ZENGILÊ MIN Zenge zenga zengilê min Vaye dîsa deng veda Dengê doza miletê min Dinya girt û berneda Zenge zenga zengilê min Xweþ hawar û gaziye Awaza vê zenge zengê Ji ferhenga Qazî ye Her weku berq û biroskê Xwe gihand çerxa felek Sed û xweþ bo vî dilê min Ku min dî kurd bone yek Lêxe lêxe zengilê min Zengilê doza pîroz Tu dil û canî, xweþ nîþanî Em didin peyman û soz Peyman û soza mêrane Geþ dikin bihara me Xebata qîz û lawane Geþ dikin Adara me Sond bi wê rêça evîndar Tim û tim têra diçin Sond bi wê hizra pîroza Norûzê jêra dikin Ta ku mabin bê tenahî Ev çiya û deþt û dol Cejn û sersal dê bimînin Her giz û nizim û melol Ez ezînê em vehêlan Ax ji derdê ez ezînê Ez ezîna XANÎ gotî Di cîroka MEM û ZÎNÊ Lêpa kurd im serbilind im Jîr û hiþyar û lezim Xweþ kes û gernas û merdim Dostê dostan her ez im ( Sebrî Botanî ) |