Bîkaso yan melle Qaso?. Gelî dostan, çine bihtir li kurdistan? Camî? Yan dibistan? Hey wax! Mêji yê min mij e, dilê min e dûstan! Xêzên min marên jehrderman in, dipêçin van helbestan! Diçênin ťopên bêdeng li sînorên doristan Dibakin: Ho zanîngehê, ka jibo çi tu li Þam î? Li dûrî te, li kurdistan, darstên in: ji me camî! Hey mellawo! Çarên sipî diveþêrin kêç û sipîyan Tûrên parsê dihildine serpîyan Hey mellawo! Ma rast e tu imamî? Ma rast e tu yî namî? Na! Behwerke tu namsiz, namesiz, çav lider, û xulamî! Devê mizgefta te ye fereh, û mezin Daxroz, Tavroz, Behgok, Hemrîn û Þengal vexwarin û qurpandin! Mêþ, mikrob, heþerok, parazît, û, dehbe civandin! Guhderz, Xisro, Þêrko, û Selaheddîn xapandin! Dol û tornên van behlewend û qehremanan çelpandin Belavkirin parsek, spartek, û derwîþ. Dem li wan gerandin heta bûne derew-îþ! Pozê mizgeftê dirêje, digihê kevirê reþ xemilandî ye bi xizêm, kuçên çeleng, zêr û mûmên ronahî geþ. Hindirê poz çi Mihrabek miþt e ji ayetên xweþ! Wusa, kurmac dûr û xerîbên aso ne Yên xelkên Nyoton, Eyniþtayn, Bithovin, û Bîkaso ne Yên me Þêxehmed, Brahîm paþa, û mele Qaso ne! Me xwend jibo fitr û zekatê Em mane sêwiyên rojhilatê Mal û mêwên me çûn li ber þap û þewatê Zimanê mizgeftê geh mihrab e, geh qurhan e, geh menber e ava derya ji xwe re kirne mehbere dibêjê: Erd digel ezman, ji min re, pel û defter e Kon û kulav û teþî yên min kirin cilka limêjê Hiþt her kes, ya wê, pênc caran bi kêmayî, her roj bêjê. wusa, îro ferhenga me zehev û jar û laxer e agirê me bê kelhor û bê meyger e Berberoka me, wey li min, ne dîlber e Zerdeþtê me , kes na bêjê, ku rêsûl û pêxember e . Kurdistana me bindest, êsîr, stûxwehr, û noker e. |