PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ROVÎ BÛ ZEMBÎLFIROS


Hebû roviyekî kal, li devera ku bi salan temenê xwe lê derbas kiribû ji destê pirbûna gura û pirbûna tebayên din, ji wêderê da rê û ji xwe re li herêmeke tenha geriya ku jiyana xwe ya manî li wir biborîne. Rovî di nava gellek çiya, gelî û daristana re derbas bû. Cihekî li gora xwe bas dît ji xwe re got: "Ya bas û qenc ku ez vêderê ji xwe re bikim warekî bi qîme û nehêlim ku kesek bê li van deran bijî da ku ez di warê xwe de serbixwe bimînim."

Rovî ew dever ji xwe re kir war. Ji bona ku derdora xwe û herêmên warê xwe bas nas bike çendakî li hawîrdor geriya. Wê çi bikira belengazo ne mar e ku bi axê bidebire. Hêdî hêdî dest bi xwarina qayisên cotkaran kir, ji heftê an jî ji mehê carekê dakete gundekî mirîskek dixwar.

Pir neçû nêçîrvanên herêmê pê hesiyan û li her derê xefik li ber rovî vedan ku wî bigirin. Roviyê kone zû bi vê yekê hesiya ku nêçîrvanên herêmê tev li dûv wî ne û li ser difîle û rê yên ku rovî tê re diçe û tê, xefik li ber hatine vedan.

Rojek-dido û demek borî rviyê ku jiyaneke dirêj û tijî tecrûbe li dû xwe histibû xwe ji xefikan parast. Rovî rojekê bihîst ku gurek bêyî wî hatîye herêmê, ew ji ber vê yekê hêrs bû û fikirî ji xwe re got a qenc ku ez gur bi ser xefikên nêçîrvanan de bisînim ew dê bikeve xefikan û wê nêçirvan jî wî bikujin ezê jî ji wî xelas bibim. Bi dû wê fikrê re rabû û li gur geriya, çend rojan bi sûn de gur dît. Rovî bi zahrekî sêrîn bû bi nermahî got:

- Birakê gur tu û van dera? dibêjin mirovên bas li ser navê xwe tên ev jî tu yî. Eva bû demek dirêj ku ez li dost û hevalekî mîna te digeriyam, de bas bû ku tu hatî van dera û ne hinekên din ên biyanî. Tu ser serê min re hatî. Hema ez dibêm niha tu birçî yî jî ne weha?

Gava gur ew têkiliya rovî ya bi dostane û xwes bihîst di dilê xwe re derbas kir ku bi alîkariya rovî demekê herêmê nas bike û pasê wê wî bikuje an jî ji wir biqewirîne û li wir bibe xwedî. Bi dûv wan fikrên ku wê di paserojê de bibin biryar, ji rovô re got:

- Birakê rovî ma birçîbûn tenê, ez gellekî birçî bûme û ji ber ku ez herêmê nas nakim jî gellekî westîya me ji gerê.

Gur jî li gora xwe bi konetî nêzîkayî li rovî kir.

Rovî got:

- Madem ku weha ye, de rabe em herin mal, li wir hem xwarina xwe bixwe û bêhna xwe veke, hem jî dû re ezê herêmê qul bi qul bi te bidime nas kirin.

Rovî û gur dan benda hevûdu, rovî ew anî ser sifîla ku xefk tê de vedayî ne, hinekî mesiyan. Rovî got:

- Birak tu hêdî hêdî bimes dûrî hizûra te ez dê avekî birjînim û ez dê bigihême te.

Gur ku di dilê xwe dek û dolab çê dikirin, û bi kêf diçû bi herdu lingên xwe yên pêsî ve kete xefika nêçîrvanan. Dema qîrîna gur hat, rovî di ber xwe de keniya û bi kêf berê xwe da nava daristanê û ji xwe re geriya. Gur jî di xefikê de gellekî li ber xwe da û bi zor û heft bela lingên xwe ji nava diranên xeftê derxist û bi hêrs bi dû rovî ket ku tola xwe jê hilîne.

Rovî ku gera xwe li nava daristanê didomand, carekê dît ku gur ji dûranî ve xuyanî bu. Dema ku rovî gur dît, hema bi lez bi qevda sivên dara yî zirav û dirêj kokîser hevûdu kirin, li ber wan rûnist û dest bi çê kirina zenbîlan kir. Rovî rûnist mîna ku haya wî ji tu tistî tune ye û tu kes nedîtiye karê xwe bi hosteyî domand.

Gurê ku di xefkê de ling birîndar bûne bi hêrs û qahir bi ser rovî de çû û got:

- Hey qesmer lawê qesmeran, te ez bi ser rêya çûn û nehatinê de sandim, ku ez nefilitîbama sibehê wê nêçîrvanan ez di xefkê de bikustama.

