STRANA MIRINÊ STRANA MÝRÝNÊ Piyana jiyina min hêj tejî û dagirtî þikiya Emr û hestiyênmin pê keserên giran heliya. Hêstir û girîn, ax û zarîn, Ji derdê mirinê re ne tu derman in. Siha mirinê bi ser serê min de tê; Saeta min a dawîn lêdide; Mirininê li nêzîkî min kiriye; Xuya ye; ezê bibim mêvanê ax û qebrê Ma ez çi bikim? Tiþtek li destê min ne maye… An girîn, an stran û dilxweþî. Ezê bistirêm !... Ko hêj dest û tiliyên min, ji darê tenbûra min hê sar ne bûne. Ezê bistirêm !... Mirin min dixapîne û dilorîne; Ez bûm, cîranê mirinê; Dengê wê ê zîz û giran tê; Û dikeve guhê min, Gava saz diþkê ; Teqîn jê tê ; Mîna teqîna tifingekê. Çira berî mirin û vemirandinê, Bi þewq û lehba xurt dibiriqe; Roj berî roavayî Hîn mezintir û pehintir dibe. Bi tenê em; însanê qels û reben Li ber mirinê, Hîn feqîr û belangaztir dibin, rojên xwe ên borî tînin bîra xwe, Û wan dihejmêrin; Ax û ofa dikin û didin girî… Ma rojên borî çine? Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in? Rojek e, dîsa rojek e; Saetek e, dîsa saetek e; Yê ko tê mîna þev û roja borî ye. Carna êþ û xebat û kêf û þahî; Carana ax û of û girîn; Carna di nav gul u gihê, Carna di nav ax û herî; Û dawî…. Þeva tarî bi ser me de tê…. Yên ko ji nezanî û timakariyxwe Dest davêjin salên berî û rojên borî Û wan roja di bîra xwe tînin Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin; Wê bibînin… Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê; Wê seh bikin; Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e. Jo bona min Ko tu cara rehê xwe erdê ne da Çûyîn; bê girîn û zehmet e; Ezê herim…. Mîna pelekî sivik Ko ba ji darê diweþîne…. Ezê herim bê ax û zarîn; Bê Þîn û girîn. Girîn û hêstir ji bona çi? Ezê herim! Mîna ba û ablîsokê, mîna av û ronahiyê…. Xwedê dilê min Li ser sindiyana jiyînê danî; Û bigirane û zomp^rn qehr û xweþiyê Lê da. Qehr û qîmeta saxiya min çi ye? Dilê min ji dinyayê sar bûye; Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim Heta ko bikarim Li ser rêka hêja bimirim; Xwe bidim kuþtin. Þeva tarî bi ser min de tê. Ez mêvanê gor û tirba me; Lê ez ê bistirêm!… Ko hêj dest û tiliyên min, ji darê tenbûra min sar ne bûne. Ezê bistirêm!.... Berî mirinê Ax û zarîn, þîn û girîn Ji bona çi ?... Ezê bistirêm! Ko hêj dest û tiliyên min Ji darê tenbûra min sar ne bûne. Ezê bistirêm! Strana azahî û serbestiya welatê xwe, Û dengê stran û tenbûra min Li çiya û zinara, Li deþt û zozana; Wê deng bide Celadet Alî Bedir-Xan Hawar : hêjmar 28 |