DE HERE ÊDÎ PÊNÛS ZUHA BÛ / Celaledînê Rûmî Da ku xwîn bibe þîrekî zelal, dem gerek e. Mûyê di çav de mîna çiyayekî mezin e. Hey dev, tu di devê dojehê de yî. Di navbera dahêner û sextekaran de cudahiyên pir mezin hene, yê pêþî mîna Dawid e lê yê din mîna dengvedanê ye. Bilaçemkê bêmirês ne ku dijminê hetavê ye, lê di xweveþartina xwe de dijminê xwe ye, hilatina hetavê bixwe wî dikuje. Lê ma hetavê westana wî dipejirand? Te bixwe wêne(sîber) dîtibû lê te guh neda wateyê. Ji boyî avê wek masiyekî diêþiya. Ger dilê te bi ser dîwaran ve ye, xwe ji kevnariyê rizgar bike. Te wateya azad û serbest zindanî kir, lewra te hiþt ku ba bibe dîlê tîpan. Ji boyî ku hînî peyivînê bibe, pêdiviyî demekê ji bêdengiyê ye. Ew dahêner e, li pey mamosteyan naçe, ew ji bo hemiyan palpiþt e lê xwe naspêre ti tiþtî. Te giyan ji boyî laþ diþewitand, te giyan þewitand û laþ pê ronî kir. Ez dê tîpan li bin guhê deng û gotinê xînim hetanî ku bêyî wan hersê alavan bi te re bipeyivim. Bila wêran bibe, ez li ber nakevim. Ma ne dê gencîneyeke þahane di bin kavilan de bimîne. Digel ku ev zemîn û ev esman pir fireh in jî, dilê min bi tengahiya xwe let let kirin.. Lê ger wate hat wêne çi ye? Hesp jî bêyî siwar çi derbarê wêneya rê de dizane. Daku rêça mîran binase gerek siwar jî mîr be. Heval mîna zêr e, serêþî jî mîna êgir e, zêrê zer jî di nav êgir de kêfxweþ e. Dê xwîn digel peyvan ji devê min bipijiqe. Ez qeydên laþ ji lingên giyan vedikim, da bikaribe li derdora hevdînê bigere. De nebêje ku ev giþ xiyal û derew in, di jiyanê de xiyalek bêrastî nîne. Here, li wateyê bigere, ey bawermendê wêneyê, wate ji boyî laþê wêneyê bask e. Ger gaveke dî bavêjim ez dê biþewitim. Stêran bandora xwe lê dikir, lê piþtre, êdî dibe mîrê stêrkan. Ger tu bi yekî re bî û ew yek ji te fam neke, mîna tu di zindanê de bî. Ronîkirina van gotinan pêdiviyî þirovekirinê ye, lê ez ji têgihiþtina kevnare ditirsim.. Dema tu li dergehê wateyê bidî dê ji te re veke. Di nakokiya tîpan de dudilî û guman peyda dibin. Ez þûr im û þûrbaz jî tava rastiyê ye. Dema ku bager radibe, sergo bixwe dev ji cihê xwe berdide. Þûrê xewnê ji þûrê hesinî tûjtir e. De here, êdî pênûs zuha bû. Mîna þêrê ku xwe ji daristanê çeng dike, wêne jî xwe ji wateyê çeng dike. Celaledînê Rûmî |