Çend helbest ji Konê Reş Doda, Barzanî û Ala welatê min : _______________________ Di vê jiyanê de Min gelek kes naskirin û Hez gelek tiştan kir Hin ji wan Di çavê min de Mezin bûn û Hezkirina wan bi min re ma Ta ku mirin Lê bi tenê sê nav Di cihekî bilind de Li ser refika dilê min Hatine danîn û parastin Her ku dem bi pêşde diçe Di çavê min,nerîna min û Huşê min de Mezintir dibin Sînor xwe ji ber rêzgirtina wan Dide alî.. Ezê bi mirim wê ew bimînin zindî Heger we naskir Bê ew hersê nav kîne ?! Yek ji wan gundê min Doda ye Yek Barzaniyê nemire û Yek Ala welatê min e... Konê Reş **** Mirovantî : __________ Kêm kes digihêjin Pileya mirovantiyê Kêm kes karin bi kar û barê Mirovantiyê rabin Tevî ku em tev Bi nav mirovin.. Mirovantî; Bi xwekarî û mêranîye Mirovantî; Gernasiya dema nû ye.. Kesê ku bi rast û durist Mirov be,ewe yê ku Jê bê xwestin Pêşûsazê neyarê xwe Ji dil û can pêk bîne Wek ku yê xwe Pêk tîne Încax; Wek wan kesan Gîhabin pileya mirovantiyê. Qamişlo - 02.05.2004 Konê Reş **** Zeriya min !Dema Dengê te Seh dikim.. : ______________________________ Zeriya min ! Di vê zivistanê de Bayê bê dest Bi tiliyên xwe yên sar Aso hembêz dike.. Daristanên tazî û rût Di nav qir û sermê de Di nixumîne .. Çûk û çivîk Bê star Li ser şaxikên daran Bi melûlî xuya dikin û Ji neçarî Ji reşewran Sirûdên şîniyê dibêjin... Awazên wan Tevlî xuşîniya daristanê dibe û Mîna sîmfoniyeke xemgîn û bi xem Min di nav kul û keseran de Kûr û dûr dibe .. Lê Zeriya min ! Dema ku ez dengê te seh dikim Wek zengilê naqosa Dêrê ku lê bide Min ji nav kul û xeman Hişyar û rizgar dike û Geşbîniyekê bi ser min de Dibarîne Erê geşbînî.. Konê Reş **** Bela bimire.. : _________ -1- Bela bimire yê ku; Ji bavê xwe fedî bike Li kul û xemên xuşka xwe Guhdarî neke Li diya xwe ne pirse Adet û teqalîdên bav û kalên xwe Jibîr bike Zimanê xwe di ser guhan re Bavêje Deriyê xwe ji ber dost û hevalan Bi qepitîne Bela bimire jêre çêtire -2- Bela bimire yê ku; Ji ronahiyê bi tirs be Di tariyê de bi live Wek kund li ser şikêran Bi lûse Di tengayiyê de Kirasê neyaran li xweke Di firehiyê de Wek dîkê şinik Bi qud-qud be..! Serê xwe ji Partiyan re deyne Berî çiyayên welatê xwe û Di her çax û demî de Di her civat û eywanê de Karibe bistirê û biraqise Bela weke van kesan bimirin Mirin ji wan re çêtire -3- Cerê ku av têde Nesekine Yê şikenandinê ye Beriya ku xezal Lê neçêrin Ne warê koçeryê ye Çiyayê ku Pêşmêrge Lê neyên parastin Ne cihê piştdanê ye Hevalê ku zikreş be Bi hewildan be ku Li ser pişta hevalên xwe cihekî ji xwe re Di civatê de ava bike Megrûdî û eware ye Qet lê nebe ewle ye Bela bimire , mirin jêre çêtire -4- Xincera ku ji kalan neyê der Ya avêtinê ye Tivinga bê berik be Mîna şîşa tenûrê ye Kum û kolozê ku Serî gerim neke Ne yê danînê ye Mirovê ku sinc û wijdan Wî ne hejîne Mirin jêre çê ye.. Qamişlo 23.05.2004 Konê Reş **** Xanima min , Qamişlo ! : __________________ Te çi divîbe Bela ji te re be Bela bejna qamîş û qamir Li ber bayê te Bêne hejandin.. Di zayîna te ya nû de Kêm kes dikarin Di vî asoyê te yê xemgîn de Mirinê bi afirînin.. Di vê xaka te ya bi xwîn de Wê xortên nû bêne şîn bûn û Her tê weke xwe bi mîne Tê weke xwe bimîne û Wê careke din Li ser peravê çemê Ceqceq Hevdîtina yaran Girnijandina yaran Dilketina yaran Jiyanê xweş bikin * * * Qamişlo,Xanima min ! Çendî çolistanê hewildaye ku Kirasê xwe li te bike Kirasê wê li te teng derketiye û Kirasê çiyayî ji te Ne hatiye kirin.. * * * Xanima min ! Îro stêrka te di asmanê welat de Di çirise Bi hewildane ku careke din Çemê Ceqceq bi herike Careke din Ava kaniya Reş û Spî Hilm û bîna çiyayê Bagokê û Omeriyan Bi ser me de Bi fûrîne .. Serxet û Binxetê Ji ferhenga xwe bavêje.. * * * Xanima min ! Êdî bese ,bela bes Dergevanên dergehên te Zêrevaniya xewnên me Bikin û Gemîvaniyên xwe Di nav deryaya kul û xemên me de Werkin... * * * Xanima min ! Hêsrên şor Bi ser dêmê min de Di xindirin, dinesilin û Qet nikarim xwe Ji bejna te Daweşînim.. Hestî ji goşt derînim û Hêj dengê Cegerxwînê Hesarî; (Kîme Ez !) Di qulên guhê min de Li hev vedigere.. * * * Xanima min ! Bi hêvîme tu nebe Ardiwê gunehkaran Di destê Bekoyan de .. Wê tev bi revin û koç bikin Stêra tevan wê here ava Bi tenê tê bi mîne Dîdevanê demê û Roka te Qet naçe ava Ji ber ku Asman yê te ye Aso yê te ye Qamişloka min Xanima min Evîna min ..! Qamişlo 01.04.2004 Konê Reş **** Axa welatê min : ____________ Heger Welatê xelkê Bi av û kanî bin Bi dar û devî bin Bi xan û avanî bin ... Û Welatê min Bê av , kanî çikî bin Bê dar , devî çilmisî bin Bê xanî , mal herifî bin ... Ez mistekê ji axa Welatê xwe ... Nadim bi Axa tu Welatî . Konê Reş **** Ziman : _____ Ji min werê Bi tenê zerîyên Welatê min Xweşik in Bejin zirav in Dêm girover in Meş qitikîne ... Ta ku min xweşik û rindên Welatê xelkê dîtin Ku ew jî Şox û şepal in Meş ordekîn in Poz çelengîn in ... Lê bi tenê Bi tiştekî tenê min Zerîyên Welatê min Ji wan bi cuda dîtin Heger hûn zanin Bê ew tişt çiye ? Heger hûn zanin ? Konê Reş **** Ez û Japonîyekê : _____________ Li Şamê me hev dît Çend rojan em Bi hev re geriyan û Me dît.. Di nav re Min kul , êş û derdên Gelê xwe jê re dot .. Wê jî Kêf , xweşî û şahîyên Gelê xwe ji min re got Û pêre- pêrere dilê min sot ... Vegeriya Osaka Bi kêf û şahîyên xwe Daket Vegeriyam Kurdistanê Bi kul , êş û birînên xwe Biliyam ... Konê Reş **** Doda : _______ Nizanim çilo vê nîvrojê Huşê min firiya çû Doda ? Gundê ji hezarê salan ve , Bi xanîk û manîk ava , Dîdevanê bûna min Û jiyana sereta ... Gundê bi dewar , sewal û Keriyê pez ; Bi car , newal û Dar û rez ; Gundê ku li ser Du şivên hesin Maye raketî ; Ji jor ve bi nav bûye Serxet Ji jêr ve bi nav bûye Binxet * * * Doda ; Bêndera kul , êş û janên min ... Stirana : (Bavê Syero û Derwêşê Evdî ) Û evîna min ; Hêlîna pîr û kal , jin û mêr , Keç û xort û tev Gundîyên min . * * * Doda ; Ji pêncî salî ve , Xwe di nava min de Dipêçe ; Ji danheva pûş , qîvar û şoqilan ... Ji ser ( girê Qereçe ) ; Ta bi henek û laqirdîyên ( Seyid Xelîl û Şêr Elî ) yên ku tew ji hiş naçe ... * * * Doda ; Tirabêlik û xwêdana Ku ez pê hatime şûştin ... Bêhinvedana şivanan Li ( guhera Ademo ) û Rawestandin ; Leza bêrîvanan ta bi ( Guhjîka Ehmê ) û Pez dotin ; Xwêdana xebatkarên ( Besta zixur û Duavê ) û Qûm firotin ; Civata her êvar Li ser banê gir Û şor û gotin ; Çîrokên jin û jinbiyan Li ser tenûrê Û qal û qult û şerkirin ; Serpêhatiyên apê min ( Birko ) Û şev buhirandin ... * * * Ji Doda re , Ji girê Doda re , Ji sax û mirîyên Doda re , Û ji ( Kevrê Birûskê ) re ... ; Destan li ser hev datînim , Temene û xûz dibim , Xweşî , geşî û pêşketinê Ji tev gundiyan re dixwazim . Konê Reş |