PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin



Celadet Alî Bedir-Xan


Celadet Alî Bedir-Xan - Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya »klasîk«ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de þahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û þahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û þahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û þikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiþtî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paþ xwe ve çi eser hiþtine ?

Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiþtek ne maye. Piþtî islamiyetê ji nav kurdan gelek þahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî þahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî, Nefhî û Fizûlî her sê jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne.

Digel vê hindê ev çend eserên ko pêþiyan ji me re hiþtine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêþîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaþtiye dereca folklora me.

Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îþê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiþtekî tekûz bi ser xin.


Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî þahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê þahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê.

Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiþtên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji þêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bayezîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bayezîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.]

Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her þahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de þaþ e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiþtine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e« .


******





MELAYÊ CIZERÎ


MELAYÊ CIZERÎ – Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Þamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.

Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »Þahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî þêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev þêx Ehmed li xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew þêx Ehmed ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Þêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .

Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.

Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Lê me kêfa xwe ji ber gotina »Þebçiraxî þebî Kurdistan im« jê re anî.

Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teþnelebî lehlan im
Dil di benda giriha zilfan im
Yûsifî cirhekeþî hicran im
Niqteyî daîreyî rindan im
Lew þebî daîre sergerdan im
Badenûþî qedehî hirman im
Bedel ateþ ji ceger biryan im
Lew perîþan im û pir êþan im
Aþiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî baxê iremî Bihtan im
Þebçiraxî þebî Kurdistan im
Çi tebîet beþer û insan im
Lilehil hemd çi alîþan im
Di riya yar li rêza san im
Lew di iqlîmî sixen xaqan im
Sibehî îd e û ez pê zanim
Ko bi kêra te seher qurban im
Xweþ birîndarekî bêderman im
Carekê þefeq e rûhim can im
Ji Xwedê re veke benda beriye.
Dînbirê hurmisalê zeriyê
Nazikê nîþkerê sirperiyê.


*****



FEQEHÊ TEYRAN


FEQEHÊ TEYRAN – Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Þahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta Þêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eþhar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di þihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« .
Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba þahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye.


Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meþhûr e« . Li gora vê þerhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reþ« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reþ« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.

Dibêjin ko Feqehê Teyran þagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.

Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, þîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêþetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:

Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêþetê.

Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:

Miksî [1] ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eþqê sihtiye
Ev þihir vi þêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê

[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.

Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî þahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.

Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keþekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqeh dikenî. Keþê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?

Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.

Keþe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.

Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.

Keþe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:

– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êþandin.

Keþe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiþtin Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, keþe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keþê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê þanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.

Vê carê, keþe kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr þande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.

Mîr jî þertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û reþand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:

– Ma kê ev zad reþandiye vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.

Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...

Feqeh got: Beramberê serê keþê bidin min.

Mîr got: Serê keþê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te.
Feqeh got: Rahet e, serê keþê ji laþê wî vekin.

Anîn serê keþê jê vekirin û danîn ser þehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keþê ne hatin.

Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê keþê hinde giran e, ji lewre te ev þert bi min re kir.

Feqeh deyn ne kir, zêr ji þehînê rakirin û çend kulm ax avêtine þûnê. Milê axê daket, serê keþê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:

– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.

Ev her sê þahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:

Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimaþ re xerîdar

Ezê niho hin þihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þexê senhanî:

Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hiþyar bikim
Da ez ji þêx dim wesfekî
Þêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
Þêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan

Ji qesîdeke wî:

Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuþtim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wi
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Miþtaqi rindî ez im
Aþiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweþ qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Þûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.




*************





EHMEDÊ XANÎ


EHMEDÊ XANÎ – Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:
Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.

Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hiþyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuþtin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiþtî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Þahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piþtî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eþharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji þierayê di Kurdistanê hemûyan jî meþhûr û faiq e, belkî ji hemû þieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û þêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .

Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û þêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û þêst û yek bû

Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.

Îsal gehiþte çil û çaran
Ev pêþrewê gunahkaran

Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paþ hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan

Ji Eqîda îmanê:

Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweþî, þîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam

Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re þagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.

Li gor atiþtê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:

Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eþqi Zîn û Mem bit

Þerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane

Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim

Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim

Meþhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb

Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaþeyî nezerbaz

Dilber li Memî bikin girînê
'Aþiq bikenin bi derdê Zînê

Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêþaye digel wê me dused renc

Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e

Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî þirîn e

Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e

Mehbûb û libas û gûþiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e

Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me

Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî


Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye.



***********




NALÎ


NALÎ – Ji þahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba þahir e navê wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Þawês e. Nalî di sala 1215ê hicrî de, li Þarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala 1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana Eba - eyûbê - ensarî de veþartî ye.



************




ELÎ HERÎRÎ


ELÎ HERÎRÎ – Di nav þahirên kurdmanc de yên ko piþtî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêþîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuþtê re bihuþteke din, bihuþteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Þemdînan de ye. Me bi xwe tu esera wî ne dîtiye. Dibêjin ko dîwana wî heye.

Melayê Jaba der heqê Elî Herîrî dibêje: »Þahirê berê Elî Herîrî ye. Dîwançeyek heye, þihir û qesayid. Herîr jî gundek e, di cihê û nehya Þemzdînan, di sencaxa hekariyan de, û þihir û ebyatê di wî jî di nêv Kurdistanê qewî zêde meþhûr û marûf e. Texmîna ko di tarîxa çar sedê hicretê de peyda bûye û di çar sed û heftê û yekê de merhûm bûye û di nav Herîrê de medfûn e« .



****************



MELAYÊ BATE


MELAYÊ BATE – Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Þahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf þihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .

Li gora tiþtê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê ye.
Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û þihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:

Hemdê bêhed bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beþer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm.
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.


***********


AXAYÊ BÊDARÎ


AXAYÊ BÊDARÎ – Me tu eserên vî þahirî ne dîtine. Me bi tenê navê wî seh kiriye. Rawiyan gote me ko Axayê bêdarî gelek guh daye zimên û çiqas jê hat ewçend bêjeyên erebî û farisî ne xistine þihrên xwe. Melayê Jaba qet qala vî þahirî ne kiriye. Dibêjin ko Axa di pey Batê re rabûye. Ji lewra me ew daniye vê derê.



******************


SMAÎLÊ BEYAZÎDÎ


SMAÎLÊ BEYAZÎDÎ – Melayê Jaba di heqê vî þairî de gotiye: »Þairê þeþê, j þairê di Kurdistanê Ismaîl e. Eslê wî ji Beyazîdê ye, ji þagirtê di Ehmedê Xanî ye. Di hezar û þêst û pênê hicretê peyda bûye û di hezar û sed û bîst û yekê de merhûm bûye. Kitêbeke lixetan jî »Gulzar« nav telîf kiriye û bi kurmancî û erebî û farisî, zaro dixwînin. Bi xêrî ji wê jî zehf xezel û eþharan û ebyat bi zimanê kurmancî gotiye. Cehda wî meþhûr û marûf e. Û di nêv Beyazîdê da merhûm û medfûn bûye« .

Me Gulzara Smaîl ne dîtiye; ne jî þihirên wî. Tiþtê ko em di heqê wî de dizanin ew e ko Smaîl daye ser þopa Xanî û di dibistana Beyazîdê de dersên zarokan bi kurdmancî gotiye.



*****


ÞEREF-XAN


ÞEREF-XAN – Melayê Jaba di heqê Þeref-Xan de gotiye: »Þairê heftê Þeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eþhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û þêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e« .

Me ev Þeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Þerefnamê Mîr Þeref e, mîr Þeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu þihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.



*****


MIRAD-XAN


MIRAD-XAN – Me navê vî þahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala wî dike û dibêje: »Þahirê heþtê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqderekî xezeliyat û eþharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê da medfûn e û paþî wî ji kurmancan êdî þair peyda ne bûne, heta niha« .

Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiþtî nizanin. Li gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.

Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê wî nizanin piþtî ko heþt þairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye:

»Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar, qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.

Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« .

Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî þairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tiþt bi dilekî kul gotine.


*****



SIYEHPÛÞ


SIYEHPÛÞ – Sed heyf û mixabin ko di heqê vî þairê hêja de em tu tiþtî nizanin, ji þihra jêrîn pê ve, ya ko vê paþiyê ketiye destên me.

