Melayê Cizîrî ( 1570-1640 ) MELAYÊ CIZÎRÎ (1570-1640) Melayê Cizîrî (1570-1640) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan: Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li þamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e. Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »þahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî þêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev þêx Ehmed li xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew þêx Ehmed ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. þêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« . Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin. Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Îro ji husna dilberê Îro ji husna dilberê Dîsa helak û serxweþ în Remzên di wê þîrînsurê Sohtim bi pêta ateþîn Sohtim bi berqa lami' e Ew necm û bedra tali' e þemsa semayê rabi' e Lew pir ji þewqê þewwiþîn Pir þewwiþandin wê dil e Zulfên siyah ser dan mil e Tora muxalif silsile Selwa 'eqarib lê meþîn Selwa 'eqarib lê weten Ew nazika nûrînbeden Qendê dirêjin guft û ken Biskan di lê kir baweþîn Biska siyah re'na ye mest Yek dî bi heyran pê ve dest Hemyan bi mestî helqe best Derbendê ew zulfa reþ în Êsîr kirim zulfa çelek Ew horiya þubhet melek Tîr dan ji reþtûzên helek Mecrûhê qewsê pirweþîn Tîr dan ji qewsê malzirav Ew gewhera pir þewq û tav Sotin li min cerg û hinav Lew têk ji cergê heriþîn Cerg û cesed têk sohtine Lew xef xedengan nuhtine Ji qewsê hilalê jih tine Heyranê dêma mehweþ în Hem bedr û hem Zuhra ye dêm Ji wê 'alema kubra ye dêm Xweþ destxet û tuxra ye dêm Herfan ji miskê lê niþîn Lewhê ji nû sîqal bidin Herdem ji nû ve xal bidin Da dil bi yek dî pal bidin Nuqtan ji zêrabê weþîn Zulfa siyah 'enber bike Xemlê ji zêrê zer bike Zerbaf û dîba ber bike Misk û gulavê lê reþîn Mawer ke terh û biþkoyan Cîranê berg û lû'lûyan Ew 'er'er û selwa ciwan þetrî bi mestî lê xwiþîn Þetrî we tayên sor û zer Bayê nesîm lê da seher Li wê cebhetê hijiyan dû per Lewra sekara bêhiþ în Meþha seher yarê þefîq Da min bi enguþtên 'eqîq Ji wê badeya nûrîn rehîq Mexmûrê xemra bêxiþ în Mexmûrê bê camê ez im Yexmakirê ramê ez im Çavnêrê peyxamê ez im Perwaneyê þem'a geþ în Perwaneyên sotî kebed Dilber ji ber Birca esed Tîr dan ji reþtûzên semed Lew têk ji xwînê neqqiþîn Kuþtim bi qewsê 'enber e þoxê ji dil mil dan ber e Êxiste dil sed pencere Evrenge em mihnetkeþ în Mihnetkeþên roz û þebê Der firqeta þêrînlebê Zulma ji ber destê te bê Ew 'edl e em pir pê xweþ în Zulma tu kî pir pê xweþ im Sohtîdilê hicrankeþ im Mislê perengê ateþ im Rûhek mucerred bêleþ în Min dî sehergaha elest Camek ji kewser dost di dest Jê da Melê lew maye mest Hetta heyatê serxweþ în Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan: Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Þamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e. Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »Þahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî þêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev þêx Ehmed li xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew þêx Ehmed ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Þêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« . Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin. Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Lê me kêfa xwe ji ber gotina »Þebçiraxî þebî Kurdistan im« jê re anî. Pir ji dîna te xerîb im xanim Ji te ser ta bi qedem heyran im Her bi can teþnelebî lehlan im Dil di benda giriha zilfan im Yûsifî cirhekeþî hicran im Niqteyî daîreyî rindan im Lew þebî daîre sergerdan im Badenûþî qedehî hirman im Bedel ateþ ji ceger biryan im Lew perîþan im û pir êþan im Aþiqî nazik û mehbûban im Tu mebîn bêser û bêsaman im Gulî baxê iremî Bihtan im Þebçiraxî þebî Kurdistan im Çi tebîet beþer û insan im Lilehil hemd çi alîþan im Di riya yar li rêza san im Lew di iqlîmî sixen xaqan im Sibehî îd e û ez pê zanim Ko bi kêra te seher qurban im Xweþ birîndarekî bêderman im Carekê þefeq e rûhim can im Ji Xwedê re veke benda beriye. Dînbirê hurmisalê zeriyê Nazikê nîþkerê sirperiyê. |