PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Stranêd kurdî ( Cankurd )


Sube ye xunav li gelî

Endelîb dixwentin di gel bilbilî

Ez dê biçime tewafa gerdenê hemayîlî



Sube ye sube lind e (bilind e)

Kuro tu meger bi bazbend e

Muhbeta dilan girêbend e



Devê çeman hemû dar û bî ne

Çawþî gerdenî guhar û binî ne

Te sîng û berê reþ e, li dorê hemû mela û hacî ne



Xerîbim xerîbekî biyanî

Destê kulfetê xwe bigrim, agirekî berdim xanimanî

Gunehê kafiran bi min tê, xasma tu musilmanî



Sube ye sube nabe

Destê min di (ji) gerdena zer vena be

Terka çavê belek nadim heta qiyamet li min rabe



Sube ye weqtê seherê

Karêd xezalan meþyane mexelê

Keleþa min nemaye li ser keyfa berê



Were li min bibe mêwan (mêvan)

Ji te ra bînim þekir û sêwan (sêvan)

Cihê te dayînim li nîv sîng û beran



Helebê vir da mel e

Keleþa min ji hemamê derketî por î þil e

Ramûsanekê bide min, diya te got, bibêj: “Diranê min kul e.“



Were ez (û) tu herne bêriya miyan

Bigerine keyf û laqirdiyan

Eger diya te go;“Mere dereng e.“

Bê:“Zêrê serê min qetiyan.“



Li ser me ra çiya zer e

Di bin me ra dar û ber e

Hewara min Xwedê bextê bêbextan lê wergire



Pezê keleþa min bizin e

Min gerandî li deþt û tirazan e

Ezê bême Þam a þerîf, Heleba xopan

Bidim bi cotek bazin e



Pezê keleþa (Keleþ) a min î beran e

Min gerandî li rêyan û li derban e

Ezê bême Þam a þerîf, Heleba xopan

Bidim bi cotek nîþan e



Ferato, feratê vî paloyî

Bi ser da xwar bû kelekek ji mîrî

Lawikê min çû welatê xerîban, dikim vî bîrî



Min dî bû li bin dara Leylayî

Zulfêd (wê) hilî dikin vî semayî

Ezê destê Keleþa xwe bigirim

Bavême bextê meriya mayî (mermayî)



Bazîdê vir da xaç e

Zêr li enya kafir bûne tac e

Kê dîtiye lawê begzade bi keç kurmanc e



Subhane di girî da

Bayekî hênik lêda

Xweziya min destê xwe li ber xanimê girêda



Dilê min ji te nabe

Tu diçî h’ alê min ê çawa be

Terka dêma gulîn nadim heta dîwana sibê rabe



Min li diyarê gedûka payî

Benda þûr kete ser ebayî

Terka çavê belek nakim heta axirê dinyayî



Çavê reþî qedan e

Dan bi dane kildan e

Van çavan gelek jin ji mêran berdane



Sube ye tavê daye

Li ser sîng û berê zer vedaye

Du ramûsanan bide qismetê Xwedê daye.



* * *



Têlî



Mala me ne bû di welêt e

Di ser ra çiya ê Zerk e

Di bin ra xopana Xamirpêt e

Sed heyf ji biskê ji çavbelek

Malê xwe bidim serê xe (xwe) deynime ber cilê te



Kirasê xelqê delalê þelîne

Qilçikê dê da (tê da) erebîne

Ezê herim silamiya (silaviya) xala gerdenê

Cotê zermemkan recacîne



Dilê min mîna xana musafiran

Dê ra (tê ra) dibuhêrî kerwanê giran

Tirsa min evdalê Xwedê ew tirs e

Ez herim welatê xerîban bimirim

Li ser min nequrîne bav û biran



Bejna delala min zirav e weqtê biþkê

Ezê herim Erdiroma xopan gumrik bînim bidim piþtê

Kul bikeve mala qumsî fezûlan

Çewan nahêlin gavekê rûnim li teniþtê



Hesen paþa li jor e

Di bin da kanî gewr e

Ez xazgêniya biþînim mala babê

Eger neda, ezê bibim bi destê zorê



Hesen paþa li wî gazî

Tê da diçêre peza bazî

Ezê xwezgêniyan biþînim mala babê

Eger neda, ezê bibime Cihor axayê Berazî



Gula baxanî bibîne

Xewa di vê goranê þirîn e

Qîzê ku li malbabî

Agirek di dilê min da diþewite

Min haj dilê te jî nîne



Ezê xanîkî (xanîkî) çêkim ji rîhanê

Derîkî dikimê ji piltanê

Ez û xelqê delalê Têlî

Tê da rûnin hersê mehê zivistanê



Ezê xanîkî çêkim li vê dûzê

Derîkî têkim ji darê gûzê

Ez û xelqê delalê Têlî

Tê da rûnin hersê mehê di Temûzê



Ezê xanîkî çêkim li vê milê

Ezê derîkî têkimê ji darê gulê (dargulê)

Ez terka xelqê delal(ê) Têlî nakim

Heta stêrka sibê li min hilê



Hezkirina dilan pir þirîn e

Ne firotine, ne kirrîne

Heta qiyametê dil bi kul e, bi birîne

[Heta xweþ e dil bi kul e, bi birîne]



Hatî karwanê bargiran

Danî li hewþê di van mîran

Memkê xelqê delalê Têlî mînê fincanê ferfûrî

Dane destê van wezîran



Hatî karwanê Bazirganan

Danî li çiya ê di zozanan

Memkê xelqê delalê Têlî mînê fincanê ferfûrî

Dane destê van nezanan



Min dî li pencerê

Destê xe (xwe) avête qolana kemberê

Memkê xelqê delalê Têlî mînê fincanê ferfûrî

Li Qudsê þerîf pê dixun ava kewserê



Hatî karwanê gulan

Jê tê bîna qerefîlan

Xwedê hasil bike

Mirazê herdu dilan



Der mala me ra bihortî

Kuro dilê min tu girtî

Paþî te wee’dê we be

Ji kesî ra nebim tu dergistî



Tu rindî mîna çira

Xwedê hebînê (tu) ji mi ra mebê bav û bira

Xwedê dizane ji bo xatirê te ez hatim vira



Derketî stêrka karê

Þewqê dabû guliya darê

Xwedê mirazê min xelqê delal bike

Bi rê kê dana (danê) vê êvarê



Evîna ser evînê

Ez û xelqê delal, emê bikevin vê texmînê

Evîniya min û xelqê delal

Mîna evînka (evîna) Mem û Zînê



Lê lê gewrê, derketî stêrka xol e

Þewqê dabû tirba Muhemmed ummeta resûl e

Lê lê gore, heft xûnê min li ser bavê te be

Ramûsankê tu bidî min ji piþ ve qebûl e



Lê lê gewrê, ezê te pêþkêþ kim

Li nava topê di qumaþ kim

Nava sing û berê xelqê delal

Mînê kevirê mermer her ro siban [û êvaran] lê nimêj kim



Payîzê li behîrê (biharê) kire gazî

Daran pelikê xwe weþandin mane tazî

Ta reb, hewara min, Xwedê bike vî mirazî



Mînê diyarê segîran (feqîran)

Bejna xelqê delal mînê reþerîhanê nav keviran

Ez kewa xwe nadim

Bi laîla (leyla) Zerkan, giregire di Cebran



Derê mala me bi gez e

Lê diçêre berx û pez e

Derdê min axçîka file, memkê teze “Axçîk bi Ermenî: Keç”



Gulê min bi mar be

Pêþiya te bi dar be

Bi ku da herî stoyê te li ser min xwar be



Der mala me ra tu meþ meke

Çehv li xelqê keleþ meke

Xwe li ber Xwedê rûreþ meke



Iro rêwî min kete rê ye

Kiras derpî sipî lê ye

Lawikê min pê tê ye

Hêviya wî Xwedê ye



Kuro tu diçî min ji bîr meke

Sêvek bidme te di cêba xe (xwe) ke

Tu carcaran min di bîra xe (xwe) ke



Ez dêçim tu dimînî, ezê sebrekê ji ku bînim

Pê dilê xe yî (xwe yî) xerîb pê bixapînim



Malê qumsiyan ji gund der be

Bila stûnê wan marê zer be

Min hêvî ji Xwedê heye

Mezinê wan bimire, biçûkê wan sile (sîle) li ser be



Qumsiyan rû di reþ bin

Sabûnê wan qîr û heþ bin

Çewan nahêlin du dil bevra (bi hev ra) xweþ bin !



Serê di sebeban

Min hewara Xwedê binalin ji kezeban

Mezinê wan bimirin, biçûkê wan bi teban (tevan)



Kuro, ezê çibikim bi malê dinê

Mishefek hatiye firotinê

Ezê ji keleþê xwe ra bikirrim

Bila here ber xwendinê



Ezê herim nava Hevîdan

[Qîzê gote: Ez diçûme nav Hevîdan]

Bigerim ji xwe wê da

Ezê qurbana keleþê xwe bibim tê ji wê da



Min lawikê xwe dî li ser xaniyan

Min îþaret kir bi tiliyan

Ezê bi qurbana xelqê delal bikim

Her çar bavê Hesniyan



Ez nexweþim, were ser min

Destê min di sarin, pê di germ in

Qîzê kulmalbav, tu xeber de [tu xeber bide]

Bila ruh’ bê ber min



Êvar e çaxê henekan
Çira danîne ser tirekan

Xelqê delalê Têlî mînê kewkê (kewê) gozel

Ketiye bav (nav) werdekan



Sibe ye, sibe mor e

Giya li xopana gundê me bûye tor e

Xelqê delal mînê xam birin Dêrkê

Qerqaþê bi pal û pol e



Eba kij û eba li piþtî

Tu li ser rêya min rûniþtî

Ji çi weqtê da te ez kirîme

Mînê marekî nîvkuþtî!



Min dî li ser xanî sekinî

Eba li ser milan dimekinî

Xwezla min bizaniya tu ezebî ya bi jinî



Mînê diyarê çilebaþiyan

Bejna xelqê delal li rîþiyan

Hewara min Xwedê hazirba ba

Xwedê bike mirazê me herduyan



Ez bilbilim, bilbilê gulî

Ezê hêlîna xe (xwe) çêkim li hîþta [zevînê dor kelê] Mûsilî

Lawkê xe (xwe) nadim bi þêxê Teyaran

Bi zor Temir paþa ku rûniþtiye li sîka (siya) çadirê



Bejna lawikê min mîna minar e

Bi “qulhuwellah” çûme serî, bi dua’n hatime xare

Lawikê min mîna ruma Elopaþa bi îtîbare



Ey lê Gorê, dilê min evdal kula qitran (e)

Serê min safî nabe ji mij û ji dûman e

Ezê dê du çava, porê di reþ, dêmê gulê

Li xe (xwe) heram bikim nan û avê welatê hane



Min xwest û bavê neda

Ezê xwe li ber derî bikim qeda

Ezê xazgîniya biþînim eger neda

Ez(ê) bêm welatê Serhedane (serheda)



Ê lê rindê, çiya bilind e te nabînim

Sorgulê sor e naqetînim

Xênî gewra xe (xwe) tu dêlî nahebînim



Berfa gundê me giran e

Lê lê gewrê, gul û çîçekê gundê me bi derman e

Ez çûme welatê xerîban

Hatim min dî nava sing û berê gewra min tevdane



Ê lê gewrê, Xenûs a þewitî Bîngol (bîn gul) di berdane

Nava sing û berê xelqê delal Têlî

Dibûme qotka kul û derdan e

Jina xerab rastî meriyan bê, ne tê kuþtin, ne tê berdan(e)



Xenûsa xopan der be(r) jêr e

Kevir li bone (li bin e) cûzan û kêr e

Sed heyfa min tê bi xelqê delal Têlî

Bidine yekî kotî miskîn bêkêr e



Bejinziravê ji þemayî

Kurk reþê ji lîvayî

Tu li cem xelqê kotî rûmene

Li dilê min jî nayî



Min dî li ber derî livî

Enterî xelqê delalê þam (çav) þevþevî

Sed heyfa min tê bi xelqê delalê Têlî

Di paþila yekî kotî da dinivî



Qîzê, say sipî li te nayê, tu bi derxe

Ezê herim Erdiroma xopan, destkê qeytan piþkoj bînim li ber xe

Þevikê min di paþila xe (xwe) ke

Ewan piþkojan li ser min tev xe



Her çi kesê malcîran e

Sê roj sê þev dibe xeberdane

Hûn ji Xwedê bizanin cinneta baqî para wan e



Bah û baran tev tê

Þee’r û kitan li bejna te tê

Her çi kesê, ku malcîran e çewan xew tê !



Sêvkê sor min neqiþand

Misk û enber min tê hilkiþand

Isal çend sal e ji bo xatirê te min hêviþand



Ey lo kuro, ez û tu cindîne

Li Erdiromê me hev dîne

Tirsa min ew tirs e

Yek ji me bimire, yek bimîne



Malê Þêxan giþtan

Danîn li van piþtan

Dilê min (û) lawikê min hevreþ kirin

Bi kaxez û niviþtan



Keyxî ye, xweþ Keyxî ye

Ne qadî ye, ne muftî (ye)

Hesen begê min tê da bînbaþî ye



Bejna te zirav e mîna derzî

Ji pê ra zulf e, ji par ra kizî

Ezê bi qurbana te bikim

Kurmancê xudanê hezar pezî



Ez ne þee’r im li serê te bim

Ne saçiba xeymê li nava milê te bim

Xwedê mirazê me bike

Ezê heft salan ji te re berdestî bim



Ey lê gorê, ji Qersê heta Qersê

Hol dike tapanê Misrê

Ji tirsa kekê Mîrze begê ne bûya

Min(ê) bigota dilê min kete qîza filane kesê



Lawikê min palî ye

Bi tina milê xe ye (xwe ye)

Tirsa min ji germa havînê, ji berfa çiye (çiya ye)



Derdê kofîsistan

Av dixarî bi gulmistan

Sê mehê havînê te li min kir zivistan



Sêwî me sêwîkî çakim

Ezê þûrê xe (xwe) nû seqa kim

Heft mêrê mala babê te

Bi niq mêrekî hesab nakim



Sêwiyo tu mebê wê xeberê

Heft mêr ji mala bavê min bi derê

Dê te bikin þuxulê yek xencerê



Qîrmil e xweþ Qîrmil e

Malan danî li mêrga þil e

Qîzê wan çehv bi hêstir in

Li pê koçê narîn dudil e



Qîzê roja te bi xêr, îda te binbarek

Min sehkirî, te di ser mi ra girtî yarek

Eger ji min çêtir e, li te binbarek

Eger ji min xirabtir e, pêva bide koremarek



Eger mela ye bi ser da hilþe dîwarek

Eger êkincî ye di bêderê nê (neyê) cembarek

Eger Kurmanc e di malê nemîne berx û karek

Kula Helebê bikeve mala bavê te salê carek

Ez (û) tu bi tinê bimînin, xelqê bibêje: li hev binbarek



Êvar e ewranî rengereng e

Domama min kutayî sing e

Mukut firiya kete li gozka ling e

Ezê herim du hekîman bînim ji orta Fireng e

Hekîmo bi Erebî wêlî wêlî

Bi Kurmancî hêdî hêdî

Bi Tirkî yawaþ yawaþ

Bi Fileyî wiþî wiþî

Tu derman bike gozka ling e



Ê lê gorê, bejin ji dara Tûrincê

Te dev û diran ji heba birincê

Memkê xelqê delal [dibêm]

Dermana taybayîn e û lavê (li vê) qulincê



Bejna te ji dara Hilî

Te bi ser xe (xwe) da berdaye poxik û hemîlî

Xwedê mirazê min û te bikira

Bila bi ser me da bihata Erebê mewlî



Nezan bi min nezan

Ne serê xe (xwe) girêda bi heft (duwanzde) rengan

Memkê xelqê delal Têlî mînê sêvê Wanê

Ezê bixum li þûnê çirezan (kirezan)



Bejna te ji dara Çinarê

Hiþîn bûye li koka zinarê

Stoyê lawikê min xar bûye

Li ber kapê xumarê (qumarê)



Mûþa þewitî di gelî da

Dar xar bûye ji serî da

Min çewan umrê xe (xwe) girêda

Bi umrê jina jinebî da



Ê lê gorê, ez nexweþ im, di tayî da

Tu carekê were bi yî da (bi vî alî da)

Tu ramûsanekê bide min di riya Xwedê da



Ê lê gorê, te bejin ji dara Sukûtê

Her çi dema di bîra min metê

Aqilek dihere, yekî din tê



Ê lê gorê, gelî kûr e, ez daketim

Xewa min hate ez raketim

Ez bilind firîm alçax (nizim) ketim



Ê Lê gorê, Erdiroma xopan ji min dûr e

Min ji gora xe (xwe) ra þandî selamxêr e

Ez nikarim bêm, tu bi ser mi da carek were



Ê lê gorê, ji vir Erdirom çiqa qas e (çi qas e)

Hemî tê da xelqê nas e

Bi min, bi gora min ruh’ek e, yek kiras e



Çivîkê tu qasidî

Li rêya Erdiroma xopan tu diþidî

Xwedê hebînê tu xeberê (xeber) werînî

Te gora min li ku dî



Çivîkê tu bi îlahî bikî

Tu selamê min li îpê kî

Li Erdiroma xopan da

Li gora min ê cindî bikî



Ê lê gorê, ez heliyam, bûme þima

Lê rindê, te çira nego çima

Ez seba xatrê çehv û berê belek

Bejna zirav e ez hîrete mam



Havîn e havîn e

Xelqê gulê xwe çinî ne

Gulê min evdalî bi tenê,

Bi doz û bi dawî ne



Erdiroma xopan e di girî da

Eve cî dî di çirê da

Xwedê mirazê min xelqê delal bike dinê da



Ê lê gorê, Arî ye xweþ Arî ye

Di bin da Darebî ye

Ez qurbana lawikê xe (xwe) bim

Bi gulank û bi tûmerî ye



Kanî bi min kanî

Van zeriyan av jê anî

Xwedê bike mirazê min û lawikê miþkanî



Ê lê gorê, dilê min wilo daketî

Þei’r û kitan li bejna te tê

Xwedê mirazê min (û) xelqê delal bikira

Min biþanda dû her çar Bavhesenî bi aniya dewatê



Îþev þev e’zîm e

Rûniþtî me bi h’alê gora xe (xwe), pir girî me

Ew lo gorê (kuro) tu were

Min bixaze (bixwaze), Xwedê ji qelenê ra kerîm e



Îþev þev eyan e

Destek hate ser ciyan e

Min destê lawikê xe (xwe) nasî nekir

Min dî ku qaþa hingo li yekî bi nîþan e



Ew lo kuro,

Þevê nîvê þevê li min bû duciyan e

Min dî desdek (destek) li nav sing û berê min geriyane



Min gote qey suwarê boke ye

Ji pêþî cerd û talanan zivirî

Mi nizaniye Þeytanê lee’netî bû, bi min keniyane



Hatî Roma bin duser e

Ji meydanê kirî dere

Hezar qawîxê Romê hatî yek pere



Þerek bûye li Sarsûyê

Zor Elî paþa ketiye çirxecetîyê

Hezar suwarê Romê revîn xe (xwe) dane Darebiyê



Þerek bûye li zozanan

Çehv nabire ji mij û dûmanan

Ewqa meriv hatîne kuþtin

Têr naxun goþtê însanan



Kela Wanê çarde derî

Lê digere Nasirê Xemî, cotek zerî

Qîza mîr Çoban, xûþka Kok axa

Bûye hêsîrê Elî axayê Heyderî



Lo dilo, burc li Stenbolê sipî ne

Di ser ra Qeredengiz e, di bin da golê bi binî ne

Xwedê hebînan, hûn bi xatiriya xerîban mekin

Ji çi wetenî xe (xwe) bi hîvî ne



Dilo suwaro

Lo dilo çiya li min bûne cotin

Hespê þengesuwarê di min, Gunê (Gemê) Cizîrî digotin

Ez çûme Diyarbekrê min dî zînê suwar

Min li ser milê tilalan difrotin



Lo dilo, hatî qulingê berê

Emê destê hev bigirin, herin pêþî

Emê jê bikin suala xerîbî

Lo dilo, te bi kê ra dûman diye

Tu bi mi ra bi dimin (dijmin) î



Hespê birayê min dudu ne

Gemê Cizîrî gotine

Hespê birayê min cot bi cot li dergahê firotine



Minê diyarî sotî

Eskerê lawikê min giran e, bi taxbûr (tabûr) tê

Cewab hatiye dibê lawikê te birîndar e, talan di dû tê



Dilo, hespê lawikê min bozekî xenê

Xalikê lee’nî niþanek li gerdenê

Suwar min dajo qalogonê di giran bi tenê



Dilo suwarê min egîtê suwaran

Tu ruma (xe) xwe hilîn, here van diyaran

Suwar(ê) min qenc e di roj(ê) gazî û hewaran



Dilo, tirba suwarê min li çiye (çiya ye)

Li hirmê jorîn e, li ber belkê di berfîn e

Serî li kulfetê suwarê min geriya ye ji canib Xwedê ye



Dilo, sube ye, sube sar tê

Dengê nobedarê kolê (kelê) îro qewî bi min tahl tê

Neytê (meytê) cindî, suwarê min, Waye (vaye) ber bi mal tê



Dilo, ezê hespê suwarê xe (xwe) derxim ji xamê

Dest û pêyan biûm ji ritamê

Îro sê roj e cewab hatiye,

Hespê suwarê min þandîne olamê



Dilo, suwaro, birîndaro, birînxedaro, ez suwara dibînim

Berê xe (xwe) didimê, piþta xe jê digerînim

Ez digerim nagerim, qet kesekî mînê suwarê xe nabînim



Dilo, dibê li Erdiromê derketî ferman e

Wezîro ji destê te feryad û fîxan e

Îro payîz e, dibê derketiye fermana serê van xortan e



Dilo, dibê dengê hespê qîr tê

Li serê serhedan, li binê Cezîrê tê

Cewab ji mîr hatiye, dibê lawikê te birîndar e, ji cem paþê tê



Dilo, xem xeyalê min xûnî ne

Malê me barkirîne, zozanê me xalîne

Roja bine rojê, min dizaniya suwarê min qismetê mi nîne



Dilo, xeman mexe (mexu) zêrav nebê

(Bila) kemer li piþta te sist nebê

(Tu) herî welatê xerîban hêsîr nebê



Dilo, qaz û quling û bet in

Hersê bi hevketin

Xerîb li welatan bê rûmet in

[Dilo, suwaro, birîndar û birîn e]



Dilo, qulingo tê ho diqîrîne

Li diyarê Mûþê xopan xe (xwe) datîne

Kê dîtiye ewlad here, dê û bav bimîne?!



Dilo, go: Tu here, ez î tê me

Menzila te dirêj e, ya min kêm e

Xela birîndarê þûr û ruman e

Ez birîndarê mêrê kolî me



Qulingekî hat û bihûrî

Li mêrg û çîmenan dayiwêrî

Sewta (dengê) wî qulingî mîna sewta (dengê) xelqê bira mirî



Dilo, giya ê çiyan li min zer bû

Xelqê delalê cindî di nav da bê xeber bû

Dilê min mîna Sîpana Xelatê mij û dûman li ser bû



Dilo, suwarê min suwarek dîn e

Serê xe (xwe) bi felekê ra dihejîne

Zengoyê wî zerîn, zergê wî zêrîn e



Dilo, havîn e heyam debirê

Ez bi suwarê xe (xwe) ra ketime car û cebirê

Ez suwarê xe (xwe) ji bîr nakim

Hetanî ez serê xe (xwe) danim qebirê



Dilo, bejna xelqê delal dibim rîhana kursî

Teterek ji Teterê Stenbolê hat û lê pirsî

Sed heyfa min tê bi çehvbelek, di bin axa sar da ditewsî



Wezîro, tu bi Xwedê kî, kitêba nû mishefan, bedenekî biþînî

Mûþê xopan gîregîran bînî

Þuxulê xirab çêkî



Dilo, ez giliya xe (xwe) bi kê kim

Bi kekê Mîrza begê, suwarê hespê þê kim

Qotoyê Evokî biþînim, þuxulê xirab çêkim

[Þemdîn axayê Zerkî biþînim, þuxulê xirab çêkim]



Dilo, kekê Mîrze begê rûniþtiye li ser bengê

Min destê xe (xwe) jêr da avête ategê

[Ezê herim destê xwe bavêjim ategê]

Heta ez xweþ im nakim terkê



Mûþê þewitî tev xulxulî

Paþî li pêþî fitilî

Piþ mêrê kek Mîrze begê herdu kurê Hacoyê Dumilî



Lo Dilo, dibê hesp felekdar e

Ne kum e, ne hevsar e

Felek qul e, derman e, bi î’tîbar e



Dilo, te çima li min weh(a) kir

Te ez kir me qendîlê polat [qendîlek pola], derîkulk li min þima kir

Çehvê dostan te kor kir

Dilê duþminan te li min þakir



Dilo, dibê Helebê vir (wê) da Hema

Darê Zeytûnan hiþîn bûne li berê (ber) çeman (çema)

Suwaro, tu serê xe (xwe) hilîn, kulfetî li çolê ma



Lo lo Þiwîso (Þawêso) te malik þewitî

[Kulfetê te me dilo, suwaro, birîndaro]

Tu çima li ziyaretê natebitî

Ezîrê Qurmo Miradî, tokê fermana li serê te hebitî (xebitî)



Deþta Mûþê deþtek pehn e

Hîte hatin bi tepan e

Þewîþ Hesenê Hemdanî da bi cotek lekan e (legan e)



Umer bir tu mede van Hilanan

Em revîne Bilekanan

Em mêr bûna, çadira sipî, konê erebî

Me ne dihiþt li qazanan



Umer suwar (bû) li cehnoyê

Ajote ser kaniyê

Go Umer, ez xweþ bimînim

Ezê begemê bînim li þûna Hemdînê



Sultanê ha Sultanê

Tu þee’rê bavê ser kitanê

Seedo, Dilo, kuþtine meha îda Remedanê



Kurdnigazî bi pîvaz e

Van çawîþan gaz û gaz e

Cewab hatiye dibê Seedo kuþtine, Dilo ber miraz e



Seedo, Dilo, herdu bira ne

Li meydanê nav di hevda ne

Cewab hatiye dibê hespê Seedo, Dilo, mîrat mane



Seedo, Dilo, suwarê boza gir e

Dibê boz di bin da dixingir e

Lê lê Þerê, rebenê, pijgîrê bav ser cotê demançan bila toz negire



Lo lo Neemo, lo Neemo

Qehwecî mala Mîrza axa qawe vedixware

Gava li Neemo dibû dengî

Diwê (divê) derketa xara mala Reþkal e



Deþta Xaltan bû hewar e

Qehwecî mala Mîrza axa qehwe vedixware

Qehwekî bîne ji Nî’metê mi ra, birîndar e



Ji baxan heya baxan

Bejna Neemo mînê sêvê ser þaxan

Gava li Neemo dibû dengî

Tê (Tu yê) derketa xara mala Mîrza axan



Deþta Xaltan bûye þîn e

Qaweçî mala Mîrza axa qehwê digerîne

Lo lo qehweçî Xwedê kî qehwekî ji Neemetê mi ra tu bîne

Pîþê mîrê Neemetê min tunîne



Li Mûþê kavir (kavil) kirî

Li Rewanê hogeçê (hogîç) birî

Çewan kekê Horkan kete ber mirinê reng guhêrî

[Çewan hat ji mi ra,



Lawikê te ketiye ber mirinê ji giriyam (girî) ]......




Stranêd kurdî ( Cankurd )