Feqiyê Teyran ( 1590-1660 ) Feqiyê Teyran ( 1590-1660 ) Feqiyê Teyran (1590-1660) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan: Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta þêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eshar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di sihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« . Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba sahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye. Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meþhûr e« . Li gora vê serhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê þes« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê þes« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine. Dibêjin ko Feqehê Teyran þagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye. Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, sîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêsetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje: Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê. Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye: Miksî ji wê meymestihê Tewîl diket hîkayetê Miksî ji eþqê sihtiye Ev sihir vi þêx ve nihtiye Halê xwe tê de guhtiye ji »eyn û lam« a hicretê [1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye. Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî sahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye. Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî kesekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqeh dikenî. Kesê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî? Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin. Kese: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene. Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min. Kese soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got: – Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êþandin. Kese deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiþtin Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, kese çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Kesê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê þanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere. Vê carê, kese kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr þande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin. Mîr jî sertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û resand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî: – Ma kê ev zad reþandiye vê derê? – Feqehê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê. – Ma tu nizanî xezîne li kû ye ? – Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye. Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir. Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje... Feqeh got: Beramberê serê kesê bidin min. Mîr got: Serê kesê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê kesê ji laþê wî vekin. Anîn serê kesê jê vekirin û danîn ser sehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê kesê ne hatin. Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê kesê hinde giran e, ji lewre te ev þert bi min re kir. Feqeh deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax avêtine þûnê. Milê axê daket, serê kesê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê: – Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe. Ev her sê sahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje: Min dê elema kelami mewzûn Alî bikira li banê gerdûn Bînave riha Melê Cizêrî Pê hey bikira Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Heta bi ebed bimaye heyran Çi bikim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qimas re xerîdar Ezê niho hin sihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þexê senhanî: Van qisetan izhar bikim Behsan kar û bar bikim Yar û biran hiþyar bikim Da ez ji þêx dim wesfekî þêxek hebû çaxê ewil Nûrha Xwedê hel bû di dil Sed gumreh û dal û midil Bi destê wî tên tobetê þêxek hebû sinhaniyan Serdarê pansed sofiyan Ji qesîdeke wî: Bizan ko min yar ti wî Dil ji birîndar ti wî Ez kuþtim yekcar ti wî Çi bikim ko min yar ti wî Bê dest û hem pa ti wî Pir li min kubar ti wi Ê b'xezeb xwendî ez im Di qeyd û bendê ez im Zencîr bi zendê ez im Mistaqi rindî ez im Aþiqê cindî ez im Perwazi findê ez im Xweþ qed û ehla ti wî Cama piyala ti wî Sûx bejn û bala ti wî Delala mala ti wî Pir bext û tala ti wî Nîmeta ala ti wî. Dûr ji wisalê ez im Yar di xeyalê ez im Îsa li erdan ti wî Bi girt û berdan ti wî. FEQIYÊ TEYRAN |