DI GEL YEZDAN Ev hezar û çarsed sal e Li welatê min "enfal" e Ser û mal û namûsa min Li dijminê min helal e Evan misilmanên qeþmer Îslam li min kirin xencer Bi ayeta enfala reþ Mûhemmed jî kirin Hîtler Ey Xudayê þev û rojan Bila bes bin ev derd û jan Ev dîn eger dînê te ye Kê kir hevalê xûnmijan? Ez li welatê xwe bê soc Riswa dibim ditevizim Bi fetwaya mizgefta te Di xûna xwe digevizim Ev derdê min pir ji mêj e Çîrok dijwar û dirêj e Hemû diz in, mirovkuj in Dîroka wan, miþtqirêj e Ceng û rev e sal û zeman Kuþtim evan derd û xeman Bûm gedayê vê dunyayê Nav û namûs jî min neman Ez rateqandim derbider Li ser serê min ceng û þer Min dikujin, hem dibêjin Selewat li ser pêxember Li Îslamê zû peyda bûm Hem þagird û hem seyda bûm Ji hingê ve heta evro Girtiyê dav û qeyda bûm Ku Îslam hate meydanê Hizr û hêza xwe min danê Min bi xûna xwe mezin kir Wê ez xistim di zindanê Dîn ez kirim sed ol û ol Sofî mofî bê maf û þol Misilmanek bi ser û ber Belengaz û qels û melûl Bi destê van milislmanan Evan cîran û pismamanT ev bi talan û þewat çû Dam û dezgeh, xam û man Rejîma tirk û ya faris Hem erebên nezan û birsî Rûmeta min perçiqandin Dîn li derdê min nepirsî Bi navê te û bi navê dîn Pênûsa min ji min dizîn Bi ol û qanûnên sexte Ku ji mêj e hemû rizîn Ey Xudayê jêr û jorî Ger tu nêzîkî ne dûr î Heywax li min heta kengî Ev kotek û zulm û zorî Nizanim çend sal û dem e Li pey evê doza xwe me Her li pey bûm, dê li pey bim Bê rawestan heta heme Hawar dikim ez eve me Xudanê vê qada xwe me Wek miletan ez milet im Çima nebim ? Madem heme Ez ku heme gerek hebim Keyayê welatê xwe bim Ev hawara min rewa ye Heta kengî aware bim ? Dixwazim wek wan azad bim Bi dewleta xwe dilþad bim Hem dost û hevalê wan bim Ne kêmtirê kes ji wan bim Bo çi dîlê vî derdî bim? Tim bindestê vî û wî bim! Dixwazim ez efendî bim Ne koleyê kesek dî bim Tu rast î û rastî xweþ e Ev derdê min dedek reþ e Her çi min got û ez bêjim Durist û zelal û geþ e Li Mosko kevinperest im Li Waþînton komonîst im Li mizgeftê ez kafir im Li Ankerê terorîst im Welatê min kirin let let Nehêlan xwe bikim dewlet Mizgefta min ne ya min e Eve karê xwehr û xelet Mizgefta min erebî ye Bi tirkî û ecemî ye Tif li kurdê bêjit bila Ew ne j'min e, ew bîjî ye þildim û bildim tirkî ye Kîzb û nîfaq erebî ye Xîrrrî mîrrrî farisî ye Pa rûreþiya min cî ye ? Çi derdek hiþk û bela ye Navê Xudê bismila ye Her tiþt bi zimanê daykê Xweþiya hizr û dila ye Ku tênegehim ka vîtamîn ? Fayde çi ye amîn amîn Rastî ev e li min negre Ey Xudayê alemîn Zimanên tirk û ereb e Li welatê min xezeb e Tu bi kurdî þîrîntir î Ev gotinek pirr edeb e Ji kovanan pirr û miþt im Dagirtî me ez biriþtim Mizgefta min di gel wan e Ez bê piþt û bê her tiþt im Ew miletê dewlet nîne Bivêt nevêt ew bê dîn e Bê dewletî bê dînî ye Dîn û dewlet j'min dizîne Ew kurdê vê nevêjit Xaîn e yan jî ker e Rûmebirîndar e kurd Welat kul û keser e Dîn û qanûn du niviþt in Ji ayatan pirr û miþt in Ji bo weca faþîstan e Ez û yên wek min pê kuþtin Xudayo min heq navê te ye Lewra dibêjin heq heq e Lewra jî ev hawara min Teq û req û deq deq e Tif li qencê wan Len estesnî minhum eheden Har û hov in, ne mirov in La yexcelone ebeden Sûnd bi te û bi Încîlê Bi Tewrat û tehwîlê Xew naçê çavê kes ji wan Bê kuþtin û qal û qîlê Îndehum elfitnetu elezzu min eleselî We re'su l însanî ke re'sin min elbeselî Tarîxa wan ne tarîx e Ma çi bêjim ? Hema rîx e Hemû gef û tirre tirr e Hizirkuj e, wek zernîx e Ya delîle dûdî fî leylî duca Ji te ez qet xafil nebûm çu ca' Sipasdarê te me Xuda Înnenî mine þþakirinîn Lakinnenî len ekûne ebeden Mine ssabirîn Gotinek pir þîrîn e Men sebere zefere We lakin ela zzulmî Men sebere kefere Ew çi sebr e ya îlahî Ela ceraîmil cubenaî ? Ew ela nezaletî zumretin Min wihûþil enfalî ? Napalim û jahr û gaza xerdel û çepelî Min ecmelî hedaya ulaîkel enzalî Pîr û biçûk pê dikuþtin Ya leha min cemalîl menzerî Bil ji te kesek nizanê Ededu ddehaya bi summî wel kîmyawî Ehaza cezau tedhiyatî Li turkî wel fursî wel erebî ? Em li îmanihim bil Îslamî de'men Li ayatîl qetlî we nehebî ? Em ya tura temeen fî malî we helalî ? Be'de tesdîqî ebedin min eþrefîl melalî Nizûlen înde rexbetî tuxatî wel buxatî Min eshabîl fexametî wel mealî Xudayo bila hilweþin dîn û dunya Ela hazîhîl fexfexe wettealî We ela riûsîna cemîen ji her alî Da mirovatî rizgarbit ji vî halî Eve ye edalet û musawat û wekhevî We îleyke ya îlahî ma tebeqqe min meqalî Þêx jî çû ser meberê Ihim ihim wek berê Erê Xudayo erê bi navê te î pîroz Yuqeddim el hedeya we exreb erreþawî El cenne wel hûrriyat Yanî behiþt û perî Lîmen yaqtul sahîb heq Ez çi bêjim vî kerî ? La edrî emiftîyyen haza em himaren Yuitî hazîhî el fetawî ? Ey Xudayê ji her kes re delîl Dexîlê te me ya nîimel wekîl Zidnî îlmen ez nizanim Ev xelat in yan bertîl ? Ew tiþtê ku ez dizanim Cudabûna xwe dixwazim Serxwebûna Kurdistanê La bedîl we la tebdîl Ez bi darê zorê tirk im Faris im hem ereb im Egir bêjim na xaîn im Kafir im hem bê edeb im Karek dî hebû gunehtir Êzîdiyên ji min kurdtir Ez ji wan re kiribûm dijmin Kanê fetwa j' vê çepeltir ? Hem tîyarî û ermenî Xudayê min hey ez benî Ev derd bi ser wan da jî hat Bi emrê ûlî emrên devgenî Ji bê çareyî þoreþgerr im Li yekbûna xwe digeriim Rizgarî biryara min e Çok çok teþekur ederim Rizgar nebim her wek nebim Ku bindest bim ka azadî Ez bi te û bi þêx Adî Sûndê dixum careka dî Rasîzmên wan giþt faþîst in Çepizmên wan toranîst in Qazî û miftiyên wan jî Hemû wek wan çepalîlst in Ey Xudayê li her derî Hezkirina te l' ser vî serî Lê pa min jî pirsek heye Ez ? yan Sadam e serserî ? Sadam nevyê pêxember e Tucul Îslam li ser ser e Li mizgefta min digotin Sadam îmamê Omer e Ûlî emr e wek Êlî ye Qureyþî ye wek welî ye Hawar ez kurd im bi min ci ? Ger welî ye yan xwelî ye ?! Gelek ji van þêx û melan Hostayên xap û teþqelan Qereqoþin dînfiroþ in Wan ez xistim derd û belan Kirim derwêþ û mam û mam Dîlê Hîcaz û Misr û þam Xudayo wan ez xesandim Ji her kes re kirin xulam Ji eraeban erebtir in Ji erpekan tirktir in Misilmantî riswa kirin Ji Xumênî bê dîntir in Digotin min ey misilman Kes neçûye banê heyvê Îyyake summe îyyake Qet bawer neke vê peyvê La tuseddiq hazel kelam Min ehlil kufrî wezzelam Derewa axir zeman e Ya ehlel Îslam Ellahu ekber ya qemer Çav li kafitan bîne der Van derwên mezin dikin Kufrun kebîr hazel xeber Yekê negot maþallah Her digotin haþa lîlah Kella summa kella ya nas Bêjin estexrurullah Hozan nezan û ehmeq in Yan jî bê þerm û serreq in Xwe xapîn û çavnebar in Xudayo bila bipeqin Mirova li heyvê rît û mîst Bawer nekin îmanleq in Heqê wan ger nezan in Bê kar in tizbîçeqçeq in Bi duristî û bi kurtî Rad'gehînim bi xurtî Umer û Cengiz û Lenîn Wek hev in bo gelê kurdî Her sê yek in yek ferq nînin Beramber min dilbikîn in Xalid, Ataturk, Stalîn Dagîrker in devbixîn in Lenînîzmê wek Îslamê Difna min girt û berneda Dunya hejand, pirr xûn rijand Heþtî salan tiþtek neda Eger Lenîn eger Zeydu Ji bona min yekin her du Ev rastiye û rastî ev e Xudayê min ez bi navê te eþhedu Her sê alî çi ev çi ew Her çi digotin tev derew Hema her ez dibiþavtim Bi gotinên pûç û qelew Çi bêjme wan komunistan Wan jî weku toranîstan Bê nav û winda dikirim Bi derdê min dileyistan Dewleta min wan da Îran Wan Qazî kuþt, netroman Stalîn ev kir, Stalîn Babê komunîstê kurdan Sipas êdî dilpola me Ne dîlê ol û mola me Çak hev dinasin ez û tu Ne b'destê þêx û mela me Hiþyar bûme, zêde, ne kêm Çûme û diçim, dê hêm û hêm Germ û xurt e þoreþa min Þêdar im ez dê þêm û þêm Xudan heq im ez nawestim Bê rûmet bim ger rawestim Fîraziya min va ye hat Bila jî dereng verestim Soz bit êdî ez û Evdo Ne bin malek di gel hevdu Ji min bo te Xudayê min Hezar sipas û elhemdu (Sebrî Botanî, Dengê Metîn û Cûdî - Dîwana III) |