Gur her bi qîrin û hêrs bi ser rovî de çû.

Mîna ku rovî hay ji tistekî tune, got:

- Apê gur ma qey tu dîn bûye an te xwe sas kiriye, ev çi gotin in ku tu dibêjî? Bi hest telaqên bêfitû, ku jin dihere mala bavê û vegera wê tune, ew rovîyê ku ev qase kiramet anîne serê te ne ez im. Van deran tijî rovî ne, kî zane kê tu bi ser vê belaya kesnedîtî de sandîye. Bila tu bas zanibî ku ew rovîyê ku tu lê digerî ne ez im. Eva bûye serê çend salan min ji xwe bi xwe re sond xwariye ku ez xerabiyê bi kesî nekim. Ava ye tu dibînî ez zenbîlan çê dikim wan difrosim û debara xwe bi vî karî dikim.

Bi dûv wan gotinên rovî, gur sist bû, ji wî bawer kir û got:

- Li qisûra min nenêr ji bona wan gotinên ne li rê. Madem ku te sond xwariye ku tu nema xerabiyê bi tu kesî bikî. Ezê jî niha li ber destê te sond bixwim ku careke dinê bêsebeb xerabiya tu kesî nekim.

Dûv re biryara wî ya berê ku ji bona naskirina herêmê hate bîra wî û weke yekî ji dil domand:

- Ger ku tu bixwazî em dê jiyana xwe bi hev re bidomînin.

Rovî ku bi ya dilê gur zanîbû, di hundirê xwe de keniya, hevaltiya gur qebûl kir û bi zanetî çê kirina zenbîla xwe domand. Gur li der dorê rovî çû û hat aciz bû hate cem rovî û got:

- Birak ez jî dixwazim hînî çê kirina zenbîlan bibim, hem bi vî awayî jî ez dê ji te re bibim alîkar, tu dixebitî ez betal im weha nabe.

Rovî got:

- Hem tu mêvan î, hem jî naxwazim karekî bi te bidim kirin... Lê madem ku tu dixwazî hînî çê kirina zenbîlan bibî, wer di hundirê zenbîlê de rûne da ku zenbîl di ber çê kirinê re neheje û di vê navê de jî li min binêr ez çawa çê dikim, da ku tu hîn bibî.

Li ser wê gur çû di zenbîlê de rûnist, rovî di dilê xwe de keniya ji xwe re got ez dê vê carê dolabekê li serê vî mîratî bigerînim ku careka din ez lê rast neyêm û pê mijûl nebim û xwe jê xelas bikim. Rovî xwe li çê kirina zenbîlên giran kir, gur jî di hundirê zenbîlê de di xew re çû.

Dema rovî li ber çê kirina zenbîlê re ew yek dît, hema bi lez devê zenbîlê ber bi hev de hûnand û bi zexm rêst, heta ku devê zenbîlê gihande hev û girt. Rahiste zenbîla ku gur tê de ketiye xeweke giran û bi serê kasekî ku gund di ber binê kês de ye zenbîl tevlî gur di kas re bi ser gund de gindirand.

Bi gindirandina zenbîlê re gur tê de ji xew siyar bû, kire qîrîn di ber gindirînê re, wextê ku kûçikên gund zenbîla ku di serjêrê de digindirê dîtin û dengê gurekî tê de bihîstin, bi hev re êrîsî zenbîlê kirin, gur ji nava zenbîla dev girtî derxistin û bi gezan dane ber hevûdu. Ew ji wê rewsê derxistin û kirin rewseke din. Gur bi zorê xwe ji nava devê kûçikan xelas kir.

Çawa ku gur ji nava devê kûçikan filitî, dîsa bi pey rovî ket. Rovî dît ku gur ber bi wî de tê ji xwe re got, wê taliyê ev gur qetla xwe bixe stuyê min. Rovî bi zanetî xwe pês gur kir û reviya, gur jî bi lez da dûv.

Rovî gur bi revê betiland û ew anî ber derê qula xwe ya duderî ku deriyek jê pirr teng e, û yek jê fireh e. Rovî bi revê xwe giran kir heta ku gur gihîste nêzîkî rovî. Ji niskê ve xwe avêt devê qula xwe û tê re derbasî hundir bû. Gur jî bi dûv de çû, xwe li devê qulê qeliband û tê de asê ma.

Rovî ji qulê derket der

L`gur zîvirî hate ber

Jê re got: Gurê qemer

Te kirin gellek sefer

Tu hat warê rovîya

Bikî seyda koviya

Bi fen û finas û hoviya

Bi ser neçe ser rovîya

Carekê din bi xwezî

Xwe nekin ta û derzî

Binêr tu ketî xerab

Bûne yek, zik û pist û kab

Rovî gurê qemer kust

Çîroka me li wir hist

Me jî ew kire mebest

Ji bo we hinek kir helbest