JI EVÎNÊ NAREVÎN Kur: Dîlberê dilrevînê Canê finda þevînê Hatim baxê evînê Kiç: Tu ser çavê min hatî Rojê li min hilatî Xêr û bêr û xelatî Kur: Tu dîlberek aqilî Ser bextê min kakilî Evîna te da dilî Kiç: Evîna me da denge Pesnê evîn sed renge Çax bû li me d'renge Kur: Li vê nêçîr û ravê Ez û tu ketîn davê Evîn derçû ji tengavê Kiç: Ji evînê na revîn Daxaza dilê hevîn Hevl were baxivîn Kur: Bi nîgar û binexþî Tu nêrgiz û binefþî Bû jîna min tu rewþî Kiç: Ez gulim herdem bûk im Ber dilê te biçûk im Were peymanê nûkim Kur: Çav û dil û destê min Bû gula ser textê min Spîtahiya bextê min Kiç: Bes bixwîne navê min Hey bînahiya çavê min Pêtê da hinavê min Kur: Me biþîreta seyda kir Wek bilbilê þeyda kir Gula corî peyda kir Kiç: Lawka mala te ava Dil dixwazî ser çava Birengê bûk û zava Kur û kiç: Em duxtor zanê hevîn Gewherê canê hevîn Herdu dermanê hevîn ( Sebrî Botanî ) |