, kêfratim Dixwazim derkevim shax û zinaran Li ber dijmin wekî lat û kelatim Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî Ku ez hatim wekî Zab û Feratim Didim ber xwe hemî sermayedaran Wekî Shapim di Sîpanê Xelatim Ji dostanre hemî pertav û ronak Ji dijminre wekî arim, Shewatim Ji bo jar û belengazan biharim Ji bo har û neyaran ez Shibatim Li tarîxê binêrin ez kusame ? Xwedi eywan û birc û pût û latim Evim ez, lê di bin destê neyaran Eger rokê ji xew rabim du qatim Li ber pozê neyaran xurtemêrim Ciger-xwînim, fidakarê welatim. Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |