SIBE XWEDÎ DEWLET IM Miletek qareman im Hember zora zeman im Ji bîr nakim doza xwe Qet naþkênim soza xwe Þer dikim bê rawestan Nizanim çi ye westan Þer dikim, þer naxwazim Welatê xwe dixwazim Niþtê min e, dêrîn e Ber dilê min þêrîn e Gerçî îro bindest im Sibe ez jî serbest im Hebûm dereng hatîme Hiþyar û kêrhatî me Ji mêj ve ez milet im Sibe xwedî dewlet im Xebata min zanist e Dijminê min faþîst e Ji xaviyê hez nakim Xebata xwe bes nakim Her tiþtê min bi kurdî Li bajar û li gundî Azadî xelatê min Kurdistan welatê min Hingê dîsan dirist im Kurd im aþtîperest im Nimûnê pakdilan im Dostê hemû gelan im ( Sebrî Botanî ) |