Eşkîya Çi hebi çi tinebî, eşkîyak hebî u pir dizek bi. Eşkîya roje kî tere gunde kî. Li gund dawete kî hebiye. Dilê eşkîya dikeve buke u dibeje ezê wî buke ji xwe ra birevinim. Waya bi hespî xwe dikeve nav dawete u buke vedigerine li hespi xwe tine direvine. Şev pir tari buy, ji bo we kes Eşkîya nediye. Xwedî buke dikevine pi wî. Waya dikeve navbera urmîn. Eşkîya li vir arkî xwe vidixe u goşt li ser çedike. Dev kî te ser wana u goşt hildîne duxe. Devî buke jî davî ser mile xwe tere. Eşkîya ji li cî xwe dime. Dibêje eze çawa buke ji dest wî devî bigrim. Eşkîya tere gund u ji xwedî buke ra dibêje, devkî buka we rivand u birî nav urmin. Xwedi buke bî tifenga terîn nav urmîn. Wana pir digerim qem digerîn ê dev bi buke va diwînin. Dev ninge xwe avtine ser buke u raketî, buk nikare ji bin dev xwe xelaske. Xwedî buke bi tifenga li dev xistina u koştina. Buk dibêje bawo va eşkîya rast nabîje, lê belê wî ez rivandim u dev jî ez ji dest wî girtim. Li ser wê xwedi buke bi tifenga lî eşkîya dixin u dikojin. Berhevkar; Bawer |