KA KEVN NADÊRIN KA KEVN NADÊRIN Bavê te gelek ji me kushtine Wey bêbext, bêbext, bêbext ! Malbata me û we li ber hevin Bi tiving û shûr û dar û rext Dijminahiya me dijmin kire axa Ma nebese, ta kengî wilo bin ! ? Ji dest me derxistine ew tac Û can û mal û dar û text Sere xwe li min dihejenî ; Yanî gunehkarim ez Berê xwe ji min diguhêzî ; Yanî gunahkarim ez Were em ka kevin nedêrin ! Û guh nedin heçî çû Bextiyarî çavnêrî me ye Ko bê pir bextiyarim ez Ji bavê tere çi hatiye gotin Bê bextîne, bê bextîne tev Ji diya tere çi hatiye gotin Durûtine, durûtîne tev Cobarên bê bexte li gundê me û we Dibin wek derya ko tev bighên hev Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |