JIN HENE, JINKOK HENE JIN HENE, JINKOK HENE Cihan bûye zivistan Rê û biwar rawestan Berf û baran û bahoz Hawîr bûye terpetoz Çûk nikarin derkevin Teba nema dilivin Rê winda kir çîqê resh Di wê roja pir nexwesh Cihan li ber tarî bû Ew nizanî diçî kû Bi bez diçî, dil bi kul Per û terî hemî shil Ji ber serma Sibatê Xwe avête ber latê Pir tarîye, bû dereng Di shikeftek resh û teng Çîqê reshê pir bi rû Xwe avête hindirû Ket hêlîna kevokê Xwe berdaye ser çokê Kevokê kir qire-qir Pepû, ji ku hatî vir ? Ba, bahoz tên bi gij-gij Cihan tevde bûye mij Ez hatime mala te Xwe daye ber pala te Ej î wekî te teba Gerek bêjî: merheba Van çend rojan Sibate Tim namênim li ba te Ezê herim mala xwe Bighêm cem hevala xwe Lê kevokê bi xeyd go: Na heyra, na, de o, to ! Îshev raze, sibê zû Here bêka diçî kû ? Ez bi tenê jina bî Hêlîn tenge, nîne cî Nêr hemî dest dirêjin Xelkê siba çi bêjin ? Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |