PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend Helbestên balkêþ - 1


BAWERÝ :
________

Çendîn rojin
bê xew
bê aram
mînak
kulîlk behîvek nû biþkivî
bi serê xwe
tenê;
xencerên riziyayî diqelêþin
leylan û xeyalan
û wek
roja xwe berdayî ser asoyê
xwîn diherikin ji stranan.


çawa navê xwe
dizanim û
dinasim
ev dilê
xwe qurban kiriye
ji evîndariyê re
bi aramiya
dayikek kur li ber þîr
wê ji vê eþê jî
xwe rizgar bike.


****


XWENÎN :
________


ne rengên me mînak hev bu
ne temen
ne jî
xewn û xeyal
û xwestekên me
di navbera me de
bi hezaran kilometr rê
deryayên bê binî hebûn.
Lê dema mijar bû evîn
nekarî xwe
ev dilê jar, û xêrnedîtî
þkênand dab û nêrît û zincîran.


****


EV SERSAL :
__________


ev sersal
ev sersal jî hevala min
ling bi qeyd
dest bi rêzil
di hucreyek girtîgehé da
bi serê xwe
û tenê me.
dûr im ji te
ji lawên min
Hêvî, zinar
lê ne dikim gazinc
ne jî qarekar.

hevalê Biþar
dema tu çûyî mal
ji kerema xwe re
ramise destên dayika min
çavên Hêvî, Zinar
û bêje
dibêje
Bereh
dilê wî xweþ e
bêhna wî pir fereh
û sedî sed
bawer e
ku wê were
û þûna asîmanê
bê dawî
wê xwe berde
deþt, çiya, zozan
bajarên çavkovanî
azadî.


****



HELBESTEKE NÎVCO MAYÎ :
__________________


(ji bo bîranîna Memduh Selîm Beg...)
naxwazim
di wêneyên zerbûyî de birizin
hêvî, daxwaz û xwestekên te

va rojeke din jî perpitî û mir
rojeke din jî bihurî bê miraz
de ka stranekê bibêje dengbêjo
stranek ku dinê pê biheje
û ez jî vekim kutiya dilê xwe
helbestek bihonim ji me re
ax..ax....ax...
Ne bû
Dîsa wek gelek caran
Mîna kabûsek xwe berda
Li ser vi bajarê
xêr nedîtî
Baçermokên romê
xwînxwar,devbixwîn
Û
Bi teq teqa derî
Reviyan hest
Raman hê ma
Ji serî
Ev helbest jî nîvco ma
Û dîsa xwe avêtin
Bextê berxwedanê
Evîndarên evînê
dilketiyên Kurdistané.


****


HETA MÝN JÝ TE HEZ NEKÝR :
____________________


Heta min ji te hez nekir
Xortekî kerr
Lal
û
Kor bûm.

Heta min ji te hez ne kir
Tucar nediguherî demsal
Daran xwe ne dixemiland
Bi pelg û kulîlk
Roj ne dibiþirî û
Germ nedikir
Bajar, kolan û zevî
Jiyan wiha têrtam û
Ne xwedîwate bû.

Niha har û din im
Ji bo evina te
Ey welatê nav li min kirî
Necar, hedad
Hostayê min
Ne tenê te
Ji dar û beristan
Mar û moristan
ji Derd û belayên te ji
Hez dikim


****



ZAROK Û KOÇBERÎ :
_____________


Ez mindalekE duwazde salî me
Koçber bûme ji welat
Kolan kolan - tax û tax digerime
Difroþim þîranî û simît.

Beriya mela radibim
Dibezim ber firûnê
Tevî kul û keseran
Naçe ji bîra min Mêrdîn

Ez zarokek duwazde salî me
Dibistan qet nedî me
Lê ne sewalek kedî me
Bi çavên hovan e
Li min dinêrin
Keç û xortên romê
Tu dibê qey
Min nanê wan dizîme.

Qet ne qîre, ey welat
Ma du sal
Bi çek û rext vegerime.


****


B ES TU NEÇÎ :
__________


Malê dinê ji çi re ye
Cil û berg
Xwarinên cur bi cur û têrtam
Avahiyên nûjen û bilind
Tirimpêlên bêhempa
Ger tu ne bî,

Rojek têr
Bi mehan birçî
Û
Her dan
Çil qemçî
Ser seran û çavan
Bes tu neçî.


ÇÎROK
hê di zarokatiya xwe de jî
rûken
hiþaza
û pir jîr bû.


bav digot bila bibe parêzer
da bê parastin
mafên mirovan
dê digot bila bibe bijîþk
bo bibe derman
ji xwedî nexweþ û
birîndaran re.

bû bersîv
ji bo her du daxwazan
bo welat bibe azad
mirov bibin xwedî maf
bibin þareza

xwe bi ava nemiriyan þûþt
çû ket nav refên gerîla!


****


RÊWÎ :
_______


piþtî
pênc salên nefiyê
rêwî me
ber bi welat.
mîna mindalekî çar salî
bêsebir
û bê tebat im.

zû bajo ajoye zu!
min bigihîjîne
cihê bav û kalan
dîsa bikevim kulateyn a
xalê Xelef
nanê xaltîk a xanê bixwim
li ser tenûrê
Û dîsa bi hevalan re
birgê bileyîzim
li qada serhildanê.

bajo ajoye zû bajo!
naxwazim bimirim
çav vekirî.


****


TE :
____

ne di dev de diran
ne li serî por
ne jî mûyek reþ hiþt
di bedena bedew û çeleng de
qermiçî eniya berz û pehn jî.

min ne destên te yên pembûwî girt carek
ne peyvek erênî ji te bihîst.
di ser de jî
koçberî
bêkarî
û
nexweþiya dayîka xêr nedîtî jî hat
li ser dil de venîþt.


qet dilxweþ ne be
ey dijminê hov û xwînxwar
va ye Zekiye, Bermal, Delal...
bi hezaran keç û xort
li hawara min gihîþt.


****


NOTÝRVAN :
___________


Ev bajar û gundên
þawitî
hilweþiyayî û kavil
ev mirovên
bê çav
bê ling/
ev gerîlayên bê serî,
guh hatî jêkirin
bi destên kê hatin çêkirin
Û kê em bê par xistin
Ji hembêza azadiyê.
Û ev qeyd û rêzil
Kê xistin
Li ser zendên Mezopotamyayê.

Ma em ê ji bîr bikin
Dardekirina þêx Seîdê kal
Hejarbûna penaberên Nînova
Zarokên Helebçê....

De bila ez niha
ciwanekî/e bist salî bûma
Mil bi milê gerilayekî/ê
Cûdî biparastama.
Helbestvanekî navsere me mixabin

bi çargavî dajom hespên helbestê
li qada serhildanê
û
evîndarê gelê xwe
notirvanê zimanê xwe me.


****


KUÇÝKBAVEK :
___________


duh þev
bi ben é tarîtiyé xeniqand
þawitand piþtre bi destén xwe yén qilérî
xaniyéme tevî berxa du mehî
leþkerî gurî.
xeyalén min én zarokî
ku ji kulilk u keskesoran pék dihat
dur çûn ji min qasî stérkan
ji kerba
negirîm yek dilopek
lé minak telpek gu tifamin
zeliqî ser rû yé kuçikbavek.


****


HER EZ Ê BÝMÝRÝM :
_________________


Li ser weché stranan kul û keseran kon vegirtiye
di dîroka bajaré zaroktiya mina bi xwin hatiye nivîsandin da
Bizanin
hûtén rureþiyé
avakarén bedengiyé
kûrmén ji xwina min zîldayî
heta ku
li kolanén xewnén min evindarén kenogiri
li ser pésîra min bendemanén bérikiriné
ji gulén evini û azadiyé
ji fékiyén tahmhingiv tér nebin
ne ji ya xwe tém xwar
ne ji seri li ber we ditewinim!

û tu
Yara dil lim qijilandi
Carek ne kenî ji min ra
Ramusaneké ne þîni ji dûrve jî
Nayé hedara min
Roj hezar carî
Agiré ji bo te té gurkirin
Hestén xwe pé neþum.

û dawî
Ji min gotin
An tu yé weri min bi bextewariyé bikujî
An ji kerba nehatina te ezé xwe bikujim!


****


HÝNGÝVHELBESTEK :
_____________


Sibehek
Bé haydan
Mînak tîréja ewil ya rojé
bi guman
Þermok,
lepira, daweriwandî û wisa germ hatî.
Belavbun ewrén kovaniyé ji ser çav
Vemirî bagera éþ û janan ji ser dil
û xemilîm
Mînak darbehîvek adaré
Bi hest u kené te yé evînî
û navéte
Min bi ramusanén sosinî û beybunî daxkir
Wek hingiv helbestek tahmxweþ
Li ser lévén tîbuyi...


****


SERANSER WELAT :
________________

Þevek herkes di xew de
Rabum jixwe ra geriyam
Bajar bi bajar kurdistan.
Fanusa min seroké min
Evîna welat di dest da.
Ciziré
Bi evîn u eþka seyda
Ji dil u can avda .
Þirnex
Xorteke xeþim
Lé bi mérxasî
Rabu ser piya
Bi xwina xwe meyand azadî
Da hiþk nebin dehl u çiya.
Qulpé
Nehiþt ji kesîre hespé
Wek lehengan siwarbu li ser piþté
Beré xwe da deþté.
Elih
Bazda
Di dest da satur û bér
Û tujkir kér
bi xéhdana xwe.
Ket para Licé
Mînak sofiyek diçe hecé
Bi dilovanî xwe da péþ
Lé semsur
Léborin xwest
Ji min jî sé cercur.
Wan
Hetajé hat bi îman
Nisébîn
Ji bo evîna te har u dîn.
Koser
Xwe kir bukek xélî li ser
Hezo
Komkir þekir u gezo
Rýha
Bi héza evÝna te u péxemberan
Go a niha.
Séwreg
Go fermo
Ma li me ne bu dereng
û tijÝ paþil kereng
Gavek xe avét péþ
û
Heta erçeng
Xwéhda colemérg
Bazid
Bu qasid
Çewlik
Bu hevling
Séwaz
Bi stran u awaz
Qers
Bi hérs
Ararat
Pir kir keft u left
Hezro
Hé nivro
Kete ré
Berwar
Ji ya xwe nehat xwar.
Muþ
Go em mérxasin ne puþ
Belîs
Go heta em téxin lîs
Ezirgan
Heta em nebin bazirgan
Ezerom
Em kurdin lawo ne rom
Amed
Li ser govendî
Girt dawet
Bu duvpiþkek kuméd
Bi dijmin ve da
Bi kurtasi
Seranser
Li welat kurda kir mahþer
Va dimeþin bi hevra
Dijmin go teslîm ji qehra.
Pîrozdikim xebata we
Serî li ber we ditewînim
Bila serok ji me re her saxbe
Biratiya xwe qewîkin
Kul u éþan bikewînin


****


GERÎLA :
__________

Dile te bû ye agir û diheline
Zilm û zordariye li ser ve xake
û bi bejn û bala xwe
Diþibî çiyayé agirî
Bi esmerbûna xwe diyarbekir.
Rû ye te
Mina heyva çardehé
Dibiriqîne ava çem û golan
û mîna helbestek nûjen
stranek rewnaq
Dikewîne dilén bi hesret û kovanî
û dema dibiþirî
Ango dikenî
Bi hezaran kevokén spî difirin ber bi xizanan
Ku dibin baskén wan de
nûçeyén serfiraziyé veþartî
Hey lé/lo ez gorî
Qey tu nîn bu ya
Miné çawa bikarîbûya helbest binivîsanda
û wiha ji xwe razî û serbilind bigeriyama.