Sewîlê sofî Hebû tunebû, carekê ji caran, sofiyek hebû. Rojekê sofî sewîlê xwe girt çû serê kaniyê, da ku destmêj bigire. Sewîlê xwe danî bin latekê û çû ko destê xwe biþo. Vegeriya cem sewîlê xwe, dît ku lat bi ser sewîlê wî de ketiye, sewîl þikestiye. Sofîyî gote latê: - Çima te sewîlê min þikand? Latê got: - Nexwe çima giya di bin min de þîn dibe? Sofiyî gote giyê: - Ji bo çi tu di bin latê de þîn dibî? Giyê got: - Nexwe ji bo çi pez min dixwin? Sofiyî gote pezan: - Ji bo çi hûn giyê dixwin? Pezan got: - Nexwe ji bo çi gur têne me? Sofiyî gote guran: - Çima hûn têne pezan? Guran got: - Nexwe çima se têne me? Sofiyî gote seyan: - Çima hûn têne guran? Seyan got: -Nexwe çima kebanî me têr nan nakin? Sofiyî gote kebaniyan: - Çima hûn seyan têr nan nakin? Kebaniyan got: - Nexwe çima miþk hebanên me qul dikin? Sofiyî gote miþkan: - Çima hûn hebanên kebaniyan qul dikin? Miþkan got: - Nexwe çima kitik me dikujin? Sofiyî gote kitikan: - Çima hûn miþkan dikujin? Kitikan gotin: - Em birçî ne, em miþkan dikujin û li dora mala xwe çivan didin xwe. Sofî dîna xwe dayê ku dawiya van pirs û bersîvên bi bahane nayên. Her kes li hev li bahanan digere. Dev ji wan berda û perçeyên sewîlê xwe dan hev û vegeriya mala xwe. Çîroka min li diyaran, rehme li dê û bavê guhdaran, ji bilî fesadên ber dîwaran. |