Dilberek min dî bi çavan
Sed elif pabûsî bû
Agirek berda hinavan
Þemh û der fanûsî bû.
Þemh û rihniya zilamê
Agirek berda di amê
Zilf û xalên û temamî
Qeyd kirin mehbûs bi damê
Þerbeta þîrînkelamê
Terkî min nadit midamê
Sed þikir îro selamê
Kir li min taze xulamê
Þerh û teqrîrê Isamê
Fikr û teswîrê kelamê
Reng û elwanê di Camî
Þibhetî tawûsî bû.
Þibhetî çavê duyengê
Qews û ebrûyê du bengê
Mir-reyê tîra xedengê
Zilf û xal û xuncerengê
Kes ne dî qet wî çi rengî
Neqþê maçîn û firengê
Qet ne ma qet wî çi rengî
Hikmeta Têmûr û lengî
Sifdera mêrê du cengê
Þêr û mexmûr û pilingê
Sed hezaran wek biþengê
Hikmekî kawûsî bû.
Min qebûl e hikmê rindan
Serxweþ û sûretlewendan
Lê çi bêjim qewl û bendan
Ketme tora lehl û xendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Kefþe bim wek gaz û sindan
Dil hedef kir tîr li min dan
Lê ji halê mestemendan
Bê eded cewher bi min dan
Lewmenoþê can bi der dan
Xemzeyê pir mekr û fendan
Lê li min casûsî bû.
Lê li min berda girînê
Mihbeta wê nazenînê
Bê sebeb ketme nivînê
Ax û efxan û enînê
Lê ji ber hisna þerînê
Þeq bû bedra yasemînê
Kanî hûra ser zemînê
Carekê bête girînê
Ev bi xef, hal im bibînî
Merhema bavê birînê
Zilf û xal û xemrevînê
Bo me calînosî bû.
Zilf û xal û mest û naz e
Iþweyê wan xemzebaz e
Gerdenê gerdenfiraz e
Lê ji eþqa rûyê faze
Cerd dikin ehlê mecazê
Ta sedî yasî û qaze
Xef dibin esrar û raze

.......

Ez çi kim sewm û nemaz e
Kar û þixl û bê niyaz e
Min ji dest tenbûr û saz e
Dil wekî naqûsî bû.
Dil ebîr û mest û mîrê
Begler û þah û wezîrê
Da li min derbek bi tîrê
Ta li mir' nê min vebîrê
Kirme hib-ba zemherîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Kanî mel-layê Cizêrî
Mek-kî û Elyê Herîrî
Xanî, Þêxê Babeþîrê
Bên li dengê min feqîrê
Xemrî û gîs û herîrî
Þev li min kabûsî bû.
Þev dikim nalîn û zarî
Þibhetî teyrê Biharê
Ey Siyehpûþ tu xumar î
Sahibê adab û kar î
Çend Siyehpûþ tu sitar î
Lê bi eþqa dil nikarî
Dir û yaqût û mirarî
Misk û enber jê dibarî
Hespê þahê þehsiwar î
Angeh ez pabûsî bûm.
Dilberê ehlê dilan bû
Qatilê cergê pijan bû
Qasidê rûh û we can bû.

Dibêjin leqeba Siyehpûþ pê ve bûye ji ber ko hewranikî reþ bi xwe ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reþ dikir.

Ji þihra jorîn em dizanin ko Siyehpûþ di piþt Xanî re ye. Jû pê ve Siyehpûþ bi vê þihirê ji me re du þairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Þêxê Babeþîrê« .


*******


AXAYOK


AXAYOK – Gelo ev kurdê ko bi zmanê xwe bi qasî Ristemê kurd mêr e kî bû? Belê ew axa an pisaxayek bû. Lê axayê kû derê, navê wî çi ye, û kengê rabûye?

Disan û dîsan em nizanin, em nizanin. Bi tenê çend dûrikên wî ketine destên me û bi vî awayî me zanî þahirek rabûye û leqeba wî Axayok e. Nebe ko ev û Axayê Bêdarê yek hibin. Dîsan em nizanin. Ev in dûrikên Axayok yê ko bi dest me ketine:

Tawûs bi vî þiklê melîh,
Þermendeyê saqê di reþ
Ew qijika gûxwer binêr
Qij qij dikit elwan im ez.
Þêrê ji heft bavê xwe þêr,
Dawayî þêrî naketin
Tûlepîsê heft kûçikan
Ewew dikit erslan im ez.
Nanê cehî têr naxwitin
Tiþtek di malê da niye
Simbêl û çavan bel dikit
Zobaþiyê qewman in ez.
Fezl û terîqa neqþebend
Ger ew bi þorbe germ biya
Ew dîzika þorbe di nêv
Dê þêxê Bestamî biya
Fezl û terîqa sofîyan
Ger ew bi reh beh'ta wicûd
Ew nêriyê lehyetewîl
Dê bê guman sofî biwa
Fezl û terîqa aliman
Ger ew bi þaþa gir biya
Cismê kulindê ser mezin
Dê qazî beyzawî biwa.
Fezl û terîqa qadirî
Ger teq teq û þeq þeq biya
Ew þeqþeqa asî, yeqîn
Dê qutbê gêlanî biwa.


*********



MEWLANA XALID


MEWLANA XALID – Þêx Xalid Ziyaedîn di terîqeta neqþibendî de þihba Xalidî daniye. Mewlana Xalid ji kurdên Silêmaniyê ye. Þêx Xalid berî ewilî li Bexdayê û di pey re li Þamê terîqeta xwe belav kiriye û di sala 1242 an da li Þamê çûye rehmetê. Di çiyayê Çilyaran de veþartî ye. Mewlana Xalid þahirekî mitesewif e; û wî dîwaneke farisî heye. Min bi xwe dîwan ne dîtiye. Dibêjin ko di wê dîwanê de çend qesîdeyên bi kurdî an nîvkurdî hene. Me got nîvkurdî ji ber ko Mewlana di wan qesîdan de kurdî û farisî tevlî hev kirine. Êdî mirov nizane ew qesîde bi kurdî an bi farisî ne. Eve qesîdeyek ji wan qesîdan:

Çi tedbîr ey misilmanan
Kî men xod ra nemîdanem
Ne tersa me yehûdiyem
Ne gebr û ne misilmanem
Ne beriyem, ne behriyem
Ne þerqiyem ne xerbiyem
Ne ez erkanî tebhiyem
Ne ez eflakî gerdan im
Ne ez Çîn im, ne ez Hind im
Ne ez bilxar û maçîn im
Ne ez milkê Iraqê me
Ne ez xakî Xuristan im
Ne ez av im, ne ez ba me
Ne ez xak im ne ez ateþ
Ne ez dinya, ne ez iqba
Ne ez firdewsî ridwan im
Niþan im bê niþan baþed
Mekan im lamekan baþed
Ne ten baþed ne can baþed
Ne min ez canî canan im
Ne baba me, ne dada me
Ne ema me, ne xala me
Li ser wechê çiraya me
Dikim îro di efxan im
Ji efxana bes e salek
Ji maþûqan bes e yarek
Ji bo mihiban hero carek
Welî bim ez bi çeþman im.


**********



MELA YEHYAYÊ MIZÛRÎ


MELA YEHYAYÊ MIZÛRÎ – Min bi tenê navê wî bihîstiye û ji min re gotine ko dîwaneke wî heye. Dîsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek bala xwe daye zimên û di daira imkanê de, bêjeyên erebî û farisî ne xistine dîwana xwe. Çiyayê mizûriyan di ser Dihokê re ye.


**********


MELA XELÎLÊ SÊRTÎ


MELA XELÎLÊ SÊRTÎ – Dibêjin ko Mela Xelîl di wextê Mela Yehyayê Mizûrî de rabûye. Evî melayî kitêbek heye hi nnvê »Nehcel Enam« . Beytên jêrîn ji wê kitêbê ne:

Tu guh dêre nitq û beyana fesîh
Ji bo ferz û eynan e merdê melîh
Ko îman û islam û sewm û selat
Li ser malîdaran e hec û zekat
Li ser te ji ferzan e ey nûrî can
Bizanî tu erkan û þertê di wan
Heçî hikmê þerhê tu mihtac dibî
Ji bo zanîna wî tu minqad dibî
We lêken qe yek bê yekî nabitin
Misilmanî bê her diwan nabitin
Tû manayê þehdê ko bawer bike
Telefiz eger qadir î pê beke.



********


ÞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ


ÞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ – Ev kîjan Þêx Evdilqadirê Gêlanî ye? Xwedê pê zane. Yê ko navê wî ji min re gotiye, gote min jî ko dîwana wî di gundê Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mêrdînê de ye.


***********



HECÎ FETAHÊ HEZROYÎ


HECÎ FETAHÊ HEZROYÎ – Dîsan min bihîstiye ko dîwaneke wî heye û herwekî ji navê wî dixuye ji Hezroyê ye.


*********


ÞÊX MIHEMEDÊ HADÎ


ÞÊX MIHEMEDÊ HADÎ – Rawiyan gote min ko pêþiyên Þêx Hadî ji Rewandizê hatine û di Lîcê de cih bûne. Dibêjin ko dîwana wî heye.



*******


ÞÊX EVDIREHMANÊ TAXÊ


ÞÊX EVDIREHMANÊ TAXÊ – Dibêjin ko Þêx Evdirehman bidlîsî ye. Tax çi ye? Ji gundên Bidlîsê ye, an Þêx ji taxeke Bidlîsê e dûr e, û ji lewre jê re Evdirehmanê Taxê an »taxî« gotine. Me dîsan bihîstiye ko dîwana wî heye.


*******


ÞÊX RIZA


ÞÊX RIZA – Þêx Riza jî sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û li Stenbolê di civata þahir û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa efendî û beglerên Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Þêx Riza hecawekî bêeman bû. Mixabin ko tu þihirên wî bi min re nînin ko ezbelav bikim. Bi tenê çîrokoke wî dizanim.

Herwekî me got Þêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê miarîfê gelek ji Þêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr þêx xeyidand. Di mala wezîrê miarîfê de, li heywanê postê hirçekî hebû; ev post bi kayê dagirtî bûn û li ser lingan sekinandi bûn. Þêx Riza piþta erna wezîr, rojekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji þagirtên xwe re heçko mîsalek anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî û li heywanê hirçekî dibînin divêt bizanin ko xwediyê malê qereçî ye« .


******


HACÎ QADIRÊ KOYÎ


HACÎ QADIRÊ KOYÎ – Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe diþewitî. Þihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend þihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela þihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eþîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye.

Hacî jî weke Nalî û Þêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û þahirên Stenbolê. Ji þahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan þewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.

Ezê îro þihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hacî perestiþkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs þihira jêrîn nivîsandiye.

Zemane resmi caranî ne mawe
Çiraxi nazim û minþî kujawe
Le dewri ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e, zanînî baw e
Eman qedrê bizane em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay ne maw
Le eyamî heyati þêxi Xanî
Le ser nisxey xet ew nûsirawe
Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet
Xezîney gewher e, û kisey diraw e
Le mecmûhi diwel, Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyri Hacî û þêxi Xanî
Esasi nezmi kurdî danenawe.

Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veþartî ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan.


********


ÞÊX NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ


ÞÊX NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ – Ji eserên Þêx Nûredînê Birîfkî di destê me de bi tenê Çîroka Siltan Ebûbekrê Þiblî heye. Ji xwe jû pê ve min tu eserên þêx ne dîtine. Ev in çend beyt ji qesîda Ebûbekrê Þiblî:

Ev bendeyî þêxî cîhan
Lazim divî sira nihan
Zahir bikim qutbî zeman
Da hon bizanin qisetê
Þêxek hebû xewsê dinê
Insan hemî jê bûn xenî
Ne d'hate xab û xwarinê
Daîm bi terka lezetê
Navê ewî qutbî þerîf
Þiblî Ebûbekrê zerîf
Yekser dibû wek mû zeîf
Daîm bi tirs û xeþyetê
Eslê terîqa þêx çi ye
Ewil emîrî þahiye
Þêx hakimek farîsî ye
Siltanê mîr û þewketê
Mîr˜ê nihawendî bû ew
Þahê semerqendî bû ew.


*******


EVDIREHMANÊ AXTEPÎ


EVDIREHMANÊ AXTEPÎ – Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm« tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di þihirekê de qala kurdmancî û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê þihirê de dibêje:

Me ev çend lefzi þêrîn çêkirin
Zimanê di tirkan me pê jêkirin.

* * *

Heta niho me behsa wan camêran kir ko bi nezmê nivîsandine û xwediyê dîwanê ne. Ji van pê ve çend mirovên din hene ko bi þihirê mijûl ne bûne lê di warên din de bi kurdmancî nivîsandine. Emê niho qala wan bikin.

Kurdîzan Eleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tiþt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi frensizî nivîsandine.


******


ELÎ TEREMAXÎ


ELÎ TEREMAXÎ – Jaba dibêje ko kurdmancan heta 1000ê hicretê ilmên dîn û þerîetê bi zmanê erebî dixwendin. Piþtî 1000î melayek bi navê Elî, ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji ber xwendinê çû heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan û Soran de xwend û di nav alimên heyama xwe de bû bû zanakî serdeste. Evî Eliyê Teremaxî piþtî ko vegeriya welatê xwe rabû di gundê xwe de medreseyek ava kir û bi zimanê kurdmancî kitêbeke tesrîfê jî çêkir û dersa feqehên xwe bi kurdmancî got. Hêdî hêdî ew kitêb li Kurdistanê belav bû.


*******


MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ


MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ – Jê re Melayê helqetînî jî dibêjin. Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetîn« gundê wî ye.

Vî melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zmanê kurdmancî nivîsandine. Min ne eserên Elî ne jî yên Ûnis dîtine ji lewre min nikari bû ez hin tiþtan ji wan belav bikim.


*******


MELAYÊ ERWASÊ


MELAYÊ ERWASÊ – Melayê Erwasê kitêbeke kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweþî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweþiyan dike û dermanê her nexweþiyê û çêkirina dermanên jî dibêje. Min bi xwe kitêb ne dîtiye, ez bi salûxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ko Melayê Erwasî di wextê Evdil-Xanê bavê Bedir-Xan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re »Tiba Melayê Erwasê« dibêjin.


********


KITÊBEKE HISABÎ


KITÊBEKE HISABÎ – Vê paþiyê kitêbeke kiçik ketiye destên min, Kitêbeke mewzûn. Tê de qala hisabî kirine. Ev in çend beytên wê:

Neh caran neh bi xwe hesêb ke biltemam
Heþtê û yek in, tu bizan ya ez xulam.
Heþt caran çar çend in eya þîrînbira
Ew sih û dû ne herçî zêde ji te re.
Heft caran pênc çend in eya tiflê piçûk
Ew sih û pênc in da ko pê nebî xudûk.
Þeþ caran sê çend in eya sahib meqal
Ew deh û heþt in tu bizan ya pîrê kal.
Pênc caran pênc çend in ey mêrê çak
Ew bîst û pênc in tu bizan ey canê çak.
Çar caran heft çend in tu bêje vê demê
Ew bîst û heþt in da tu hilnegrî xemê.

Sê caran neh bo te beyan kim ya delal
Ew bîst û heft in tu bizane ya heval.
Du caran çar çend in min bo te kirye xet
Ew heþt temam in der vê nezma pir xelet.
Êk caran êk êk e bizan ya nasiha
Bo feqîrê koyî bêjin fatiha.

Di dawiya vê kitêbokê de bi erebî þerhek heye. Li gora vê þerhê xwedî kitêba xwe di sala 1345ê romî de nezim kiriye; berî hevdeh salan. Gelo li kû derê? Li Tirkiyê, Iraqê an Sûriyê?

Xwendevanên delal. Ev nivîsara ko ji bo kitêbekê hindik lê ji bo bendekê hinek zêde ye, li hire temam bûye. Herwekî min ji we re got li vê bendê ne wek bendeke tarîxa edebiyatê lê wek lîsteke þahirên me ên kevin fedkirin. Hingê hon dikarin xwe ji þaþbûnê biparêzin.

------------------------------------------
Azîzan, Herekol, (1941), »Hawar«, »Klasîkên me«, hjm. 33, rûp. 6