ZOZAN Zozanê me bilind in Tev bi zevî û gund in Di wan hene avên sar Jêkênabin ber ûdar Raxerên wan gulçîçek Teyr û tû tê de lek bi lek Havînan em diçin wan Tevî koç û pez û gan Derbas dikin rojên germ Li ser wê nefela nerm Dilîzin her direvin Heyanî koç dakevin Dema çiya dibin sar Payîz dibe em tên xwar. ( Osman Sebrî ) |